Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

‘Aliyê ku hevkariya dagirkeran dike divê wek kurd neyê hesibandin’

Nûnerên rêxistinên karûbarên Enfalê yên Germiyanê, diyar kirin ku ew ji ber nebûna yekitiya neteweyî bi fikar in û wiha gotin : “Aliyê ku xizmeta dagirkeran dike divê wek kurd neyên hesibandin.”

Nûnerên rêxistinên karûbarên Enfalê yên Germiyanê ji bo pêkhatina yekitiya neteweyî ya kurd, ji bo bi dawîhatina nakokiyên navxweyî û pêşîlêgirtina êrîşên dagirkeriyê bang li hemû hêz û aliyên kurdî kirin yekrêziya nava kurdan çêkin.

Endamê Komeleya Dakokîkar li mafê kesûkarên qurbaniyên Enfalê Rêbwar Ebas da zanîn tu welatek dostê kurdan nîn e, dijminên kurdan zêde ne û wiha got: “Niha hemû welatên dagirker ji bo qirkirina kurdan bûne yek. Ew aliyê kurdî ku xizmetê ji dagirkeran re bike, karekî ne neteweyî û xirab dike. Divê ew alî wek kurd neyê hesibandin.”

Rêbwar Ebas daxwaz ji hemû hizb û aliyên siyasî yên kurd kir ku yekrêziya nava kurdan çêkin.

Serokê Rêxistina Aso ya Zindaniyên Enfalê Tehsîn Hemîd jî da zanîn ew li dijî hemû cûre dagirkerî û binpêkirinên li ser kurdan in û diyar kir ku ew alîgirê yekrêziya nava aliyên kurdî ne.

Nebin darê deste dijmin

Tehsîn daxwaz ji partiyên kurdî kir ku nebin darê destê dijminan û ji bo tunekirina hevûdû nexebitin.

Tehsîn Hemîd got ku divê her çar parçên Kurdistanê wek malê hemû kurdan were zanîn û rê neyê dayîn dijmin dubendiyê li nava kurdan de çêke.

Der barê propaganda PDK’ê ya li dijî PKK’ê jî Tehsîn Hemîd ev tişt anî ziman: “Tu hêzek kurd dagirker nîne, li ser xak û welatê xwe ne. Parastina mafên kurdan dikin. Divê rêz ji xebat û têkoşîna PKK’ê re were nîşandan. Ji ber ku ew xizmeta gelê kurd dikin.”

Divê hemû hêzên kurdî yekgirtî bin

Serokê Rêxistina 14’ê Nîsanê ya Germiyanê Rehman Xurşîd jî da zanîn ew xemgîn in ji ber ku heta niha li ser asta her çar parçên Kurdistanê yekdengiyek neteweyî nîne û wiha got: “Ji ber nebûna yekitiya neteweyî bi sedan sal in kurd ji aliyê welatên dagirker ve tên qetilkirin.”

Rehman Xurşîd bang li hemû hêzên kurdî kir ku yekgirtîbin û siyasetek neteweyî bi hevre bi meşînin. GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar