Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zûlaîka: Divê Ocalan azad bibe

Siyasetmedarê Baskî Igor Zûlaîka got: “Rêberê dîrokî yê gelê kurd Abdullah Ocalan divê azad bibe û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rola xwe rabe.”

25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtî ye, nêzî 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi temamî jê hatiye standin. Ji bo şikandina vê tecrîda li ser Abdullah Ocalan 10’ê cotmehê li 74 navendên cîhanê daxuyanî hatin dayîn û bi vî rengî pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” destpê kir.

Li dijî vê tecrîda li ser Abdullah Ocalan CPT û saziyên navneteweyî hîn jî bêdeng in. Piştgiriya ji pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” jî zêde dibe.

Berdevkê Têkîliyên Navneteweyî yê partiya Eûskal Herrîa Bîldû ku partiya koalîsyonê ya herî mezin a welatê Baskê ye, Igor Zûlaîka têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêngava 10’ê cotmehê ji ANF’ê re axivî.

Zûlaîka anî ziman ku tecrîda Îmraliyê fikarê dide mirov û ev yek nayê qebûlkirin û got ku divê rêberê dîrokî yê gelê kurd Abdullah Ocalan azad bibe û ev tişt anî ziman: “Azadiya Abdullah Ocalan ji me baskiyan girîng e; ji ber ku Ocalan rêberê gelê kurd e.”

Siyasetmedarê Baskî Zûlaîka bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û got: “Azadiya Ocalan hem ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û hem jî aştiya di navbera Tirkiye û kurdan de girîng e. Weke rêberê dîrokî yê gelê kurd Abdullah Ocalan xwedî pozîsyona çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji bo dawî li şer were, pêdivî bi çareseriyeke demokratîk heye.”

Zûlaîka bang li dewleta tirk kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan rake û azadiya wî mîsoger bike û got: “Piştgiriya ji pêngava 10’ê cotmehê re girîng e. Pêngaveke bi vî rengî li ji bo azadiya girtiyên siyasî yên baskî, li welatê Baskê jî heye. Di pêngava ji Abdullah Ocalan re Azadî de cih girtin, ji bo me rêbazeke ku em piştgiriya xwe ya ji kurdan re bînin ziman.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar