Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...
Cumartesi - 29 Haziran 2024

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Zozan Çewlîg: YJA Star hêza xwe ji Rêber Apo digire

Ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîg diyar kir ku li hemberî konsepta îmhayê YJA Star bi îlhama ku ji Rêber Apo digire ve li ser hêza xwe ya cevherî heta misogeriya azadiyê sala 2023’an pêşwazî kir û wiha got: “YJA Star bi hêza xwe ya cewherî îsal kir saleke dîrokî ya berxwedanê.”

Ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîg tevlî bernameya taybet ya Stêrk Tv’yê bû. Di bernameyê de pirsên rojnamevan Tekoşîn Axîn bersivand. Fermandar Zozan Çewlîg geşedan û pêşveçûnên sala 2023’an nirxand û wiha got: ‘Em ê çareseriya xwe bi xwe ava bikin. Ev bedelên hatine dayîn wê teqez bigihêje serkeftinê. Em ji sala nû re amade ne.”

Nirxandinên ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîg wiha ye:

“Beriya ez bersiva pirsa we bidim; wekî tê zanîn YJA Star di sala 2023’an de wekî artêşbûna jin 30 saliya xwe tije kir. Di artêşbûna me de keda herî mezin meşa şoreşê ya 50 salan a Rêber Apo ye. Em bi vê boneyê Rêber Apo silav dikin. Hezkirin, minetdarî û girêdana xwe ya bêdawî pêşkeşî wî dikin. Her wiha hêzên hegemonîk û yên planên qirêj dixin meriyetê dixwazin bi vê tecrîda hişk re jiyanekî bê Rêbertî fêrî me bikin, lê ev ne gengaz e. Lewra em vê siyaseta qirêj û van hêzan bi tundî, bi kîn û nefretekî mezin şermezar dikin. Niha şerê herî giran li Îmraliyê li ser Rêber Apo tê meşandin. Rêber Apo di despêkê de wekî jin ji bo me tê wateya hebûn, nasname û lêgerên azadiyê. Em ê tu caran jiyanekî bê Rêber Apo nepejirînin. Em ê her tim hem wekî jin û hem jî wekî gelê kurd bi Rêber Apo re jiyîn û jîndarkirinê ji xwe re esas bigirin. Dîsa di zindanan de jî berxwedaniyekî di bin dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin. Wekî gerîlayên YJA Starê em berxwedaniya zindanan silav dikin.

‘YJA Starê îsal kir saleke dîrokî ya berxwedanê’

Sala 2023’an salekî şer ê pir dijwar bû. Di vê salê de di pêşengtiya leheng û fedayiyên Rêber Apo de ev şer bi serkeftî û performansekî bilind hat meşandin. Di giştî qadan de jinan ji salê re pêşengtî kirin. Dewleta tirk a dagirker di bin navê plana çogdanînê de li hemberî tevgera azadiyê di nava şerekî yekpare de ye. Di astekî herî qirêj de bênavber ev şer dewam dike. Ev rewş di erdhêja 6’ê Sibatê ya ku beşekî girîng Kurdistanê jî dixist nava xwe de jî dewam kir. Rûxmê êrîşên artêşa dagirker pir dijwar jî dimeşiya lê ji ber ev keraseta bi serê civaka me de hat bi bangewaziya KCK’ê re wekî hêzên YJA Star û HPG’ê em ketin rewşa parastina pasîf. Bi qasî 4 mehan heta piştî hilbijartinan li Tirkiyeyê jî ev rewşa bêçalaktî berdewam kir. Rastî jî ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê, ji bo desthilatdariya li Tirkiyeyê derfetekî mezin bû ku ji pirsgirêka kurd re çareserî bide ava kirin. Lê desthilata Tirkiyeyê vê rewşê baş nenirxand, berovajî ji Şengalê heta Rojava, li çar aliyê Kurdistanê êrîşên xwe yên qirker domand. Dîsa bi girtin û binçavkirinan li  ser gelê me yê Bakurê Kurdistanê dem bi dem pêlên qirkirinên siyasî dan destpêkirin. Her wiha li hemberî konsepta îmhayê YJA Star bi îlhama ku ji Rêber Apo digire ve li ser hêza xwe ya cevherî heta misogeriya azadiyê sala 2023’an pêşwazî kir. YJA Star bi hêza xwe ya cewherî îsal kir saleke dîrokî ya berxwedanê.

‘Li ser xeta fedayîtî ya Rêber Apo şer û têkoşînê dimeşînin’

Jixwe dewleta tirk a faşîst dîroka wan dîroka sûc e. Em bawerin ku li cihanê tu dewletekî wiha dîroka wî bi sûcan barkîrî nayê peydakirin. Ji ber dewleta tirk hebûna xwe di tunekirina civakan, ol û çandan de ava kiriye, ew hîn di serî de dewletekî sûcdar e. Em vê rastiyê baş nas dikin. Ev dewletekî wiha ye ku leşkerên xwe jî dişewitîne. Li hemberî gerîla di sala 2023’an de jî bêhed kîmyasal û çekên qedexekirî şixûlandin. Armanca wan li vir şikandina îradê ye. Lê ev rastî jî dîsa xwe dide der, gerîlayên ku li ser xeta fedayîtî ya Rêber Apo şer û têkoşînê dimeşîne, tu caran nakevin. Vîna wan naşkê. Ji bo wê berê xwe dide gelê me. Ez dixwazim mînak bidim; hevrêyên me yên ku di şer de şehîd dikevin ji bo me pîroz in. Ew rûmeta me û vî gelî ne. Ji bo vîna malbatan bişkîne van hestiyên hevrêyên me di qutiyan de ji malbatan re rê dikin. Ev jî sûcekî şer e. Lê malbatê me dizanin ev rûmet e, wiha jî heta niha pêşwazîkirin e. Divê wan dayikên me bizanin. Ew hestiyên di wan qutiyan de tên teslîmkirin, rûmeta Kurdistanê ye, rûmeta gelê kurd e, ew xwesteka azadiya gelê kurd e. Ji bo vê dayikê me divê serbilind bibin, jixwe wiha jî kirin. Gerîlayên Kurdistanê jî wiha şer dike, bi vê zanistê bi ser dijmin de diçe. Her şehîdek hêrsa tolhildanê mezintir dike. Asta çalakiyan ên YJA Starê de jî yê bandor kir ev hêrsa tolhildanê û teşhîrkirina van sûcan bû. YJA Star di bingeha serkeftina wê de ev xwestek hebû, wiha di nava salê de çalakiyên xwe pêş xist.

‘Şehîd Leyla di artêşbûna jinan de xwedî kedekî mezin bû’

Bi vê boneyê ez fermandarên me Leyla Sorxwîn, Axîn Mûş, Hêjar Zozan, Gulçiya Gabar, Baharîn Efrîn, Heval Dilgêş û giştî şehîdên sala 2023’an bibîr tînim. Bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim. Dagirkeriyê xwest li hemberî bakurê Kurdistanê stratejiya bê gerîla hiştin bixe meriyetê. Lê bi saya van hevrêyên me, di pêşengtiya YJA Starê de pêk nehat. Hevrê Leyla di despêka artêşbûna me de ji Botanê dest pê kir û heta roja me anî. Ew di artêşbûna jinan de xwedî kedekî mezin, di YJA Starê de fermandereke pêşeng bû. Ew sekneke tol rakirinê bû. Sekna wê her tim ji bo me mînak bû. Hevrê Leyla di şer û jiyanê de xwedî sekneke xeta berxwedanê de bilind kirinê bû. Pêngava şoreşgerî ya ku bi navê Leyla Sorxwîn hat destpêkirin nîşan da ku girêdana mezin bi vê xetê re heye. Her şehîdek di vê watê de xet hîn zelaltir dikin. YJA Star jî di şopa fermandara xwe de salê giştî bi biyardariya tol rakirina şehîdan pêşwazî kir û wiha tevlî sala 2023’an bû.

‘Hêzên YJA Starê hem xwe parastin, hem jî li dijmin dan’

Danehevekî mezin ê tekoşînê yê YJA Starê heye. Di vê salê de danehevên 30 salan gihîşt lûtkeyê. Bi taybetî di sala 2023’an de YJA Star hem bi çalakiyên xwe mohra xwe li salê da, hem jî di şer de pêşengtî kir. Di sala borî de hevrê Sara û hevrê Rûken çawa ku diyar kirin, di vê salê de jî bi çalakiya fedayiyên Rêber Apo Erdal û Rojhat re ev xet hîn bi xurtî hat mîsogerkirin. Ev çalakî moraleke mezin da avakirin, peyameke girîng da. Dijmin dixwaze şer ji Tirkiyeyê derxîne, bê ku kes pê bihese qirkirina Kurdan temam bike. Lê fedayiyên Rêber Apo rê nadin, li her derê li dagirkeran didin. Di sala 2023’an de bi taybetî li Rojavayê Zapê pêşengtiya YJA Starê pir li pêş bû. Mînak didim, çalakiyên êrîşê, yên serdegirtinê, çalakiyên kordînekirî hatin meşandin. Li Rojavayê Zapê qada Şehîd Delîl de gelek pêşengên jin derketin, yek ji vana jî hevrê Doga bû. Em bi rêzdarî bibîr tînin. Berpirsiyara tîmên bitevger bû. Hem di eraziyê de hem jî di tûnelên şer de di astekî girîng de rista xwe pêk anî. Di gelek çalakiyan de cihê xwe girt. Bû pêşenga teqtîka demê. Hêzên YJA Starê hem xwe parastin, hem jî li dijmin dan. Ev girîng e. Ji çekên giran heta sabotajê gelek teqtîk bi destê gerîlayên jin pêş ketin. Di vir de pisportiya jin derket holê. Ji bo par û îsal bibêjim. Asta îsal hîn bilindtir bû. Pisporiya jin pir li pêş bû û di şer de pir diyarker bû. YJA Star êdî rêbazê şer girtiye. Li Metîna, Avaşîn, Xakurkê, Zap li Bakur gerîlayên jin hebûn û di nava şer de bûn. Mînak, di çalakiya Girê Cudî de hevalên jin ketin nava dijmin, lê dan û çek rakirin. Ev girîng e. Di sala 2023’an de 510 çalakiyên YJA Starê pêk hatin.

‘Li derveyî serkeftinê tiştekî din wê neyê qebûlkirin’

Sala 2023’an çawa salekî şer bû, sala bê jî wiha be. Niha pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ didome. Em wekî hêzên YJA Starê xwe li hemberî vê pêngavê berpirsiyar dibînin. Ev tecrîda heyî nayê qebûlkirin. Em şerê xwe ji bo rakirina vê tecrîdê didin meşandin. Em ê tu caran gavekî li paş navejîn. Berdêl çi dibe bila bibe, em ê bidin û em ê azadiyê pêk binin. Tarz û teqtîka demê di 1’ê Cotmehê de li Enqerê ji aliyê Rojhat û Erdal ve hatin diyarkirin. Ew ê di vê salê de xeta Zîlanan, xeta Sara û Rûkenan de bimeşe. Tarzê demê êrîşê ev e. Li derveyî serkeftinê tiştekî din wê neyê qebûlkirin. Ew ê salekî serkeftî yê YJA Starê be. Ew ê salekî dijwar be, em ê bi ruhê Leyla Sorxwînan, Axîn Mûşan re bikevin sala nû. Ji bo serkeftina pêngavê em ê derveyî serkeftinê tu rêyekî din nedin pêşiya xwe. Hêza me ya esasî ya cewherî ye, bi vê zanistê re em ê derbên pêwîst li dagirkeran bidin û di nava şerekî dijwar de salê bibin ber bi mîsogerkirina serkeftinê. Em ê çareseriya xwe bi xwe ava bikin. Ev bedelên hatine dayîn wê teqez bigihêje serkeftinê. Em ji sala nû re amade ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar