Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Zozan Çewlik: Em ê 2023’an bikin sala tolhildanê

Fermandara Biryargeha Navenda Parastina Gel Zozan Çewlik şerê sala 2022'yan nirxand û bal kişand ser lehengiya gerîlayên YJA Starê. Zozan Çewlik destnîşan kir ku wê 2023'yan bi berxwedaneke topyekûn bikin sala tolhildanê.

Fermandara Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Jinan ên Azad (YJA STAR) Zozan Çewlik, şerê azadiyê yê YJA STAR’ê yê sala 2022’yan, berxwedana li dijî dewleta tirk a faşîst nirxand.

Zozan Çewlik anî ziman ku di sala 2022’yan de êrîşên herî berfireh ên dagirkeriyê hatin kirin û li hemberî van êrîşan jî berxwedaneke bêhempa hat nîşandan.

Zozan Çewlik diyar kir ku sala 2022’yan pêvajoyeke ji rêzê ya operasyonê nebû û got, “Konsepta navneteweyî ku li ser armanca qirkirina kurdên azad hat avakirin, bi destê dewleta tirk hat meşandin. Di nava salê de bi her cureyî piştgiriya teknîkî ji dewleta tirk re hat dayin û destûr jê re hat dayin, ku gelek kiryarên li dijî exlaqê bike. Di nava salê de bi van rê û rêbazan şer kir. Me jî hewl dan ku parçe bi parçe jî be, bi belgeyan vê rastiyê aşkera bikin. Ya ku me heta niha nîşan dan û karîbûn raxin pêş çavan, ji sê paran parek jî nîne. Li gorî derfetên li ber dest, me karîbû bi hin aliyan nîşan bidin. Li gel vê nîşandana kêm jî di nava civakê de bû sedema hêrs û nerazîbûneke mezin. Ya ku diqewime qat bi qat ji vê yekê mezintir e. Lewma divê ev êrîş baş bêne fêhmkirin, rastiya sîstema faşîzmê di şexsê AKP-MHP’ê de bê naskirin.”

Têkildarî performansa YJA STAR’ê ya nava salê jî Zozan Çewlik nirxandineke bi vî rengî kir: “Mirov dikare bibêje ku di sala 2022’yan de di şexsê şervanên YJA Starê de Zîlanbûyîn gihîşt asta herî bilind. Hem di ruh de, hem di berxwedanê de hem jî ji aliyê nûbûna taktîkî ve rê û rêbazên dema nû ya gerîlatiya Modernîteya Demokratîk îsal bi sekn û tevlibûna xwe êdî şûna xwe girtiye. Hem di şerê tunelan de hem jî di rêbaza tîmên bi tevger de taktîka rast hat bikaranîn. Di nava salê de hemû taktîkên gerîla hatin bicihanîn.

Di şerê tunelan de sekneke îradeyî hat nîşandan ku êrîşên dijmin ên bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer têk bir. Li van tunelan derbên xurt li dijmin hatin xistin. Ne tenê xwe parast, di heman demê de bû hêza êrîşê. Bi taybetî bi tîmên bi tevger re dijmin hat şopandin, sûd ji valahiyan hat wergirtin û bi ruhê fedaî yê Apoyî bû hêza lêdanê ya xurt. Li heman qadê di nava dijmin de ma, şerê sîng bi sîng kir. Ku ev yek di dîroka me de rewşeke nû ye. Lewma ji aliyê rêbaza bi tevger û têkbirina teknîka dijmin ve asteke girîng hat bidestxistin, di şerê li qada berfireh de ji aliyê afirandina ahengî û hevsengiya çalakiyan ve gerîlayên YJA STAR’ê seknek nîşan dan.

Her wiha ev asta hêza jinan a profesyonelbûyî di çalakiyan de xwe nîşan da. Bi taybetî di branşên sûîqest û sabotajê de hema bêje di her branşê de çalakiyên bi bandor û serketî hatin lidarxistin. Bi çalakiyan re hêzên YJA STAR’ê mîsyona pêşengiyê di nava salê de bi rengekî baş bi cih anîn. Sekn û tevlibûna hêzên YJA STAR’ê ji aliyê gelek çeperên me ve diyarker bû.”

Bîlançoya şer a YJA STAR’ê

Zozan Çewlik li ser bîlançoya salê ya şer a ji aliyê hêzên YJA STAR’ê ve ev agahî da:”Beriya her tiştî bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê, hemû fermandar û şervanên me yên di nava şert û mercên giran de bi manewiyat û baweriya serketinê şer dikin, xeta jinan a azad diparêzin, ji ber berxwedana wan a bi heybet, bi bandor û afirîner pîroz dikin, silav dikin.

Sala 2022’yan di dîroka şer û têkoşînê ya 30 salan a YJA STAR’ê de bû ew sal ku herî zêde çalakî hatin lidarxistin. Li dijî êrîşên bêeman ên hêzên dagirker û faşîst bû ew sal ku ruhê êrîşê gihîşt asta herî bilind, ji aliyê taktîkê ve dewlemendî û afirînerî gihîşt asta bilind. Berdêla vî şerî jî gelekî giran bû.

Bawerim bîlançoya me wê asta şer raxe pêş çavan. Li gorî vê yekê bîlançoya şerê salekê ji aliyê YJA STAR’ê ve bi vî rengî ye:

– 121 şervanên me yên jin şehîd bûn. Ji ber şert û mercên giran ên şer, rewşa 13 hevalên me hînê nehatiye diyarkirin

– YJA STAR’ê 363 çalakiyên xweser lidar xistin

– Bi van çalakiyan re 485 dagirker-faşîst û 4 kontra hatin cezakirin, 52 faşîst jî birîndar bûn

– 3 helîkopter hatin îmhakirin, derb li 3 helîkopteran hat xistin

– 11 drone hatin îmhakirin û derb li droneyekê hat xistin

– Tevî yên zirxî 6 wesayit hatin îmhakirin, her wiha 3 kepçe hatin îmhakirin

– 13 mobesse, kamerayek, 2 kamerayên termal, sensorek û sîstemeke radarê hatin îmhakirin, derb li mobesseyekê hat xistin

– 29 çeper hatin îmhakirin, derb li 3 çeperan hat xistin, her wiha 2 kon hatin îmhakirin

– Çekek A-4 tevî çepera xwe hat îmhakirin

– Di encama çalakiyan de 5 çekên MPT 55, 2 Rext, 2 telefon, Debanceyek û 2 şarjorên wê, fenerek, kamerayeke serî, çenteyek, 3 dûrbîn, cîhazeke lazerê ya destnîşankirina cih, hatin desteserkirin

– Di beşa branşê de çalakî herî zêde bi rêbaza sûîqestê hatin kirin. Sekvanên YJA STAR’ê 203 çalakiyên xweser ên sekvaniyê kirin. Her wiha 51 çalakiyên sabotajê, 95 çalakiyên bi çekên giran, 10 çalakiyên êrîşê, 14 çalakiyên bi çekên nîv otomatîk, 5 çalakiyên derblêdanê û çalakiyeke serdegirtinê lidar xistin.

Faşîzma ku li qadê têk diçe êrîşên jinên di nav xebatên cudatir de dike

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Zozan Çewlîk diyar kir, ku êrîşên dagirkeriyê û berxwedana li hemberî van êrîşan hîn jî dewam dike û got, “Li Zapê, li Metînayê êrîş dewam dikin. Li hemberî vê jî gerîla di asta pêngavî de tevdigerin.”

Zozan Çewlik ragihand ku asta êrîşên ku di sala 2022’yan de hatin kirin, nîşan dide ku sala 2023’yan wê bibe saleke welê ku şer lê giran bibe û nirxandineke bi vî rengî kir: “Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê beriya her tiştî dixwaze bi înkareke nû ya kurd bikeve sala 100’emîn a Lozanê û Komarê, bi vî rengî temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Vê tifaqa faşîst di sala 2022’yan de encama dixwest bi dest nexist. Ji bo karibe hebûna xwe dewam bike û armanca xwe ya osmanî pêk bîne, xwe neçar dibîne ku vê yekê bike.”

Fermandar Zozan Çewlik anî ziman, hêzên sîstemê yên ku di şerê cîhanê yê 3’yemîn de bêçare man, Rêber Apo û projeyên wî yên civakî ji xwe re weke metirsiyê dibînin û got, “Mîna her carê yê ku di nava vî şerî de destpêkê dikin qurbanî û weke tawîzê têne pêşkêşkirin, gelê kurd e. Lewma konsepta heyî wê dewam bike û hîn bêhtir wê êrîşî Rêber Apo, îdeolojî û paradîgmaya wî bikin. Ev yek firsenda dawî ye li ber destê wan. Ji ber vê yekê konsepta tundiyê, qirkirina jinan, hewldana ji bo îmhakirina PKK û gelê kurd wê girantir bibe. Em vê yekê ji zêdebûna êrîşan fêhm dikin.

Tevî ku bikaranîna çekên kîmyewî bû rojev jî artêşa tirk li ser çeperên berxwedanê yên nekarî bixe hîn bêhtir bi kar tîne û êrîşan dike. Li Zapê, artêşa tirk a ku li hemberî berxwedana mezin a li şikefta Şehîd Xursî bêçare ma, careke din bi rengekî nemerdane di encama gazên kîmyewî de 11 hevalên me qetil kir.

Her wiha dewleta tirk dema ku fêhm kir kir li eniya şer nikare îradeya jinan bişikîne, êrîşên li ser aktîvîst û şoreşgerên li qada civakî, îdeolojîk, siyasî zêde kir. Lewma êrîşa li dijî Nagîhan Akarsel belasebep nîne. Li qada civakî siyasî girtina ewqas aktîvîstên jin, êrîşa li ser HDP û DBP’ê belasebep nîne.

Herî dawî li Fransayê qetilkirina hevala Evîn (Emîne Kara) û Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil nêzîkatiyeke ji rêzê nîne. Çawa ku di Komkujiya Parîsê ya destpêkê de bi zanebûn êrîş birin ser heval Sara, Rojbîn û Ronahî û konsepteke nû ya êrîşê hat afirandin, ev Komkujiya Parîsê ya duyemîn jî nîşaneya êrîşên dagirkeriyê ye ku wê dewam bike.

Bi pêla faşîst a neteweperest, qedexekirina çand û zimanê kurd, êrîşên bi rêk û pêk ên li ser hunermend û rewşenbîrên kurd asayî û ji rêzê têne nîşandan. Herî dawî bi qanûna sansurê re dixwazin zemîneke welê ya civakî ava bikin ku kes nikaribe bêhnê jî bistîne. Mînak, akademîsyen tenê ji ber ku fikrê xwe gotine têne girtin. Bi gelek êrîşên faşîst ên bi vî rengî dixwaze ku Kurdistan û Tirkiyeyê bike girtîgeheke servekirî.

Li gel vê yekê êrîşên li ser parçeyên din ên Kurdistanê, li ser Rojava, Şengalê, Mexmûrê dewam dikin. Tifaqa faşîst pêwîstiyê pê nabîne ku armanca êrîşên li ser Rojava, amadekariyên vê yekê veşêre.

Bi rûhê berxwedanê dê têbikoşin

Ev hemû nîşan didin ku sala nû wê di kîjan karakterê de be. Em tevger, haya me ji vê yekê heye. Li dijî her cure êrîşan bi ruhê berxwedanê yê mezin ê li Zap, Avaşîn û Metînayê derkete holê, ku heval hînê bi vî rengî şer dikin, em ê li ber xwe bidin. Bila gumana kesî ji vê yekê tune be. Tecrûbeyên şer ên ku me salên derbasbûyî bi dest xistin, huner û asta ku me di stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de wergirtin, çavkaniya herî mezin e ku em ê performansa li Zap, Metîna û Avaşînê dewam bikin, xurtir bikin.

Hêza me ya herî mezin jî hêrsa me ya li dijî tecrîda li ser Rêberê me, hêrsa li dijî faşîzmê ye ku tunekirinê li gelê me ferq dike, qirkirinê li jinan ferz dike û bombeyên termobarîk û gazên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne. Weke mirovên ku tehma azadiyê kirine, sekn û tercîha me ya jiyanê ew e ku jiyanek ne azad qebûl nakin. Her wiha mezinkirina vê berxwedanê jî berpirsyariya me ya ji bo şehîdên me yên leheng e ku bi rengekî fedaî li ber xwe dan û şehîd bûn. Dilsoziya me ya bi armancên wan û sozên ji bo wan e.”

Em ê sala 2023’yan bikin sala berxwedana topyekûn

Zozan Çewlik diyar kir ku li gel êrîşên topyekûn ew ê sala 2023’yan bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bikin saleke berxwedana topyekûn a li dijî hêzên mêtinger faşîst ên bi serweriya mêr û wiha dewam kir: “Em ê bi formul û berxwedaneke welê ya ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihêje hemû jinan, heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nesekinin. Lewma di sala 2023’yan em e ê rêbaza şer a ku li Zap, Metîna û Avaşînê xwe ispat kir bêhtir bi pêş ve bibin û bi rêbaza çalakiyê ya Şehîd Sara û Şehîd Rûken şer bikin, derbên herî giran li mêtingeran bixin.

Em ê sala 2023’yan bikin sala tolhildanê

Ji bo qedandina rêxistiniya çete faşîst a AKP-MHP’ê em ê şer bikin. Bi vî rengî em ê sala 2023’yan bikin saleke tolhildanê. Wê bibe sala hesabpirsîna ji faşistan, xayinan û nokeran. Bi asteke bi vî rengî ya şer, em bi biryar in ku nirxên şehîdan biparêzin, jiyaneke ku li gelê me bê, biafirînin. Beriya her tiştî em bang li jin û ciwanên kurd, li tevahiya gelê xwe û hêzên demokratîk dikin ku bi hişmendiya şerê gel ê şoreşgerî tev li vî şerî bibin. Em ji hemû hêzên ji bo azadiyê şer dikin serketinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar