Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Zozan Çewlik: Tu êrîş nikare me bide sekinandin

Fermandara Biryargeha Navendîya YJA Starê Zozan Çewlik destnîşan kir ku dê tu carî rê nedin dagirkeriyê û wiha got: “Tu êrîş wê nikaribe me bisekinîne. Vê carê dê teqez azadî bi ser bikeve."

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û berxwedana gerîla ji ajansa ANF’ê re axivî.

Zozan Çewlik di destpêkê de di şexsê şehîdên meha Gulanê de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û gerîla û fermandarên li Zap, Avaşîn, Metîna û tevahiya Kurdistanê şer dikin, her wiha berxwedêrên li zindanan silav kir.

Zozan Çewlik anî ziman ku piştî serketina Garê, ew li bendê bûn ku dewleta tirk ji bo jibîrkirina têkçûna xwe ya li Garê êrîşên xwe yên li ser Rêberê Gelê Kurd û tevgera wan giran bike û wiha got: “Li gorî vê yekê, me xwe ji bo wê yekê amade kir ku hêzên me yên YJA Starê bi her awayî, bi rengekî xurt û bi bandor şerê gel ê şoreşgerî bimeşînin. Ji xwe me piştre dît ku em ne şaş in; di şeva 23-24’ê Nîsanê de ku rojeke bi taybetî hatibû diyarkirin bû, li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê êrîşên dagirkeriyê hatin destpêkirin.”

Fermandar Zozan Çewlik bi bîr xist ku hêzên wan ên gerîla ne tenê ji bo pêşwazîkirina êrîşan û xweparastinê, di heman demê de ji bo derbên giran li dijmin bixin û encamê werbigirin bi navê Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê dest bi pêngavên şoreşgerî kirin û ev tişt anî ziman: “Bi destpêkirina pêngavan re hêzên me yên gerîla bi rê û rêbazên êrîşê, sûîqestê, avêtina ser kozikên dijmin û sabotajê, rê nedan dagirkeran.

Dijmin dema ku li pêşberî vê berxwedana gerîla tengav bû, serî li rêbazên qirêj da. Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar bi gotina ‘teknîkeke gelekî taybet’ ferman da leşkerên xwe ku li dijî gerîlayên me yên di tunelên şer de nekarîn teslîm bigirin, gazên kîmyewî bi kar bînin. Li qada Mamreşo heta roja 12’an bi pêşengiya hevalê Serhat Giravî berxwedaneke bêhempa hate nîşandan ku nehişt dijmin xwe bigihîne tunelan. Dijmin dît ku li Kurdistanê tirs û mirin hatine kuştin.”

‘Berxwedana gerîla ji nifşên nû re bibe mînak’

Di axaftina xwe de Çewlik da zanîn ku êdî her kes neçar e bikeve pozîsyonê û wiha domand: “Pêvajo xwedî taybetmendiyeke welê tund e ku yên li naverastê bimîne, ji holê radike. Ev nirxên ku şervanên wêrek afirandine, di nava gelê kurd û jinên kurd de veguherîne çandekê û exlaqê.”

Zozan Çewlik destnîşan kir ku wêrekiya 7 gerîlayan ku li dijî bi hezaran leşkerî, balafirên şer û keşfê li ber xwe dan, bûye mînak ji nifşên nû re û wiha pêde çû: “A rast ji sala derbasbûyî û pê ve di berxwedana Cenga Heftanînê de serdemê bi Esmer, Zelal û Rusteman lehengên xwe afirand. Piştre jî bi serketina Garê re ev ruh bi Şoreşan, bi Seyfî û Hayriyan bêhtir bêhempa bû. Niha jî bi Sarya û Rûkenan, bi Delal û Viyanan ber bi serketinê ve diçe. Nifşê nû bi çîrokên lehengiyê yên destanî mezin dibe. Tu hêz nikare vê yekê ji dil û mêjiyan bibe. Divê her kes vê baş zanibe; belavkirina tirsê bi rengekî hovane kiriye ku wêrekiyeke mezin, berxwedaneke lehengî biafire. Her berxwedan tê wateya çîrokeke efsanewî ya lehengiyê. Her êrîş jî xurtbûna biryara berxwedan û serketinê ye. YJA Star li ser kevneşopiyeke bi vî rengî ya berxwedan û lehengiyê ava bû.”

YJA Star bi taktÎkên afirîner derbê giran li dijmin dixe

Fermandar Zozan Çewlik destnîşan kir ku şervan û fermandarên YJA Starê di vî şerê dîrokî û stratejîk de li dijî dijmin bi taktîkên afirîner çalakiyên xurt dikin û anî ziman ku ev çalakî wê bêhtir belav bibin û her tim bên lidarxistin.

Zozan Çewlik diyar kir ku di van tatkîkan de ku gerîlatiya serdema nû bi dil, mejî û ziraviya jinan tên meşandin, ji wan a herî girîng ji teknîkê bêhtir bawerî, dilsozî û wêrekiya hevrêyên wan e û got ku tu teknîk nikare îradeya mirovên dilsoz têk bibe.

Êrîşa heyî êrîşa qirkirina civakê û jinan e

Fermandara YJA Starê di berdewama axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Ya ku îro li Kurdistanê tê kirin ne tenê operasyoneke; êrîşeke dagirkeriyê ye, qirkirin e. Qirkirina civakê ye, qirkirina jinan e. Koordînasyona me ya KJK’ê ev polîtîkayên qirkirinê yên dijmin berê pê hesiya û li dijî qirkirina jin û civakê bi navê ‘dem dema parastina civakê û jiyana azad e’ dest bi pêngavekê kiribû. Çalakiyên ku hêzên me yên YJA Starê îro li dijî êrîşên dagirkeriyê dikin jî ji bo serxistina vê pêngavê ne. Gerîlayên me yên YJA Starê hêza herî stratejîk e ku li dijî qirkirina jin û civakê têdikoşe û wê her tim têbikoşe. Bi vê têgihişt û biryardariyê xwe ji pêşvebirina pêngavê berpirsyar dibîne. Em bi çalakiyên xweser bi rengekî çalak tev li pêngavê dibin. Em ê çalakiyên xwe xurtir û berfirehtir bikin.”

Têkildarî helwesta gelê kurd a li dijî êrîşên dagirkeriyê jî Zozan Çewlik wiha axivî: “Şerê gel ê şoreşgerî divê bi her awayî bê meşandin. Di vê demê de ku kêr gihîştiye hestî, kêr hestî jî birî ye, divê her kes jiyana xwe li gorî şerê li dijî qirkirinê birêxistin bike. Bi taybetî divê jin rêxistiniya xwe ya xweparastinê xurtir bikin û li dijî tundiya mêr, artêş û dewletê karibin xwe biparêzin. Pêwîst e wê rêxistinbûnê ava bikin ku karibin mafên xwe biparêzin. Ciwan jî divê bi ruhê seferberiyê tev li pêngava bi navê ‘ciwanên dibin baz’ bibin û weke hêza herî çalak a civakê xwedî li nirx, rûmet û berpirsyariyên xwe derkevin.”

‘Tu êrîş dê li pêşiya me nikaribe bibe asteng’

Di dawiya axaftina xwe de Zozan Çewlik ev biryardariya gerîla destnîşan kir: “Di vê demê de hêza bingehîn a ku li dijî konsepta tunekirinê û qirkirinê ya dijmin li ber xwe dide tevgera me ye ku gerîlatiya modernîteya demokratîk afirandiye. Lewma di nava salê de ev êrîş dê hîn bi giranî dewam bikin. Lewma divê gelê me li ber rabe û her derê bike qada şer. Roj roja xwedîderketina li rûmeta xwe ye! Em ê bi hev re Kurdistanê bikin goristana faşîzmê. Şervan û fermandarên YJA Starê wê bi dilsoziya xwe ya bi azadiyê re şer bikin û tu carî rê nedin dagirkeriyê. Tu êrîş wê nikaribe me bisekinîne û vê carê wê teqez azadî bi ser bikeve.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar