Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Zumrut: Tu qeyûmê YSK’ê yî

Hevşaredara Rezanê û endamên meclisa şaredariyê ji bo civîna ewil a meclisê çûn şaredariyê. Polîsan xwest wan lêgerîn bike lê rageşî derket. Zumrut di civînê de axivî û ji Huseyîn Beyoglu yê AKP’î ku YSK’ê wî tayîn kir re wiha got: “Qeyûmê YSK’ê ye.Tu yê îstîfa bikin. Hûn talanker in.”

Şaredariya Rezanê ya Amedê civîna xwe ya ewil a meclisê li dar xist. Hevşaredar Zubeyde Zumrut jî di nav de 30 endamên meclisê yên HDP’ê û 7 endamên meclisê yên AKP’ê beşdarî civînê bûn. Tevî ku HDP’ê ji sedî 71 deng wergirt jî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) mazbataya serokatiyê da namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglu yê ji sedî 25 deng wergirtibû. Polîsên parêzvaniya Beyoglu dikirin balê kişandin ser xwe. Endamên meclisê yên HDP’î dema ketin avahiya şaredariyê, li ser fermana Beyoglu polîsan xwest HDP’iyan lêgerîn bike. HDP’iyan bertek nîşanî pêkanîna polîsan da û nehiştin polîs lêgerînê bikin.

Civînê bi rêzgirtin û xwendina Sirûda Îstiklalê dest pê kir. Ewil mafê axaftinê Hevşaredar Zubeyde Zumrut girt. Zumrut xwest polîsên li salona civînê hatine bicihkirin derkevin derve û wiha got: “Sekinandina polîsan a li vir ne rewa ye. Ev li hember îradeya gel bêhurmetiye.””

‘Em şaredarê tayînkirî nas nakin’

Zumrut da zanîn ku ew ê bi îradeya ku gel daye wan dê axaftina vekirinê bike û wiha got: “Hevşaredarê vir ez im. Em serokşaredarê tayîn kirine nas nakin. Em ê jê re jî nebêjin serok şaredar. Ne serokê me ye. Ji sedî 71 gelê Rezanê me hilbijart. Gelê Rezanê îradeya xwe teslîmî du hevşaredaran kir. Bi hevalên me yên hatin hilbijartin re tu pirsgirêka me nîne. Çimkî em çiqas bi vîna gel hatibin bijartin, ew jî bi vîna gel hatine bijartin. Ev tercîhek siyasî ye û em mirovên ji vê tercîhê re rêz nîşan didine.”

‘Qeyûmê YSK’ê ye’

Zumrut anî ziman ku ew ê xizmeta gelê xwe de bin û wiha dewam kir: “Em ê tu xizmetê asteng nekin. Tekane pirsgirêkek heye. Ew jî Huseyîn Beyoglu yê AKP’î ye. Ji serê ewil ve YSK’ê bi alî li hilbijartinê mêze kir. Dema me serlêdan kir YSK’ê dikaribû ji me re bigota ‘Serlêdana Zeyyat Ceylan ne guncav e.’ Dikaribû vê wê rojê red bike. YSK’ê ji roja ewil ve li gorî biryarên îktîdara siyasî tevgeriya. Serokatiya AKP’î yê bûye partiya duyemîn ne rewa ye. Em ê nebêjin serok. Bila hemû raya giştî jî vê bizanibe. Gelê Rezanê Huseyîn Beyoglu wek serokê xwe nabîne. Heke naxwazî bikevî nava rûpelên reş ên dîrokê, divê îstîfa bike. Ev qeyûmê YSK’ê ye.”

‘Em te qebûl nakin’

Zumrut diyar kir ku ew wek hevşaredar hatiye bijartin û wiha got: “Gel Zubeyde Zumrut û Zeyyat Ceylan wek hevşaredarê xwe dizane. Wê gel jî 5 salan li pey me bisekine. Dibe ku Zeyyat Ceylan nekete meclisê lê wê Zubeyde Zumrt 5 salan li vê meclîsê hevşaredartiyê bike. Em we qebûl nakin. Em ê ji we re bêjin Huseyîn efendî. Helbet wê rojek edalet bê peydakirin.”

‘Hûnê bên darizandin’

Zumrut bal kişand ser wezîfeya Beyoglu yê AKP’î ya li Diyanetê û wiha got: “Huseyîn efendî kesek ji çanda îslamê tê ye. Di olê de qet û qet xespkirina îradeyê nîne. Di dîn de ne caîz e û ev yek guneh e. Hûnê nikaribin derkevin pêşberî xwedê û hesabê nikaribin bidin. Edaleta îlahî û civakî dê we bidarizîne. Em ê di vê nokteyê de serbilind bin.”

‘Tu yê çakêtê xwe hildî biçî’

Zumrut bi bîr xist ku Beyoglu yê AKP’î bi salan meletiyê kiriye û ev tişt anî ziman: “Bavê min jî kesek ji çanda îslamê tê ye. Bavê min her tim ji me re digot ‘qet û qet çav bernedin maf û hiqûqa însan, zarok û zindiyek xwezayê.’ Çimkî hestên edaletê ev e. Tu yê îstîfa bike û çakêtê xwe hilde û biçe mala xwe. Dibe ku hin kes we tayînî vir bikin. Lê ev der xwecihî ye. Qadek ku divê demokrasiya xwecihî li pêş bikeve ye. Demokrasî jî hilbijartin e. Îradeya hilbijartinê jî ji sindoqan derket. Hûn jî neçarin di vê mijarê de li hember îradeya gel hurmetê nîşan bidin. We vîna gel talan kiriye. Hûn talanker in. Heta dawiyê em ê li dijî vê talan û neheqiya we têbikoşin.”

Piştî axaftina Zumrtu endamên meclisê yên HDP’î dirûşma “Jin jiyan azadî’ bers kirin. Koma HDP’î ji salonê derketin û çûn xebatkarên şaredariyê ziyaret kirin.

Navber dan civîna meclisê û dê rûniştina duyemîn sibê berdewam bike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar