Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Zînî Wertê xaka kurdan e, çi karê leşker û MÎT’a tirk li wir heye?’

Aloziya li Zînî Wertê ya ku piştî şandina hêzên pêşmergeyan li herêmê derketî hê jî didome. Têkildarî mijarê ji gerîlayên HPG’ê Çekdar Germiyanî ji ANF’ê bi Dalyan Denîz re axivî.

Çekdar Germiyanî diyar kir ku bûyera li Zînî Wertê bûyereke ji rêzê nîne û wiha got: “Heke helwesta kurdan yek be, dewleta tirk bi leşkerên xwe û bi tangên xwe û bi artêşa xwe ve wê nekare bikeve axa başûrê Kurdistanê. Dê Ciwanên kurdan jî ji bo sixuriyê, ji bo pereyan neyên bikaranîn. Ev hişmendiya qirker dixwaze xwe bihost bi bihost li Kurdistanê serwer bike. Divê destur neyê dayîn. Heke gerîla nebe, tu destkeftiyên kurdan dê nemînin. Gerîla di her wextê xwe de û ji bo çar parçeyên Kurdistanê xwe kiriye mertal. Lîstikên dewleta tirk ên li ser Başûr tên zanîn. Hewcehî bi berxwedan û hevgirtina kurdan heye. Hêz û berxwedana gerîla ji bo Kurdistanê ye û kurd jî pê serbilindin.”

Germiyanî destnîşan kir ku prensîbên kurdan hene û wiha pê de çû: “Divê hikûmeta başûr hesasîyetê kurdan li ber çavan bigre. Tu civak, tu partiyên siyasi, tu welatparêz ji bûyera Zînî Wertê dilxweş nînin. Tu kurd û bawermend jî dagirkeriya artêşa tirk a li Başûr qebûl nakin.”

‘Geşkirina têkoşînê erka her kurdekî ye’

Herî dawî jî Germiyanî ev tişt anî ziman: “Ji bo ku destkeftiyên kurdan neyên windakirin, her ciwanekî kurd dikare di nav refên tevgera PKK’ê de cihê xwe bigre. Geşkirina têkoşînê erka her kurdekî ye. Ji bo axa Başur nekeve bin lingan, çi ji destê wê were divê bike. Berxwedana gerîla ya li hemberî her cure faşîzmê jî biwate ye. Di her merheleyê de gerîlayên PKK’ê li hemberî êrîş û gefan li ber xwe dane. Ev berxwedana gerîlayan, li Şengal, li Kerkûk û li her bajarekî ku kurd parastina welatê xwe dike, di sengeran de jî şerê DAIŞ’ê kiriye. Divê ji dagirkeran re derî neyên vekirin. Mesela çi karê artêşa tirk, MÎT’a tirk, li Zînê Wertê heye. Zînê Wertê jî cih û warê kurdan e.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar