Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Zozan Çewlîk: Divê gelê me li dijî êrîşan xweparastina xwe xurtir bike

Ji fermandarên NPG'ê Zozan Çewlîk diyar kir ku di dema pêş de wê şerekî giran û berfireh biqewime û ev tişt anî ziman: “Gelê me, hêzên çep, sosyalîst, demokratîk, hêzên dijberê sîstemê û tevgerên azadiyê yên jinê divê li gorî vê yekê di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de tevnên xwe yên xweparastinê xurtir bikin û berxwedanê berfireh bikin."

 

Ji fermandarên Navenda Parastina Gel Zozan Çewlîk çalakiya 1’ê Cotmehê ya li hemberî Wezareta Navxweyî ya Tirk ji aliyê endamên Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve hate kirin û şerê li Filistînê pirsên ANF’ê bersivand.

1’ê Cotmehê li Enqereyê li hemberî Wezareta Navxweyî ya Tirk çalakiyek hate lidarxistin. Girîngiya vê çalakiyê çi ye? Xwedî peyameke çawa ye?

Kêm maye ku meha Cotmehê ya sala 2023’an bi dawî bibe. Di meha cotmehê ya îsal de geşedanên germ qewimîn. Çalakiya Enqereyê ya dîrokî û stratejîk ku 1’ê cotmehê hevrê Rojhat û Erdal pêk anîn, nîşan kir ku meha Cotmehê wê mîna mehên din derbas nebe, wê geşedanên awarte destpê bikin. Piştre bûyerên mîna wê nehatî dîtin, qewimîn. Dîsa pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hat destpêkirin û pêngava Rêbertî pêl bi pêl belavî 74 welatan bû.

Di rastiyê de çalakiya Enqereyê ya 1’ê Cotmehê pîvana tevlîbûna demê diyar kir. Nîşan da ku wê çawa bibe şervanê azadiyê, lêgerînvanê heqîqetê, parêzvanê edaletê û li dijî sîstemê rabe. Çalakiya hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn mîna çalakiya hevala Zeynep Kinaci ye ku 30’ê Hezîranê pêk anîbû. Em bi çalakiya Enqereyê ji nû ve ketin nava hesabpirsîneke ji sîstema mêtinger, faşîst û qirker. Bi pêşengiya şehîdên xwe yên fedayî Rojhat û Erdalan em ketin vê demê. Çalakiya Enqereyê ya 1’ê cotmehê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî, bû silavkirina gerîla ya ji pêvajoya pêngavî re. Li dijî konsepta tasfiyekirinê ya li hemberî Rêberê me, tevgera me, gelan û jinan, li dijî berpirsyarên vê konseptê bi taybetî jî Erdogan, ev çalakî çalakiyeke hişyarkirinê bû.

Divê ev yek bê zanîn ku çalakiyên bi vî ruhî têne kirin wê timî bêne lidarxistin. Di nava tevgera me de rastiya fedayîtiyê bi hevala Zîlan re formasyonek nû bi dest xist û ji nû ve hat nasandin. Di salên piştre de dewam kir û veguherî tarzê çalakiya herî radîkal û herî bingehîn a gerîla. Em di demek wisa de ne ku ji hînkerên pratîkên mûazam ên berê û ji nebesiyên ku di tarzê têkoşîna me de derketine ders digirin û hemû rêyên serkeftinê nîqaş dikin. Eger tevgerekê mîlîtînanên wisa ava kiribûn ku bi mejî û dilên xwe bûne fedayî, ne pêkan e ku ew tevger were tasfiyekirin. Hevalên Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ku şopdarên Zîlan, Bêrîtan, Rewşen, Bermal, Zinar, Doga, Sara û Rûkenan e, nîşanî hêzên modernîteya kapîtalîst kirin ku wê ew nekarin ruhê mirovên rast û azad bikirin û kesên wisa hene ku di mirovahiyê de israr dikin. Wezareta karên hundir û berpisyarên îstixbaratê, heta ku fermandariya me daxuyanî nedayî navê van hevrêyên me yên hêja nekarîn tespît jî bikin. Bi çalakiya Enqereyê re gumanên hêzên dewletê zêde bûn û hema bibêje kêm mabû wezîrê karên sûc ên berê Suleyman Soylû wê ji çalakiya fedayî ya li Enqereyê berpirsyar nîşan daban.

Nîqaşên fêmkirina çalakiya Enqereyê û encamên wê, hem li Tirkiyeyê û hem li cîhanê belav bûn. Di demek wiha de, hêzên Hamasê bi plan, rêxistinkirî û tarzeke bi bandor ji hewa, deryayê û bejahiyê û bi gelek rêyên din 7’ê cotmehê li dijî Îsraîlê çalakiyeke piralî pêk anîn. Hîna jî hin aliyên vê êrîşê hene ku werin fêmkirin. Helbet divê hesab û planên li piştperdeyê jî werin fêmkirin. Ji ber ku di van salan de ku şerê cîhanê yê sêyemîn diqewime, piştî 7’ê cotmehê û vir ve li cîhanê û Rojhilata Navîn wê êdî ti tişt mîna berê nebe. Rojhilata Navîn û cîhan ji nû ve tê dîzaynkirin. Ev pêvajo bi rengekî kaotîk didome û gelek hêz bi pragmatîk nêzî vê pêvajoyê dibin, lewma divê em jî fêm bikin û ji nêz ve bişopînin. Helbet armanca hêzên emperyalîst û Hamasê çi dibe bila bibe, doza bi maf a gelê Filistînê nayê nixumandin. Çawa ku êşên gelê kurd û Filistînê her du gelan nêzî hev dikin, berxwedana wan a bi rûmet a li dijî zilmkaran jî wan nêzî hev dikin.

Cîhan li hemberî gelê kurd durû ye, bi heman rengî li hemberî gelê Filistînî jî durû ye. Hêzên hegemon ji bo berjewendiyên xwe, gelê Filistînê, jinan û zarokan qurban dikin. Qirkirina li hemberî gelê Filistînê tê kirin, rewa tê dîtin lê têkoşîna bi maf a gelê Filistînê jî ne rewa tê dîtin. Em carek din şahidiyê dikin ku rastî tên berovajîkirin. Recep Erdogan hewl dide ku ji vê rewşê sûd werbigire. Çawa ku dewleta tirk bi pragmatîst nêzî şerê Ûkraynayê bibe, hewl dide ji vî şerî jî sûd werbigire. Tê armanckirin ku li herêmê pêleke nû ya netewperest û olperest were avakirin. Divê mirovahiya pêşverû, hêzên demokratîk, jin, ciwan û hêzên li dijî sîstemê bibin dengê wijdanê mirovahiyê û ji vê bêexlaqiyê re bibêjin bes e. Encex hêza rêxistinkirî û îradeya gel dikare pêşî li vê şerê qirêj bigire. Yên berê gotine, ‘eger tu êş hîs bikî tu zindî yî, lê tu êşa kesên din hîs bikî tu mirovî.’ Divê yekîtiya çarenûsê ya gelê Filistîn û kurd, yekîtiya êşa wan hîn zêdetir têkoşîna wan hevpar bike. Di pêvajoya ji vir û şûn de jî, divê li ser bingehê paradîgmaya netewa demokratîk tifaqa kurd-ereb weke tifaqeke stratejîk pêş bikeve.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û şerê di navbera artêşa dagirker û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de dewam dike. Asta heyî ya şer çi ye?

Her çiqasê ku rojev bi şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de tejî derbas bibe jî, eger em şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tê kirin binirxînin; berê jî dem bi dem ji aliyê fermandariyên me û rêveberên tevgera me ve hin nirxandin hatin kirin. Sala 2023’yan jî bû saleke şer a dijwar. Bi taybetî jî bi êrîşên li Bakurê Kurdistanê re, êrîşên dagirkeriyê hatin kirin. Têrê nake ku mirov di nava 8 salên dawî de êrîşên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tenê weke operasyon binirxîne. Bi taybetî 20’ê tîrmehê êrîş ji nû ve destpê kirin. Bi çalakiyên bi bandor û berxwedanên bê hempa yên li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û rojavayê Zapê, hate nîşakirin ku xaka azad çawa tê parastin. Di sala 2022’yan de bi tarzê şer ê tîma pirspor a li ser esasê arazî û tunelan, di doktrîna şer de rûpelekî nû hatibû vekirin.

Bi saya taktîkên nû yên di nava gerîla de, di sala 2023’yan de ji pratîkên salên berê ders hatin derxistin. Êrîşa ku bi pêşengiya YJA Starê hatî kirin, sabotaj, sûîqast, çalakî û taktîkên li ser esasê teknîkê, dijmin şaş kir. Hêzên dijmin plan dikirin ku hêzên me yên gerîla wê di pozîsyona parastinê de bimînin û berxwedaneke bi vî tarzî hesab nekirin. Lewma bi êrîşên hêzên gerîla matmayî ma. Di dîmenên ku hêzên me ji qada şer şandin de, xuya dikir ku leşkeran di nava xwe de şer dikirin û bandora sendroma ku jiyan dikirin di dîmenan de diyar dibû. Beşek ê van dîmenan di çapemenî û raya giştî de hate parvekirin. Li ser esasê plansaziya ku me çêkirî, wê ji pêvajoya ji vir û şûn de jî dîmen bên parvekirin.

Demek wisa hat jiyîn ku derbeyên xurt li dijmin xist. Êrîşên wan ên dagirkeriyê, encam negirtin. Bi saya çalakiyên bi bandor ên gerîla û tarzê lêdanê, dijmin tengav bû. Çawa ku êrîşên wan zêde bûn, şerê me yê gerîla jî bilez pêş ket. Bi taybetî jî çalakiyên ku di meha tebaxê de hatin kirin, qufla operasyona ku wan jê re digot Pence-Kîlît şikand. Tevî ku dijmin hemû teknîka xwe û çekên qedexekirî bi kar anîn, li hemberî hêza gerîla ya li Zapê bêçare ma. Ev yek bû sedem ku dijmin nirxandineke nû bike. Li gorî quralên şer ên di şert û mercên normal de; eger fermandarek bi rengekî serkeftî şer bimeşîne, ew fermandar di nîva şer de ji wezîfeyê nayê girtin yan jî di koordîneya şer de guhertinek nayê kirin. Gotinek heye ku dibêje, di dema derbaskirina çem de hesp nayê guhertin. Lê di operasyona Pence-Kîlît de, dema ku çem derbas dikirin hesp hat guhertin. Operasyona Pence-Kîlît ji ber binketina xwe ya di koordîneya şer de hat guhertin. Li şûna wê Tumgeneral Emere Tayanç hate tayînkirin û niha hemû hêviyên xwe bi vî kesî ve dane girêdan.

Emre Tayanç dema dest bi wezîfeyê kir, di şêwazê şer û taktîkên qada pratîk de guhertin pêk anî. Tevî ku di pêvajoyên berê de gelek caran hewl dan û bi ser neketin jî dîsa hewl dan bikevin tunelên şer. Berê hem li Şehîd Şahîn, hem li Girê FM’ê û hem jî li Girê Amediyê xeyalên wan têk çûbû û cenazeyên leşkeran ketibû destê hêzên me. Ji nû ve hewldan lê bi ser neketin. Balafirên bêmirov ên bombebarkirî jî ji bo alîkariyê bidin leşkerên ku nikarin nêzî deriyên tunelan bibin, nikarin xwe ji çalakiyên gerîla biparêzin û ketine sendromê bi giranî dest bi karanîna wan kirin. Leşkerên ku bi roj di her gava ku diavêtin de dibûn hedefa guleyên gerîla, niha êdî bi giranî bi şev dest bi tevgerê kirine. Wisa dixuyê ku Emre Tayanç ji bo ku xwe îspat bike dê rêbazên cuda biceribîne. Dema mirov li rewşa qada şer dinêre, xuya dike ku dê vê zivistanê leşker venekişin. Çawa ku Enver Paşa tevî zivistana tarî artêşên xwe ber bi qada şer ve birin, wisa dixuyê ku Emre Tayanç jî ji ber daxwazên xwe yên takekesî û taybetmendiyên populîst dê serî li taktîkên bêaqil bide. Ev şexsê ku dişibînin Osman Pamukogluyê ku di serdema ku me di salên 1993-1995’an de hêzên xwe yên gerîla weke ARGK’ê bi rêxistin kir, fermandarê artêşa Tirk bû, mîna rizgarkerê ku leşkerên ku li Zapê asê mane û nikarin tevbigerin dihate dîtin. Hêvî dikin ku vê xitimandina heyî bi vê guhertina fermandariyê re were derbaskirin. Lê Osman Pamukoglu jî kesekî ku Dogan Gureş pê bawer bû û hêviyên xwe pê girê dida. Wî heşt operasyonên mezin organîze kirin. Li hemberî berxwedan û lehengiya hêzên me yên gerîla têk çû. Emre Tayanç her çendî ji bo leşkerên dagirker ên ku li qadê astengiyeke taktîkî ya kûr dijîn, tê propagandakirin û weke rizgarker tê pêşkêşkirin jî, li hemberî îradeya pola, baweriyên xurt û dilsoziya bêhempa ya gerîlayên Apoyî, mehkûmê têkçûnê ye.

Dewleta tirk a dagirker li gel êrîşan her wiha têkiliyên xwe yên bi PDK’ê re jî kûrtir kirine. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Artêşa tirk a ku li pêşberî hêzên me yên gerîla xitimî, ji bo derbaskirina vê xitimandinê bi gavên dîplomatîk û her wiha bi guhertinên di qada pratîkî de hewl da destê xwe xurt bike. Hemû hevdîtinên ku ji aliyê Wezîrê Şer ê bêkok Hakan Fîdan ve li Iraq, Hewlêr û Îranê hat kirin, ji bo tunekirina tevgera me û qirkirina gelê me bû. Piştî van hevdîtinan di siyaseta PDK’ê de polîtîkayeke hêj hevkartir hate dîtin. Ji serdema Yavuz Sultan Selîm ve îxaneta axayên kurdan bi kok e. Ev pêvajo ji wê demê ve nehatiye guhertin. Di hemû qonaxên krîtîk ên dîrokê de, dubendiyên navxweyî, parçebûn, nêzîkatiyên ku yekîtî û serxwebûna gelan esas nagirin, ji bo berjewendiyên xwe hemû nirxên herî pîroz binpêdike, ji xeynî berjewendiyên malbatî û eşîrî tiştekî din nafikirin, di têkilî û jiyanê de heta roja me ya îroyîn bûne sedema felaketê. Tenê ji bo ferdek bijî, mesele hatiye asta tunekirina neteweyekê. Di sedsala 19’an de tişta ku hat serê serhildanên Kurdan, ji ber vê helwesta hevkar, xerab û xayîn e. Bi taybetî di bin navê avabûna PDK’ê de, helbet bi giranî li Başûrê Kurdistanê ev rûyê gemar ê dîrokê careke din zindî kiriye. Bi dijminên gelê me re têkîliyên bêhêman çêkir û xwe teslîmî wan kir. Bi taybetî di planên wan ên ji bo fetisandina berxwedanê de wezîfe girt ser xwe û rolê sereke yê herî bi bandor lîst.

Di van salan de dema ku eşîrên herî destpêkê yên cîhanê jî ber bi hêz û rêxistinbûna siyasî û neteweyî ve diçûn, van yekitiya me ya neteweyî ji hev perçe kirin, jihev xistin û qels kirin. Kurdistan ku xwedî gelê herî kevnar û berxwedêr ê dîrokê û erdnîgariya herî guncaw e, anî rewşeke dijberiya pêşketina neteweyî. Ji bo pêşî li pêşketina şerekî li ser bingeheke serbixwe bigire, xwe ji lîstina rola navendên ajanên herî xetere venegirt. Di van salan de salên ku gelê me hêviya xwe windakiribûn bû. Ger Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê nebûya, wê dîrok ji bo me bidawî bibûya. Bi pêşengiya Rêber Apo û bi têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê re PDK hate rewşeke wisa ku eger dev ji polîtîkayên xwe yên berê bernede wê bi tevahî winda bike. Hêzên hevkar her tim di bin îradeya serdest a hêza desthilatdariyê de ne. Dema hêzên serdest vê daxwazê bikin, bi rêbazên curbecur dikarin bikevin nava şer. Di rastiyê de PDK’ê ket nava van şeran. Dewleta tirk bi vê planê hewl dide Başûr kontrol bike û dagir bike. Ji bo vê jî armanc dike YNK’ê bitepisîne û mîna PDK’ê ji rê derîne. Dewleta tirk malbata Barzanî û PDK’ê kir cerdevan. Mudaxaleya duyemîn a di vê pêvajoya xitimîna şer de têkiliyên bi PDK’ê re hatin pêşxistin.

Destwerdana yekem di koordînasyon û taktîkên şer de bû. Mudaxeleya duyemîn jî bi têkiliyên bi PDK’ê û hêzên herêmê re hate pêşxistin. PDK’ê li gorî berjewendiyên xwe yên qirêj, başûrê Kurdistanê pêşkêşî Komara Tirkiyeyê dike. Bi guhertina koordînasyonê ya ku di nîvê meha Îlonê de pêk hat, guhertinên di nêzîkatiyên PDK’ê de zêdetir xuya bûn. Li xeta Dêrelokê çeteyên Zêrevanî û Roj, li hin xetên Girê Hakkarî, Çarçel û Girê Amediyê jî tevî leşkerên tirk girtin. Bi rastî jî bûn mertal ku hêzên me yên gerîla li leşkerên tirk nexin. Weke ku di dîmenên ku di çapameniyê de hatin dîtin de leşkerên Tirk xwe di bin baskên PDK’ê de bi cih kirine. Ev tifaqa qirêj û paşverû di meha Cotmehê de derbasî qonaxeke nû bû. Her wiha Çiyayê Barzan ku ji bo Barzaniyan xwedî wateyeke pîroz e û paşnavê xwe jê girtine û tên naskirin, ji dagirkeriya dijmin re vekirin. Li herêma Barzan a ku ji bo wan pîroz tê dîtin, niha hêzên artêşa tirk li 6 cihan bi cih bûne û êrîşên xwe yên dagirkeriyê berfireh dikin. Tiştê ku pîroz e, ew tiştê ku nayê desteser kirine. Ya pîroz ew e ku hûnê ji bo wî canê xwe bidin û dudilî nebin. PDK’ê jî pîroziyên xwe yên li xaka Barzanê ku leşkerên tirk bi çîzmeyên xwe pêlê kir, pîroziyên xwe binpê kirin û xera kirin.

Hêzên me yên gerîla piştî ku li Mexmûrê li dijî belaya serê mirovahiyê DAIŞ’ê şer kir û li vir peywira xwe bi dawî kirin, weke hêza xweparastinê ewlehiya wargehê ji gel re hişt. Piştî ku pêvajoya vekişînê bi serkeftî bi dawî bû, me ev rewş ji çapemenî û raya giştî re ragihand. PDK’ê ya ku vê weke firsend dibîne, yekser hewl da herêma ku ji aliyê gerîla ve hatiye valakirin, bigire. Bi hêzên Îraqî re şer kir. Dîsa li ser xeta Bradostê jî ji ber karakterê xwe yê pragmatîst hewl da bi hêzên Iraqî re xeta Xakurkê û Qendîlê bigire. Yê ku hemû deverên başûr bi taybetî Hewlêr ji MÎT’ê re vekir dîsa PDK’ê ye. Tevî ku sûcdarên şehadeta hevrê Denîz Bûlbûn diyar in jî hewl dide wê di tarîtî û nezelaliyê de bihêle. Em dest jê berdin ka aliyek neteweyî yê PDK’ê heye yan na, êdî netewperestiya wê ya di gotinî de jî mijara nîqaşê ye.

Herî dawî li ser qonaxa pêş a berxwedana gerîla û bendewariyên ji bo dema nêz hûn dixwazin çi bibêjin? Peyameke we ji bo raya giştî heye?

Divê were zanîn ku sala 2023-2024’an wê bi şerekî pir dijwar û berfireh derbas bibe û gelê me, derdorên sosyalîst ên demokratîk, hêzên dij sîstemê, tevgerên azadiya jinê li gorî vê yekê divê torên xwe yên xweparastinê xurt bikin û navendên xwe yên berxwedanê li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin. Sedsala yekemîn a Komara Tirkiyeyê bi înkar û qirkirina kurdan hat avakirin û pêşxistin. Di sedsala duyemîn de dibe ku destpêka serdemeke nû di warê derbaskirina siyaseta înkar û îmhayê û çareserkirina pirsgirêka kurd de be. Dibe ku ev yek di çarçoveya yekitiya gelan de ji bo çareseriyê bibe şansek. Azadî û demokrasî wê di berjewendiya gelan de pêş bikeve. Helbet ev jî girêdayî asta têkoşîna hêzên azadiyê ye. Ger em têkoşînê mezin bikin, em dikarin siyaseta înkar û îmhayê bişkînin.

Heta di vê tevgerê de lehengên bi cesaret û wêrek ên wekî Leyla Sorxwîn, Dilgeş Gûzereş, Axîn Mûş, Hêjar Zozan, Rojhat û Erdal hebin, wê siyaseta qirkirinê têk biçe. Ji bilî serkeftinê êdî rêyek din nîne. Lê ji bo vê jî divê di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de têkoşîneke hîn yekgirtîtir bê meşandin. Em ê bi têgihiştineke têkoşînê ya bi kok û radîkaltir ku li çiya, deşt, bajar, bêyî ku bibêjin havîn û zivistan, li ser eksena paradîgmaya neteweya demokratîk bê meşandin, dijmin têk bibin û jiyana azad ava bikin. Bi vê baweriyê em ji çiyayên Kurdistanê silavên xwe ji hemû hêzên berxwedêr bi taybet ciwan û jinan re dişînin û ji wan re serkeftinê dixwazin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar