Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Zimanê me stêrka geş a li asîmanê welatê me ye’

Komîteya Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û got ku ji bo kurd û Kurdistanê parastina zimanê kurdî erka neteweyî ye

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li her kesê kir ku ji bo perwerdehiya zimanê kurdî bibe perwerdeyeke fermî divê serî de sazî û hemû partî li gel her welatiyeke kurd bi berpirsyar tevbigerin û ji bo vê aramancê jî pêwîst e kurd li Kurdistanê bi vê hewlê têkoşîna xwe xurtir û bilind bike.

Peyama KNK’ê ya ziman wiha ye:

“15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Îsal di nav rewşeke taybet da ev cejn tê pîrozkirin. Dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê zilma xwe ya li ser netewa kurdan sist nekiriye û naxwazin sist bikin, kurd û Kurdistanî jî ji bo bi destxistina mafên xwe yên bingehîn li dijî van dewletên dagirker berxwedana xwe didomînin.

Gelê kurd bi salan e ji bo domandina hebûna xwe têkoşîneke xurt dide. Di pêvajoya vê têkoşînê de çeperê zimanî her tim di serî de bûye.

Ji bo dagirker têkbirin û helandina gelê kurd bi birandina zimanê wan ve girêdaye, ji bo vê yekê girîng e ku kurd li ser pirsa perwerdeya kurdî rawestin û li ber xwe bidin. Zimanê me stêrka geş a li asîmanê welatê me ye, heke ev stêrk birije û nemîne tu wate ji hebûna kurdan re li ser vê erdnîgariyê jî namîne, bi vê ruhê û di van rojên teng de bi rê û rêbazên cuda divê em cejna zimanê şêrîn ê kurdî pîroz bikin û hişyarî û hişmendiya çand û ziman di nava gel de xurt bikin.

Pêwîst e rê li ber perwerdeya bi kurdî bê vekirin û ji bo vê yêkê di serî de partî û saziyên me û pey re jî her welatiyek kurd divê xwe berpirsiyar bibînin, ji bo vê armancê pêwîst e kurd li Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe têkoşîna xwe xurtir û bilindtir bikin.

KNK di vî warî da tim bala hêzên neteweyî kişandiye û dikêşê ser vê pirsa jiyanî. Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ ê bi vê bîr û hizirê, pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî yên îsal bi dirûşma ‘Ji bo kurd û Kurdistanê Parastina Zimanê Kurdî erkê neteweyî ye’ daye destpê kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar