Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ji bo Helebceyê “16/03”

Filma derhênerê kurd Danî Darîn bi navê “16/03” li Amerîka û welatên Ewropayê heta niha 30 xelatên cuda yên navneteweyî wergirtine

Derhênerê kurd Danî Darîn ev 11 sal in li Îngilistanê dijî. Filma herî dawî ya Danî Darîn bi navê “16/03” li Amerîka û welatên Ewropayê heta niha 30 xelatên cuda yên navneteweyî wergirtine.

Dîmenên filmê li Başûrê Kurdistanê û li Îngilistanê hatine tomarkirin. Danî Darîn ê ku bi navê xwe yê medenî Helmet Selah e, sala 1980´yî li gundê Kelekanî yê ser bi Qeladizê hatiye dinê. Ew ji bo alîkariya madî ji Herêma Federal a Kurdistanê dibêje, li başûrê Kurdistanê di warê aborî de tu kesî alîkariya wî nekiriye.

Filma “16/03” li ser komkujiya Helebceyê ye û behsa hevrikiya aliyên siyasî dike ka di encamê de kesên bêguneh çawa bûne qurbanê biryarên wan. Derhêner wiha dibêje: “Armanca sereke ya filmê ew e ku binpêkirinên mafên mirovan yên li Helebceyê bi civaka navneteweyî bide zanîn.”

30 xelat wergirtin û hîna namzet e

Danî Darîn dibêje, filmê heta niha 30 xelat wergirtine û li mîhrîcanên navneteweyî yên Amerîka û welatên ewropî weke namzetê xelatan hîna jî tê nîşandan.

Film ji bo 4 beşên Xelata Neteweyî ya Meliktiya Yekbûyî ya ku wek “The National Film Awards UK” tê zanîn jî bûye namzet. Li ser filma xwe di vê festîvalê de derhêner dibêje, “Filma me bi filmên bihêz ên Hollywoodê pêşnaziyê dike ku budceya wan zêdeyî 200 milyon dolarî ye. Lê filma me bi budceyeke kêm û alîkariya xwebexşan hat çêkirin. Tevî vê yekê jî di beşên wek baştirîn senaryo, baştirîn filma aksiyonê, baştirîn filma dirêj û baştirîn fîlma serbixwe de bûye namzet.”

Fîlmli başûrê Kurdistanê jî di çarçoveya mîhrîcanan de li Silêmanî û Hewlêrê hat nîşandan lê li gorî derhêner li vir eleqeya heqkirî, nîşanê filmê nehatiye dayîn: “Lê mixabin li Hewlêr û Silêmaniyê eleqeya pêwîst nedît. Lê baweriya min a ji bo doza gelê me yê rewa, zêde bûye. Ez dixwazim ji gelê xwe re bibim alîkar.”

Xelkê Helebceyê û karmedên Bîrdariya Helebceyê ji bo filmê bûne alîkar, lê derhêner Danî Darîn gazinan ji şaredarî û asayişa Helebceyê dike ku bûne asteng.

Fîlm cureya aksiyon, drama û polîsî ye û qederê 2 saetan dirêj e. Li Kurdistan û Îngilistanê dîmenên wê hatine girtin. Herçî lîstikvan in jî ji sedî 80 îngilîz û ji sedî 20 jî kurd in. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar