Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Zimanê mirov warê mirov e

Ji bo her zindiyek bijî, di serî de pêdiviya wê/wî bi 3 tiştên sereke hene. Yek divê karibe xwe xwedî bike. Di nava vê xwedîkirinê de xwarin, vexwarin heye. Divê li xwarin û vexwarina xwe baldar be. Her xwarin û vexwarin nayê xwarin û vexwarin. Mînak hin xwarin hene mirovan jehrînî dikin û dikujin. Hin vexwarin jî mirovan dikujin. Lê gelek xwarin hene mirov pê hem dijî û hem jî dikare hêzê jê bigire û xwe li dijî gelek nexweşiyan biparêze. Live û tebatên mirovan bêtir bi tevger û çalak dike. Bi deh hezaran salan mirov ji bo bijîn û hebûna xwe berdewam bikin gelek xwarin û vexwarin xwarine û bi tecrubeyên xwe gihiştine îro. Ji bo mirov demdirêj bijî teqez pêdivî bi xwarin û vexwarinê heye.

Ya duyemîn parastin e. Parastina mirovan pir alî ye. Parastina bedenê, parastina tenduristiyê, parastina hiş, parastina derûniyê, parastina nasnameyê, parastina çand û ziman. Ev hemû parastin têkiliya wan bi hevre heye. Ku ji van parastina yek kêm bimîne bandorek neyînî li parastinên din jî dikin.  Ji bo mirov bedena xwe biparêze, divê cih û warekî ewle hebe. Dîsa ji bo tenduristiya xwe biparêze, divê xwe ji germa, serma û xwarinên nebaş biparêze. Divê xwe ji êrîşan biparêze. Ji bo derûniya xwe biparêze, divê ji dîmen, gotin, niqaş û geşedanên neyînî biparêze û hevsengiyekê ava bike. Wate bide geşedanan û rastî û şaşiyan ji hev derxe. Ji bo hişê xwe biparêze, divê xwe ji çavkaniyên rast û resen xwedî bike. Divê xwe ji agahiyên rast, berfireh ku xizmeta jiyana pêşeroja civakê dike, xwedî bike.

Ya sêyemîn xwe zêdekirin e. Her zindî mirov ji bo hebûna xwe berdewam bike divê xwe zêde bike. Mirov jî divê xwe zêde bike. Lê li gorî pêdiviya jiyanê. Ji bo van hersiyan divê cih û warek hebe. Divê jiyanek hevpar hebe. Divê zimanek hebe.

Mirov hem difikire, hem diaxive û hem jî dixe meriyetê. Mirov zindiyekî-ê civakî ye. Vê civakîbûna xwe bi ziman berdewam dike. Ji ber ku zimanê mirov çavkaniya jiyana mirov e. Wekî av, nan, xew û warê mirov parçeyek jiyana mirov e. Çawa ku mirov di aliyê fizîkî û biyolojîk de hemû çavkaniyên xwe yên jiyanê ji şûnwarê xwe digire, di aliyê derûnî, hiş û civakî de jî hêza xwe ji zimanê xwe digire. Warê mirov di aliyê av, ax, nebat û berheman de çiqas dewlemend be, aramî û tenduristiya mirov jî ew qas pêşketî ye. Zimanê mirov jî ew qas dewlemend e.

Mirovek çawa ji cih û warê xwe dûr bikeve, ji hebûn û jiyana xwe dûr dikeve, di heman demê de ji zimanê xwe dûr bikeve jî ew qas ji nasname û çanda xwe dûr dikeve. Çiqas warê mirov kok û reha mirov be, zimanê mirov jî ew qas ruhê jiyana civakî ya mirov e. Dema ziman tune dibe civak jî tune dibe. Dema civak tune dibe mirov tenê dimîne û bê parastin dimîne. Mirovan her tim bi ruhê civakbûnê hem xwe parastiye, hem xwe xwedî kiriye û hem jî xwe zêde kiriye. Mirov bi ruhê civakbûnê bûne xwedî cih û war. Bûne xwedî star. Ev jî hemû bi xêra ziman pêş ketine. Ji bo vê yekê pêşiyê me dibêjin “Mirovê bê ziman mirovê bê war in, mirovên bê war mirovê bê star in. Birovê bê star mirovên di talûkeyê de ne. Ji bo parastinê pêdiviyê me bi ziman û ramanê heye. Çiqas em xwedî raman bin jî ku zimanê me tune be, em ê dîsa nikaribin xwe biparêzin. Divê em ji bîr nekin parastina herî xurt bi ziman tê kirin. Ji bo vê yekê divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Parastina ziman, parastina cih û war e. Parastina ziman parastina nasname, beden û ramanê ye. Parastina ziman parastina hebûnê ye. Eger em bi zimanê xwe hebin, wê demê divê ji bo hebûna xwe berî her tiştî em zimanê xwe biparêzin. Werin em bi hev re bêtir li ziman her wiha li hebûna xwe xwedî derkevin.

Nûçeyên Têkildar