Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Zrîng li fûara Amedê ye

Kovara Zrîng cara yekem îro di Fûara Pirtûkan a Amedê de gihîşt xwendevanên xwe. Xêzkarên girîng di kovarê de cih digirin û kovar bi naverokeke dewlemend balê dikişîne

Kovara xêzeroman a mehane Zrîng cara yekem îro di 7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê de gihîşt ber destê xwendevanên xwe. Her wiha dê kovar sibê û pêve li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibe.

Karîkaturîst Dogan Guzel, Îmam Cîcî, Ender Ozkahraman, Halîl Încesû, Rewhat, Ronî Battê û Eşref Mûmcî di hejmara yekemîn de xêz kirine. Her wiha Terstaqla Reco bi sernavê ‘Kurdiya Hevalan’ nivîseke mîzahî nivîsandiye. Kovar ji 36 rûpelan pêk tê û bi zaravayên kurmancî û kirmanckî hat çapkirin.

‘Piştî bîst salan dîsa merheba’

Di nivîsa edîtor de ya bi sernavê ‘Piştî bîst salan dîsa merheba’ de tê bibîrxistin ku kovara Pîne bîst sal berê anku di 1’ê cotmeha 1999’an de dest bi weşanê kiriye. Di nivîsê de ji kovareke mîzahê ya klasîk wêdetir, wekî kovareke xêzeromanê tê pênasekirin û wiha tê gotin: “Gelî hevalan ev kovareke mîzahî nîne. Her wekî jiyanê, tê de mîzah jî dram jî rageşî jî heye û kovareke mîzahî ye.”

‘Çima Zirîng!’

Ji bo navê Zrîng jî wiha tê gotin: “Çima Zrîng! Li gorî zimanê gerdûnî di zimanê xêzeromanan de dengê kulman ‘smack’ e. Me berginda wê efekta deng a bi kurdî zrîng kir navê kovara xwe û me jî li gorî wê got di qada xêzeromanê de em jî hene.” Edîtor destnîşan kir ku bi derxistina vê kovarê dixwazin ewilî xwe bigihînin xwendevanên kurdî û piştre jî xwendevanen nû biafirînin.

Qirix dîsa vegeriya

Naveroka kovarê têr û tijî ye û gele xêzkarên kurd ên girîng di vê kovarê de cih digirin. Dogan Guzel bi xêzên xwe ya bi navê ‘Qirix Keko’, ‘Qirix Bavê Sileyman’ û ‘Qirix Quto’ di kovarê de xêz dike û piştî salan karakterê ‘Qirix’ dîsa digihêje xwendevanan.

Tirşik, Dizekî Bênamûs, Vîtrîna Bapîrê Min…

Ronî Battê ‘Hestû’ girtiye dest, Eşref Mûmcî ‘Tirşik’ çêdike, Îmam Cîcî ‘Zarokên Nemrûdê’ ango keviran dide axaftin. Evdilxalik û Dogan ‘Dizekî Bênamûs’ girtine dest, Ender Ozkahraman ‘Kefaret’ê dide, Halîl Încesu rêwîtiya ‘Penaber’ û her wiha Rewhat jî ‘Vîtrîna Bapîrê Min’ xêz kirine.

Zrîng li standan cihê xwe girt

Li Amedê kesên ku biçin fûarê dikarin di van standan de kovarê peyda bikin; Weşanxaneya Aryen, Weşanxaneya Wardoz, Weşanxaneya Ar, Weşanxaneya Pîrtûka Kurdî, Weşanxaneya Morî, Weşanxaneya Ava, Komeleya Med-Der û Weqfa Mezopotamyayê.

Dixwazin bi soranî jî çap bikin

Di nivîsa edîtor de hat gotin ku ev hejmar bi zaravayên kurmancî û kirmanckî çap kirine û dixwazin di rojên pêş de bi zaravayê soranî jî kovarê çap bikin. Armanca kovarê ew e ku li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê were belavkirin û xwe bigihînin hemû xwendevanên zimanê kurdî. Edîtor bang li hemû kurdî û hezkiriyên ziman kir ku wan bi tenê nehêlin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar