Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bazara xwarinên xwemalî rastî eleqeyê tê

Li bazara Silêmanî berhemên xwemalî liv û tevgerek zêde ya welatiyan tê dîtin. Li gorî dikandarên nava vê bazarê diyar dikin ku welatî hêdî hêdî dest ji xwarina berhemên biyanî berdidin û berê xwe didin berhemên xwemalî

Her çendî ku piraniya bazaran bi xwarin û berhemên biyanî hatibin tijekirin, lê nekariye bandorê li ser heskirina ji bo berhem û xwarinên xwe malî bike. Her çendî ku di niha de welatî kêmtir giringî didin berhemên xwemalî, lê cardin gelek kes hene ji ber tam û sûdên berhemên xwemalî, berê xwe didin bazara berhemên xwarinan ên xwemalî dikirin û bikartînin.

Yek ji van bazarên ku xwarin û berhemên xwemalî tê de têne firotin, bazara Silêmanî ye. Divê bazarê de xwarinên hişk yên wekî; Savar, birinc, maş, hêjîr, qeysî, keşke, goz, kuncî û bi dehan cûrên din ên xwarinên xwe malî têne firotin. Esnafên bazarê ji Rojnewsê re axivîn.

Yek ji dukandarên li vê bazarê Mihemed Ceza Kakî (29)’ye. Dikana wî dikeve rexek yê bazarê. Di dikana wî de bi dehan cûrên xwarinên hişkahî hene. Beşek ji tiştên di dikana wî de heyî berhemên kurdewarî ne. Mihemed Ceza diyar kir ku bi qasî çavdêriyên wî, xelk niha zêdetir berhemên xwemalî dikirin û ji berhemên biyanî zêdetir xwestek li ser berhemên xwemalî heye.

Mihemed Ceza diyar kir ku niha zêdetir xelk daxwaza xwarinên wekî; savara xwemalî, maş û gozên xwemalî dikin.

Berhemên ku di dikana wî de têne firotin, yên devera Şarbajêr, Pişder, Şarezur û Germiyanê ne.

Her çendî ku rexneyên welatiyan li ser bilindiya nirxên van berhemên xwemalî heye jî lê dikandar diyar dikin ku cardin welatî bi rêjeyek baş van berhemên xwemalî dikirin û bikartînin.

Di nava heman bazarê de dukanek din heye ku ewjî berhemên ji şîr çêdibin difiroşe. Di heman demê de berhemên ne xwemalî jî difiroşe. Xwediyê dikanê diyar kir ku heya kesek tê berhemên ji derve dikire, deh kes tên yê xwemalî dikirin.

Di vê dikanê de jî berhemên şîrawî yên wekî; mast, penîr û lorik difiroşe. Ev berhem jî ji herêma Xaneqîn û Derbendexînê ji wan re tên. Dikandar diyar kir ku her çendî ku bihayê berhemê xwemalî ji yê biyanî bilintire jî lê welatî guh nadin nirxê bilind û dikirin.

Yek ji welatiyên nava bazarê Ceza Hemdî, li ser sudê berhemên xwemalî axivî û got: “Niha linava xelkê de gelek nexweşî derketine. Ji ber wê pêwîstiya me bi van berhemên navxweyî heye. Ji ber ku dinava berhemên navxweyî de madeyên kimyawî tuneye. Xelk kêmtir girîngî bi berhemên ji derve didin. Berhemên me bi xwe gelek baştirin.”

Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê xwediyê 6 milyon û 619 hezar û 19 donim erdê çandiniyê ye. Lê hîn çavê wê li welatên cîrane ji bo pêdawistiyên navxweyî jêre peyda bikin. Berhemên navxwe yên başûrê Kurdistanê tenê ji sedî 5’ê pêwîstiyên nava bazarê bicîhtîne. Berhemên ji derve jî piranî ji Tirkiye û Îranê tên başûrê Kurdistanê. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar