Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Zîndan bûne wargehên mirinê

Zîndaniyek bi navê Halîl Kasan ji Sîlîvriyê li diya xwe digere, bi peyva, “Dayê bila deqeyên me vala neçin. Belku careke din nikaribim li we bigerim” dest bi gotinê dike. Mafê wan 10 deqe ye, lê tenê 2 deqe diaxivin. Gardiyanên axaftinê guhdar dikin, telefonê dibirin. Halîl Kasan behsa îşkenceya li zîndanê dike. Dibêje, “Gelek girtî hatiye rewşa xwekuştinê.”

Piştî vê axaftinê li zîndana Sîlîvriyê carek din îşkence li girtiyan tê kirin û gelek girtî radikin nexweşxaneyê. Halîl Kasan jî niha di nexweşxaneyê de ye û rewşa wî giran e. Li heman girtîgehê girtiyek bi navê Ferhat Yilmaz jî bi îşkenceya gardiyanan jiyana xwe ji dest daye. Tê gotin ku hinek girtiyên din jî jiyana xwe ji dest dane, lê  agahî nayên sererastkirin.

Di rapora fermî de ji bo Ferhat Yilmaz dibêjin, krîza dil derbas kiriye. Lê dîmenên wî yên nexweşxaneyê, hemû raporan derewîn derdixe. Ew jî ketiye ber îşkenceya berpirs û gardiyanên zîndana Sîlîvriyê. Du rojê Ferhat mabû ku ji girtîgehê were berdan. Lê dewleta xwînxwar wî di tabûtê de teslîmî malbata wî kir.

Agahiyên îşkenceyê ne tenê ji Sîlîvriyê tê. Ji Patnosê heta Îzmîrê, ji Amedê heta Mêrdînê ji hemû girtîgehan heman agahî tên. Îşkence li her derê ye. Li girtîgehan zilm bi her cûreyî dimeşînin.

Bi sedan girtîyên nexweş yên rewşa wan giran in, nayên berdan. Wan nabin nexweşxwaneyan. Gelek ji girtiyên nexweş li zîndanan jiyana xwe ji dest dan. Kêm ji wan girtiyên nexweş, berî çend rojan ku jiyana xwe ji dest bidin hatin berdan. Ew jî hê negîhiştin mala xwe, li nexweşxaneyan bêhna xwe ya dawî hildan.

Mehmet Emîn Ozkanê 84 salî, wekî girtiyekî nexweş bi salan in di zîndanê de bin zilma dewletê de ye. Aysel Tuglukê siyasetmedara kurd, nexweşa demansê ye lê Saziya Tiba Edlî biryara berdana Aysel Tugluk nade. Mînakên bi vî rengî gelek in. Tiba Edlî bi biryarên xwe yên dijî zanînê bûye saziya herî xwînavî ya faşîzmê.

Vê dawiyê ji zîndanan gelek cenaze jî derketin. Zîndanên dewleta tirk bûne zîndanên mirinê. Mehmet Sevînçê ku 28 sal in di zîndanê de bû, çendê hanê di hepsê de hate qetilkirin. Nexweş bû, bernedidan, zilmê pê didan kişandin. Di rewşek wiha de sedema mirinê çi dibe bila bibe, yên pêk tê cînayet e. Yên vî cebrî pêktînin jî qatîl in.

Derdê dewletê aşkere ye. Ew, ji bo hukumraniya takekesî, ji bo faşîzma zordar bi cî bibe, her cûre xerabî pêkanî. Lê bi serneket. Niha jî tola xwe zêdetir ji zîndaniyan digre.

Ev qiryarên qirêt tenê bi huquqa dijminatiyê tê binavkirin.

Bêgûman, ew ê zîndanî teslîm nebin, berxwe bidin. Lê ya esasî bertekên civak in. Civak di rewşeke wiha de nikare temaşe bike. Temaşekirin, piştgirî ye. Qatîl ji temaşekirinê hêz digrin. Çênabe civak temaşe bike û bi awayekî bibe piştgirê qatîlan.

Aliyek muxalefetê jî vê zilmê nabîne, paştgoh dike. Îşkenceyên li zîndanan tên kirin wekî binpêkirina mafan pênase nakin. Ew, bi vê helwesta xwe ve şîrîkê îşkenceyê ne.

Wezîfe li ser milê wicdanê ye. Divê yên xwedî wicdan lezbikin. Di serî de HDP, muxalefeta pêşwerû û demokrat divê rola xwe baş bileyze. Wext teng e. Doza herî heq pêşîlêgirtina îşkence ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar