Pisporên erdhejê dibêjin ku piştî erdhejên Mereşê, xetên fayê yên nêz jî ketine stresê û dibe ku erdhejên nû çêbibin. Yek ji herêmên ku tê gotin dê erdhej lê çêbibe jî Colemêrg û derdora wê ye. Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur da zanîn ku piştî erdhejên Mereşê, ji ber erdhejên li ser xeta fayê ya Rojhilatê Anatoliyayê li bendê ne ku li Colemêrgê erdhejeke mezin çêbibe. Gorur, wiha bal kişand ser xetereya heyî: “Erdhejên Mereşê xeta fayê ya Rojhilatê Anatoliyayê xist nava liv û tevgerê. Lewhaya erebistanê ber bi bakur ve çû. Li gorî min dibe ku zext li herêma bakurê Colemêrgê kiribe. Ez wê herêmê jî di çarçoveya daneyên zanistî de hişyar dikim. Ez dibêjim ku divê mirov baldar be. Lê ez qala demê nakim.” Di heman demê de Midûrê Navenda Rêveberiya Karesat û Lêkolîna Erdhejê û Sepandinê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Doç. Dr. Azad Saglam Selçuk jî diyar kir ku Colemêrg yek ji herêmên xetere ye û ev tişt anî ziman: “Zona fayê ya Gever-Şemzînanê xwedî potansiyela erdhejeke ser pileya 7’an e. Ev rastiyeke ku Gever û Şemzînan li benda erdhejeke mezin e.”
AFAD bi planên xwe re berovajî tevgeriya
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) di sala 2014’an de hem ji bo Kurdistanê û hem jî bo Tirkiyeyê Plana Mudaxileya Karesatê parve kir. Di planê de wiha tê gotin: “Bi Plana Mudaxileya Karesatan re em li hemberî rewşên lezgîn pir amadetir in. Di rewşeke karesatê de bi TAMP’ê re her kes dizane dê di kêliyê de çi bike û di nava organîzasyoneke çawa de cih bigire.” Lê belê bi erdhejên 6’ê sibatê aşkere bû ku yek ji van planan jî pêk nehatiye. AFAD û saziyên girêdayî wê di 72 saetên destpêkê de xwe negihandin herêmên erdhejê û vê jî kir ku gelek welatî ji sermayan an jî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest bidin.
Mirina bi hezaran mirov di encama daxûyaniyên ne rast de pêk hat
Her wiha di plana behsa xeberê de wiha jî tê gotin: “Yek hêmayên piştevaniya TAMP’ê dike jî, ji bo di dema karesatê de alavên cihê mayînê yên demkî di dema xwe de bigihin herêmên karesatê, li seranserî Tirkiyeyê 27 Depoyên Lojîstîkê yên Herêma Erdhejê û 54 Piştgiriya Lojîstîkê hene û TIR’ek di nava deqeyekê de tê barkirin û şandin û ev alav-amûr bi rêya pergalê ji dûr ve tên şopandin. Dê di demekî kintir de, li qadeke berfirehtir, bêhtir can bên xelaskirin.” AFAD girêdayî Wezareta Karên Hundir e û wezîrê wê Suleyman Soylu 11 roj piştî erdhejê li xwe mikûr hat ku ew ji bo erdhejê amade nebûn. Soylu got; “Amadekariyên me ji bo erdheja Stenbolê bûn.” Di erdhejê de bi rojan piştre mudaxileyî kavilan hate kirin, bi hezaran welatî di bin kavilan de li benda mirinê man. Her wiha pirsgirêkên welatiyên rizgar bûyîn jî nehatin pêşwazîkirin. Bi ser erdhejê re mehek derbas bû lê hêj jî pirsgirêkên weke cihê mayînê, xwegermkirinê, av, ceyran û hwd. berdewam in.
Planên wek yê 6’ê sibatê ne
Di Plana Kêmkirina Xetereya Karesatê ya Colemêrgê de ku di sala 2021’an de hatiye amadekirin, ev nirxandin tê kirin: “Heke erdhejeke mezin a îxtîmalî li Colemêrgê çêbibe, dê beşekê mezin a bajar jê bibandor bibe.” Herêma Colemêrgê li ser zona faya çalak e. Zêdetirî sê fayên çalak li navendê û derdora wê re derbas dibin. Tevî ku ji bo bajar gelek hişyarî tên kirin jî, avahiyên ji 9 qatan bilindtir tên çêkirin. Di planê de qala Geverê jî tê kirin û tê gotin ku heke erdhejek çêbibe dê tevahiya navçeyê jê bandor bibe. Bi domdarî di planê de ji bo Colemêrg û derdora wê ev tespît hatiye kirin: “Segmenta Colemêrg a Faya Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê, Zona Fayê ya Gever û Colemêrgê û Faya Elbakê xwedî wê potansiyelê ye ku di demekî nêz de rê li ber erdhejê veke. Yek ji talûkeyên din jî ev e.”
Dewlet hê jî li pêy berjewendiyan e
Di Plana Kêmkirina Xetereya Karesatê de ji bo TOKİ’yên nû hatine çêkirin puaneke baş hate dayîn. Di planê de ji bo TOKÎ’yên nû wiha tê gotin: “Avahiyên TOKÎ’yên nû li gorî danezana erdhejê hatine çêkirin û li ser yekîneyên hêza wan barkişînê xurt hatine avakirin. Ev yek jî avantaje.” Di planê de tê destnîşankirin ku gelemperiya avahiyên li bajar li gorî stoka avadaniyan ve xerab e û tevî bi ser re 2 sal derbas bûne jî li bajar tu xebatên xurtkirinê nehatine kirin.
Qeyûm dibêje ‘Dewleta me her cureyên tevdîran girtine’
Tevî hişyariyên pisporan û rastiya ku AFAD’ê raxistiye ber çavan jî, qeyûmê Şaredariya Colemêrgê Îdrîs Akbiyik li bajar tu xebat nemeşandiye. Akbiyik dibêje; “Hewcehî bi fikaran nîne, dewleta me her cureyên tevdîran girtine.” Akbiyik, di civîna Nirxandina Plana Kêmkirina Xetereya Karesatê de axivî û ev îdia kirin: “Li Colemêrgê tevdîrên pêwîst hatine girtin. Em ê xebatekî qadê nekin lê belê em ê lê binêrin bê ka kîjan avahî dikare bê bikaranîn an na. Xwedê dizane bê ka erdhej dê kengî çêbibe. Tirkiye herêma erdhejê ye. Dibe ku îro jî çêbibe, dibe ku sibe jî bibe. Dibe îsal an jî 10 sal piştre jî çêbibe. Hem civak hem jî dewleta me hemû amadekarî kirine. Ji bo erdhejeke îxtîmalî me hemû cureyên tevdîran girtine.”
Fermandarê Cendirmeyan ê Bajar Tumgeneral Coşkun Sel û Midûrê Emniyetê Salavat Mete Pinar jî tev li civîna Akbiyik bûn û vê yekê rê li ber rexneyan vekir.
STO’yên bajar bifikar in
Rêxistinên civaka sivîl ku qeyûm nahêle tev li planên ji bo bajar bibin jî ji ber pêşeroja bajar bifikar in. 36 rêxistinên civaka sivîl ên Colemêrgê û Yekitiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Colemêrgê (HESOB) têkildarî erdhejê û plana çalakiyê ya lezgîn civînek li dar xist û encamên wê bi raya giştî re parve kirin. Piştî civînê, rêxistinên civaka sivîl û HESOB’ê di 23’yê sibatê de xwestin bi waliyê Colemêrgê û qeyûm re hevdîtinê bikin. Lê hêj bersiva wan nehatiye dayîn. Serokê HESOB’ê Muhrarem Tekîn gotina qeyûm a “Dewleta me hemû tevdîr girtine, bila kesek gel netirsîne” rexne kir û da zanîn ku ji bo bajar tevdîrên pêwîst nehatine girtin.
‘Tu tevdîr tune û gel bi fikar e’
Serokê HESOB’ê Muhrarem Tekîn, bertek nîşanî nebersivandina daxwaza wan a hevdîtinê da û wiha bi dawî kir: “Weke pêkhateyên bajar em li derveyî pêvajoyê tên hiştin. Walî dibêje me tevdîr girtine lê tevdîreke ku gel dizane tune ye. Gel, ji ber hişyariyên pisporan bifikar e. Divê ji bo gel tiştekî bibêjin. Dibe ku tekane rêya tê bajar bê girtin. Bajar ji xwe herêma hezazê ye. Tu rêyên alternatîf nînin û gel bifikar e. AFAD di plana xwe de dibêje depoyên lojîstîkê li bajar hene. Lê tenê depoyek heye û kesek nizane bê ka alav û amar tê de hene yan na.”
Agahiyên nerast gel zêdetir dixe nava fikaran
Fikarên gel ên ji bo erdhejê berdewam in û hinek gotinên li bajar belav dibin, gel hîn bêhtir dixin nava fikaran. Di rapora AFAD’ê de tê gotin ku TOKİ’yê nû ji bo erdhejê qahîm in. Li gorî agahiyan, ji cîgirên walî heta midûran, gelek kes berê xwe dide van avahiyan û ev yek jî fikarên gel hîn zêdetir dikin.