Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Zîzek: Em ê jinûveavakirina demokrasiyê ji we kurdan hîn bibin

Feylosof Slavoj Zîzek bû mêvanê konferansa li Zanîneha Kobanê. Zîzek di konferansê de bal kişand ser demokrasiyê û wiha got: “Em ê jinûveavakirina demokrasiye ji we kurdan hîn bibin.”

Feylesof Slavoj Zîzek bû mêvanê Zanîngeha Kobanê. Zizek bi konferanseke online li ser mijara “Gelo Roja Îro Demokrasî Hîn Hilbijardeyek e?” tev li konferansê bû.

Konferansa ku ji aliyê akademîsyen Sardar Saadî ve hat birêvebirin di destpêkê de civaknas Engîn Sustam, profesor û feylesof Slavoj Zîzek da nasîn. Ders li ser hesabê zanîngehê bi awayekî zindî hat weşandin.

Hin beşên ji axaftina Slavoj Zîzek ên ku li ser hesabê bi navê #BiosEthosPoliticus hat parvekirin wiha ne;

“Kurdino! We bi komeke entelektuel utopyayeke defacto pêk anî. We kurdan tenê ne navê berxwedanê, navê pergaleke nû jî ava kir û hûn bûn nîşaneya vê pergala nû.

Ji bilî hin îstîsnayên wek we kurdan êdî mirovahî her diçe parçe parçe dibe û êdî em nikarin qala demokrasiyeke lîbaral jî bikin. Peyra şoreşê tenê ne temsiliyeta civakan tenê ye. Li gel vê yekê peywir ew e ku şoreş berê xwe bide daxwazên mirovan jî.

Îdeolojî ne tiştekî razber (ne ber bi çav) e lê pergala nirxan e. Îdeolojî, di liv û tevgerên me yên rojane de ye. Çawa em dizewicin, çawa em dixwin û hez dikin; ev îdeolojî ye.

Qeyran bi hilbijartinan (elections) nayên çareserkirin. Jixwe li gel we piştevanî heye, hilbijartin jî di vê xalê de dibe fonksiyonek. Dibe ku li dijî hevdû derketinek jî çêbibe lê li derdora rêgezên bingehîn lihevhatin jî pêkan e. Helbet ev ne ew tiştek ku em îro xeyala wê bikin. Demokrasiya lîberal, peymaneke bingehîn ferz dike. Wekî Hegel jî balê dikişîne ser, kevneşopiyên rojane. Tiştên ku civakê ligel hevdu dihêle jî ev yek e. Rêgezên civakî yên bênivîs ango devkî, gotinî ne. Îro tişta derdikeve holê jî ev yek rêgez in devkî ne û tişta ku pêşî li qeyranan vedike jî ev e.

Tê bîra we dema ku Amerîkayê pişta xwe da we kurdan, hûn ji aliyê antî-emperyalîstan ve wek hevkarên Amerîkayê yên xebatê hatin sûcdarkirin? Ev yek, di rewşa we ya şênber de bû dereweke bingehîn.

Hûn kurdên ku dersa bingehîn a Marksizmê niha bi awayekî şênber dijîn: Li welatekî ku zilm heye rastî (truth) ne bêalî ye. Ancax hûn dikarin rastiyê di şexsên wan kesên rasteqîn û yên herî zêde hatine tunehesibandin de formûle bikin. Rastî kategoriyeke bi bandor e. Ev nayê wateya ku dê her kes ji bo vê yekê canê xwe feda bike.

Divê demokrasî bi awayekî radîkal ji nû ve bê sazkirin. Em ê vê ji we kurdan hîn bibin. Divê em ji nû ve li serê bifikirin; qesta we ji demokrasiyê çi ye.

Hûn gelê kurd û tevgera azadiyê, hûn neçar in pragmatîst bin. Bi rastî ez dixwazim serdana rojavayê Kurdistanê bikim.

Hûn kurd modela min in. Lewra divê em universalîzmeke (dergûnîbûn) nû ava bikin. Hûn mûcîze ne… Erê demokrasî hê jî tê bikaranîn lê divê ji nû ve bê keşifkirin.

Li welatê zilm û zordarî hebe, rastî ne bêalî ye.” Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar