Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Zimanê me rastiya me ye’

Xwendekarên qonaxa amadehî yên ji navçeya Til Temirê got ku wan di materyalên Rêveberiya  Xweser de rastî û mafên ku jê hatibûn mehrumkirin, dîtin û diyar kirin ku zimanê wan rastiya wan e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka damezirandina xwe de sîstema xwe ya perwerdeyê ya taybet li herêmê ava kir ku tê de îtirafê bi mafê hemû pêkhateyên herêmê û dîroka wan a kevnar dike. Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina qada perwerdeyê û serxistina wê, gavên girîng diavêje da ku perwerde di hemû qonaxên xwe de bê kêmasî be.

Xwendekar û malbatên wan dixwazin ku materyal û zimanê wan ku yek ji destkeftiyên girîng ên şoreşa wan û fedakariyên ciwanên herêmê ye, di aliyê navneteweyî de bêm pejirandin.

Hejmareke xwendekarên qonaxa amadehî yên ji navçeya Til Temirê têkildarî rêveçûna sîstema perwerdeya bi zimanê dayikê, materyalên Rêveberiya Xweser û daxwazên xwe axivîn û nêrînên xwe parve kirin.

Her netew bi zimanê xwe tê nasîn

Xwendekara bi navê Diyane Emîn diyar kir ku her neteweyek bi zimanê xwe tê nasîn û ji destpêka Şoreşa Rojava ve gelê kurd hewl dide zimanê xwe bi pêş bixe û wiha got: “Em gihaştin qonaxeke baş. Me dibistan vekir û bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin.”

Diyane Emîn îşaret bi nepejirandina zimanê kurdî ji aliyê dewletên cîran û civaka navneteweyî ve kir û piştrast kir ku şênî dixwazin ji bo pêşeroja zarokên xwe materyalên Rêveberiya Xweser bên pejirandin û wiha domand: “Divê em zanibin ku bi hêsanî materyalek nayê pejirandan. Ji lewre ji bo pejirandina zimanê me xebatekî zêde tê xwestin.”

Bang li şêniyên herêmê kir

Di axaftina xwe de Emîn destnîşan kir ku xwendekaran hemûyan materyalên hikûmeta Şamê xwendine û ev tişt anî ziman: “Ew materyal rastiya gelên herêmê û dîroka wan vedişêre û li gorî siyaseta veşartina rastiyan ji gelên herêmê û li gorî berjewendiyên hikûmetê hatin amadekirin.”

Di dawiyê de Emîn bang li şêniyan kir ku zarokên xwe bişînin dibisitanên Rêveberiya Xweser û wiha bi dawî kir: “Beriya her kesî wekî gelên herêmê divê destpêkê em ziman, dîrok û materyalên xwe bipejirînin.”

Niha bi zimanê xwe yê dayikê perwedeyê dibînin

Xwendekarê bi navê Kawa Ehmed koçberekî ji bajarê Serêkaniyê ye, ev tişt anî izman: “Me berê di dibistanên hikûmeta Şamê de xwend. Niha jî em di dibistanên Rêveberiya Xweser de dixwînin. Cudahiya di navbera her du dibistanan de ew e ku di dibistanên hikûmetê de me nikarîbû bi zimanê xwe axivîye, lê niha em bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin.”

Kawa Ehmed diyar kir ku li herêmên wan piraniya şêniyan zarokên xwe dişînin dibistanên Rêveberiya Xweser û hinek ji wan jî bi hinceta ku materyalên Rêveberiya Xweser di aliyê navneteweyî de nayên pejirandin, zarokên xwe naşînin wan dibistanan û wiha got: “Ji ber wê yekê, em bang li şêniyên herêmê dikin ku destpêkê ew zimanê xwe qebûl bikin û em bang li civaka navneteweyî dikin ku materyalên Rêveberiya Xweser biperjirînin ji ber ku zimanê me yê dayikê ye.”

Divê civaka navneteweyî meteryalên Rêveberiya Xweser nas bike

Xwendekara bi navê Nalîn Yûnis jî got ku wekî xwendekar ew bang dikin ku piştgiriyeke navneteweyî ji ziman û materyalên Rêveberiya Xweser re hebe û ev tişt anî ziman: “Dema me di dibistanên hikûmeta Şamê de dixwend, em ji mafên xwe hatibûn mehrumkirin û axaftina bi zimanê kurdî jî hatibû qedexekirin. Lê niha em bi azadî bi zimanê xwe perwerde dibin. Em dixwazin zimanê me bê pejirandin. Wekî gelê kurd mafê me jî heye. Ji lewre divê civaka navneteweyî û NY ziman û mafên me qebûl bikin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar