Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ziravê wan qetiya!

Piştî ku pêngava ‘êdî bes e ji tecrîd, dagirkerî û ji faşîzmê re’ hate îlankirin û li hemû parçeyên Kurdistanê xwedî lê hat derketin, xuya bû dê dewleta tirk bersivê bida. Dîsa xuya bû ku dê li hundir û derve, operasyonan bikira. Ji ber ku mirina xwe di pêşketina pêngava têkoşîna demê de dibîne.

Ji ber vê yekê jî pêşî li hundir li ser HDP’ê operasyon da destpêkirin. Pêşî bi boneya bûyerên Kobanî gelek kes hatin girtin; paşê ref bi ref li bajaran, wek girtin û desteserkirin da destpêkirin. Herî dawî jî hevşaredarê Şarederiya Qersê Ayhan Bîlgen hate girtin û qeyûm avêtin Şaredariya Qersê. Bêguman bi van operasyonan gelek armancên wê hene, lê sedema herî sereke şikandina bandora pêngavê ye ku hatiye destpêkirin. Faşîzma AKP-MHP’ê pir ditirse; ji hêrsa gel, daketina gel a kolanan pir ditirsin. Dizanin ku ev car gel dakeve kolanan, felek bibe bavê wan ew xelas nabin. Ji ber ku bi rêxistin nebe û danekeve kolanan her tiştî dike. Nahêle sê kes werin cem hev. Hatina sê kesî li cem hev, nav û dilê wan diqetîne. Dizane ku sê wê bibin komek, komek wê bibe gelek, gel jî dê bibe xezebek û bibare li ser serê wan. Dizane ku kesî serî netewandiye û herkes di nav berxwedanê de ye. Ger dem were dê biherike…

Armanca pêngava ‘êdî bes e ji tecrîd, dagirkerî û ji faşîzmê re’ bi serhildan û berxwedanê hilweşîna AKP-MHP’ê ye. Ji xeynî vê armancê jî tu tişt gelê kurd xelas nake; an wê faşîzma AKP-MHP’ê gelê kurd qir bike yan jî ev pêngav dê wan têk bibe. Nîvrê nemaye êdî.

Hê ji destpêka pêngavê bandorek, moralek coşek ava kiriye. Hêrsek bendewariyek, lêgerînek û tevlîbûnek ava kiriye. Li Ewropa û parçên Kurdistanê daxuyanî û xwedîderketin vê dide xuyakirin. Piştî êrîşa li HDP’ê xwedîderketina raya giştî, vê dide xuyakirin.

Xuya ye wê xwedî li vê pêngavê bê derketin û li pêş bikeve. Ne rojek, ne mehek, ne salek e… ev pevajoyek e û heta bigihêje armanca xwe wê bidome. Derfet û îmkanên têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ji hemû dêman bêhtir e. Her diçe bi serserkî ber bi jêr de diçe. Hê ji di destpêkê de ewqas ziravqetî bûne, xwedê dizane dema li pêş bikeve wê çi bibe!

Nûçeyên Têkildar