Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Zozan Çewlik: Fermandar Egîd bû dengê berxwedana gelê kurd

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik Pêngava 15'ê Tebaxê nirxand ku Cejna Vejînê ya gelê kurd e û wiha got: “Fermandar Egîd bû dengê berxwedan û hişyarbûna gelê kurd, bû şûrê tûj ê gelê kurd.”

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik Pêngava 15’ê Tebaxê ji ajansa ANF’ê re nirxand û diyar kir ku Fermandar Egîd bû dengê berxwedana gelê kurd.

Nirxandina Zozan Çewlik a ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê wiha ye:

“Di serdemeke wiha giran, zor û zehmet û bêderfetiyan de bi guleya 15’ê Tebaxê ku bi ser polîtîkaya qirkirinê ya dijmin û pergala wê de teqiyayî, di dîroka gelê kurd û jinên kurd de serdemeke nû dest pê kiriye. Bi guleya pêşî ya ku hatî teqandin rasteqîniya kurd vejiyaye, lêgerîna ji bo azadiyê geş bûye, hezkirin û dilsoziya li gel geş bûye. Fermandarê me yê efsanewî Egîd ango Mahsûm Korkmaz, xeta Rêber Apo bi rengekî herî xweş serifandiye, dîroka Kurdistanê xweş xwendiye, gihaştiye wê bîr û baweriya ku li Kurdistanê çi qasî hewceyî bi gerîlatiyê heye fermandarî û pêşengiya Pêngava 15’ê Tebaxê kiriye. Bûye dengê hişyariya gelê kurd, jinan, gelên Mezopotamyayê, bû şûrê wan ê tûj.

Bi vê çarçoweyê Cejna Vejînê ya Neteweyî ya 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li hemû milîtanên Apoyî ku niha di Pêngavên Şoreşger ên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê de bêdudilî ji bo welatê xwe û gelê xwe li mewziyên pêş bi ruhê 15’ê Tebaxê şer dikin, li gelê kurd, jinên kurd, li gelan û mirovahiyê pîroz be. Di şexsê Engîn Sîncer, Atakan Mahîr, Mam Zekî, Têkoşîna Amanos de ku li ser xeta Egîd, di rojên cuda yên tebaxê de bi lehengî meşiyane û bi tîpên zêrîn navên xwe li dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê danîne, li ber hizûra hevrê Şoreş Beytûşşeba, Nûjîn Ersî, Hîla Goran, Nûjîn Sêrt, Dîlan Serdar, Hewrem Avyer, Egîd Bismil, Serhat Girvî, Asya û Kurtay de em careke din sonda dilsozbûnê dixwin û hemû şehîdên şoreşê bi minet bi bîr tînim.

Gelê kurd ku yek ji gelê herî dêrîn ê Mezopotamyayê ye bi hezaran sal in serxwebûna xwe ji dest daye, ji hêla dewletên dagirker û gelek hêzan ve Kurdistan hatiye talankirin, parçekirin û polîtîkaya qirkirin û asîmîlasyonê li ser hatiye kirin. Ev pirsa giran a kurdan kiriye ku Rêber Apo û tevgera PKK’ê derkeve holê. Dubendiya manûnemanê û pirsa azadiyê Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê derxistiye holê. Ji vî alî ve, 15’ê Tebaxê ji bo gelê kurd, gelên çewisandî û jinan bûye serdemek nû û serdema fitlonekê. Guleya pêşî rûpeleke nû ya dîrokê ye ku ji bo gelê kurd û jinan pê destana azadiyê hatiye nivîsîn. Beriya her tiştî ev gule bi diyardeya dewletê ya Kurdistanê de hatiye teqandin, derbeke li wê hişmendiya ‘dewlet her tiştî dikare bike, her tiştî dizane, mirov nikare li ber dewletê rabe’ ku di hişê kurd de hatibû bicihkirin, ango derbeke li qereqolên li mêjiyan e. Ev gule bi polîtîkayên bişaftin, dagirker û qirkirinê de hatiye teqandin. 15’ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de mîladeke e ku tê maneya gelek tiştên nû.

Li dijî dewleta qirker ji serhildêriya kurd a klasîk wêdetir şerekî xweparastinê yê bi îdeolojî, bîrewerî, stratejî û aqil daye destpêkirin. Hem bi mêtingeriya dewletê de hatiye teqandin û hem jî bûye guleya ku mirov li nasname, dîrok, welat û hebûna xwe xwedî derkeve. Di şexsê heval Egîd de li ser hîmê îdeolojiya Apoyî li Kurdistanê mohra xwe li gelek gavên nû daniye. Bi vî rengî hem bûye xeta ku gelê kurd li hebûn û azadiya xwe xwedî derkeve, hem jî rengê hebûna bi têkoşînê ya li ser bîrewerî, rêxistinî, zanyarî û şerê gerîla. Xala din a girîng ew e ku di dîroka kurd de cara pêşî ne ku hişekî wiha xurt destê tetîkêş arest kiriye. Ango ne guleyeke wiha ye ku hema ji xwe ber hatiye teqandin. Heke îro gelê kurd hê jî hebe û azadiya xwe gihandibe vê astê vê deyndarî wê mîrateyê ku Rêbertiya me, şehîdan û têkoşîna azadiyê afirandiye. Ew hiş û bîreweriya ku guleya 15’ê Tebaxê areste kirî helbet îdeolojî û paradîgmaya Rêbertî ye.

Pêngava 15’ê Tebaxê çawa ku ji bo civaka kurd rawestandina serberjêbûnê be, Pêngava 15’ê Tebaxê ku li ber îdeolojî û ronahiya felsefeya Rêbertiya me geş bûyî ji bo jinên kurd jî xwedî maneyeke kûr e. Her wiha serhildaneke li dijî hişmendiya zilamserwer a hezar salan, li dijî vê çandê a rast neçandiyê, li dijî zayendî, mililiyetgirî, ji vî alî ve li dijî kevneşopiya baviksalî ku jinan dike kole û di şexsê jinan de civakê dike kole, serhildanek e. Helbet vê têkoşînê li Kurdistanê jinan û mêrên azad ku bûne Egîd, Bêrîtan, Zîlan derxistiye holê. Di şexsê jinan de hişmendiya civaka nû ya li ser wekhevî, azadî û dadmeniya jî û pîvana jiyanê nû daniye holê.

Pêngava 15’ê Tebaxê her wiha di şexê PKK’ê de navê jiyana azad a alternatîfî pergalê ye. PKK’ê şoreş di zik hev de çêkirine. Helbet em vê deyndarî Rêbertiya xwe û şehîdên me yên leheng in. Bi 15’ê Tebaxê re di şexsê Sara, Bese Anûş, Rahîme Kahraman, Azîme Demîrtaş, Çîçek Selca, Hanim Yerlîaya, Sultan Yavuz de, bi pêşengiya jinan gotine, ’em jî di vî şerî de hene’. Ji vî alî ve di pêvajoya 15’ê Tebaxê de gerîlayên jin ku di nav de cih girtin û ev qedroyên me yên pêşeng gelek zor û zehmetî dane ser milê xwe bi baweriyeke mezin têkoşiyane û zemîna artêşa jinan ava kirine. Bi îdeolojî  û felsefeya Rêbertî gelê kurd li hebûna xwe xwedî derketiye, bi hêza xwe bûye xwedi kesayat û nasname. Her ku me nirxên ku 15’ê Tebaxê afirandî û ev xet serifandî gav bi gav me gerîlatiya jinan, fermandaiya jinan, artêşa jinan, partiya jinan û konfederalîzma jinan geş kir. Her ku me têkoşîna li ser gerîlatiya hêza parastinê jinan xwe parast, em hûne xwedî bîrewerî û nasnameya ku ji me hatiye dizîn, me bi dest ve aniye. Ev nirxên ku derketine holê di şexsê gelê kurd û bi pêşengiya jinan ji niha ve ji bo hemû gelên çewisandî bûye kana hêviyê.

Helbet kurd bi rengekî xurt li 15’ê Tebaxê xwedî derketine. Di serî de li bakurê Kurdistanê jinan gav bi gav, bi berdêlan, bi têkoşînê hebûna xwe danîne holê. Ji vî alî ve gavên girîng hatine avêtin rêxistinên resen hatine avakirin. Cihêtiya sereke ya Rêber Apo û PKK’ê ji partî, rêxistin û tevgerên din ew e ku bi rastiyên berdest li mijara jinan ku pirsa herî kûr û kaotîk e ne nerîne. Niha artêş û partiya me jinan heye. Van geşanan di karekterê artêşê de ku ji dîrokê û wir ve bi hişmendiya mêr ava bûne, guherînên mezin çêkirine. Artêşa jinan di hişmendiya zilamê serwer û jina kole de gelek guherîn çêkiriye. Tabû, qalib hilweşandine, kevneşopiya li ser paşverûtiyê hejijandiye. Ji çanda xwedavend a Starê artêşa Starê hatiye afirandin.  Rêbertiya me û têkoşîna me ya azadiya jinan ku bi rengekî bêhempa hatiye dayîn, kiriye ku em bi bêmanetiya xwe ya dîrokî re rastî hev bên, bîrewriya vê, vîna jinên azad, rengê jinan û ruhê nayê bidestxistin a jinan, daye me.

Artêşa jinan a li Kurdistanê li Rojhilata Navîn û li cîhanê gaveke pêşî ye. Li ser îdeolojî, rêxistinî, hêza jinan, rêxistiniya xweser, hişmendiya xwebûnê û li ser xeta Egîd, Bêrîtan û Zîlan derketine holê. Artêşa jinan bi xwe re felsefeyeke nû ya jiyanê daniye holê. Îro jinên kurd ne tenê li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê balê dikişîne ser xwe. Ji bo hemû jinên ku li dijî pergala zilamserwer li ber xwe didin bûye kana hêviyê. Bi pêşengiya Sara, Bêrîtan û Zîlanan li çar parçyên Kurdistanê bi pêşengiya jinan xeteke geş derketiye holê ku bûye alternatîfa modernîteya kapîtalîst. Jinên kurd îro bi asta ku zevt kirî welatê xwe, xaka xwe, gelê xwe, nasnemya jinên azad diparêze, siyaseta vê dike, li hemû qaden jiyanê rengê jinan pêşengiya şoreşê dike. Ji vî alî ve hêza parastina Kurdistanê û jinan YJA Star, peywira me ye ku em li vê mîrateyê xwedî derkevin ku li ser xeta 15’ê Tebaxê hatiye afirandin. 15’ê Tebaxê ji bo jinan hem destpêka têkoşîna çekdar, hem jî afirandiya jinên azad e û xwedîderketina li îdeolojiya Apoyî û felsefeya Apoyî ye. Tevgera Azadiyê bi 15’ê Tebaxê hatiye vê astê. Em YJA Star û HPG îlham û tecrûbeya xwe ji dîroka têkoşîna xwe digirin.

Di serî de li bakurê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li ser Rêbertiya me, tevgera me û gelê me êrîşeke qirker a berfireh  a arteşa dewleta TC’ê ya dagirker, hêzên paramîlîter ên qirker û xayîntiya noker heye. Bi pêşengiya YJA Star û HPG’ê îro li Pêngavên Şoreşger a Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê li eniyên şer şervanên ku bûne Egîd û Bêrîtan bi rengekî ku layiqî wan bin têdikoşin û li ber xwe didin. Vîna ku bi Ruhê Serfiraziyê ya 15’ê Tebaxê nîşan didin, bi rêbazên herî afirandêr datîne holê, nirxên ku bi gerîlatiya serfiraziyê hatina afirandin diparêzin û bi baweriya ku têkoşîna me bibin serî manyeke dîrokî li kêliyê bawer dikin. Bi taktîka şer a li ser gerîlatiya modern û profesyonelî li mîrateya azadiyê û dîroka xwe xwedî derkevin, bi helwesteke lehengî.

Helbet ev jî têrê nakin. Peywira me û sedema têkoşîna me ya YJA Starê ew e ku em azadiya Rêbertiya xwe pêk bîni, civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ava bikin. Bi hîsên xwe yên welatparêz ji bo ku em welatê xwe, gelê xwe û çanda xwe biparêzin di serî de polîtîkayên qirker û dagirker ên dewleta tirk a faşîst têk bibin, em ê li dijî her cure nêzîkatiya zilamserwer têbikoşin. Şerê me yê îro yên li Zagros, Zap, Metîna û Avaşînê ya bi rengê ku li her qadê em li gelê xwe xwedî derkevin her wiha şerê azadiyê yê hemû jinan û hemû gelên çewisandiye. Ev şer rawesta li ser wê ye ku mirov tim mirov bimîne.

YJA Star, di gerîlatiya serdemê de hatiye ber asteke girîng. Hem li ser xeta fermandarbûn, hem li ser xeta gerîlatiyê de bûye xwedî tecrûbeyeke û potansiyele girîng, îro di meydana şer de hem pêşeng e hem jî kirde ye. Di berxwedana Bazên Zagrosê û Cenga Xabûr de hevrêyên me yên ku di şexsê Amara Goyî, Ronahî Xelîla, Ekîn Tilora, Dorşîn Amara, Asya Kerîm, Melsa Derik, Delal Dilxweş, Viyan Botan, Diyana Marîa, Rûken û Saryayan hevrêyên me yên ku şehîd bûne, bi îdiya ku Pêngava 15’ê Tebaxê bi ser bixin û serfiraz bikin bêdudilî xwe tevlê kirine. Berpirsyariya me ya sereke ye ku em tecrîda li ser Rêbertî bişkînin, operasyonên dagirker têk bibin, li ser xeta jinên azad nirxên xwe biparêzin û bi vê bihistyariyê şer bikin. Ev berxwedana ku bi pêşengiya YJA Starê geş bûyî, careke din li dijî gavên îmhakirinê yê faşîzmê, li dijî pollîtîkayên asîmîlasyon û qkirinê helwesta parsatina nasnameya jinên azad e.

Bi çarçoweya 15’ê Tebaxê em diyar dikin ku dilsoziya me ya bi Rêbertî re wê şêwaza têkoşîna me be, di şexsê fermandar Egîde em hemû şehîdên şoreşê ku em gihandina nîrvanayê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em sond dixwin ku bibin layiqî şehîdan û bigihêjin serfiraziyê.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar