Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyên Dêrîn: Bêdengiya Başûr hêz dide dewleta tirk

Pêşmergeyên Dêrîn diyar kir ku bêdengiya gel û hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriyê, hêz dide dewleta tirk ku çawa bixwaze wisa êrîş bike. Pêşmergeyan got ku divê temamiya gelê kurd piştgiriyê bide hêzên gerîla û banga yekitiya neteweyî kirin

Bertekên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta tirk û bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Federe berdewam in. Pêşmergeyên Dêrîn ên ji herêmên Raperîn, Koyê û Germiyanê ji Rojnewsê bi Mihemed Hesen re axivîn û diyar kirin ku bêdengiya aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê, rê li ber dewleta tirk vedike ku li gorî daxwaza xwe êrîşî gund, çiya û gelê başûrê Kurdistanê bike.

Ji pêşmergeyan Hazim Elî demek berê tevî şandeya Pêşmergeyên Dêrîn çûbû serdana ciwanên ku li dijî dagirkeriyê li Qendîlê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Elî çalakiya ciwanan weke berxwedanekî dîrokî pênase kir û wiha domand: “Pêwîste her kes bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide gerîla. Bêdengiya başûrê Kurdistanê xizmetê ji gelê kurd re nake. Bivê bêdengiyê barê pêşerojê girantir dikin. Hemû hewldanên dewleta tirk ji bo guhertina demografyaya Kurdistanê ye. Ji Efrînê heya Kerkûkê vê polîtîkayê dimeşîne. Em hemû ji baş dizanin ku hêza ku Kurdistanê diparêze, gerîla ye. Divê li dijî sûcên tên kirin, em piştgiriyê bidin gerîla.”

‘Ger yekitî hebe tu kes nikare êrîş bike’

Di berdewamê de jî Elî bi lêv kir ku dîrok dê tu kesî efû neke û wiha derbirî: “Bêdengiya partiyên başûrê Kudistanê, hêz dide dijminên gelê kurd. Ger kongreya neteweyî ya kurdan bihata lidarxistin, dê wê demê tu dagirker nekarin bi tu awayî êrîşî me bikin. Ez ji partiyên Başûr dixwazim ku alîkariyê nedin dewleta tirk. Tevahî welatan pişta xwe daye dewleta tirk û dewleta tirk xwe niha bi başûrê Kurdistanê ve li ser pêyan dimîne.”

‘Armanca dewleta tirk dagirkerî ye’

Ji Pêşmergeyên Dêrîn Şiwan Bekîr jî bertekên xwe wiha nîşan da: “Kurdistan her Kurdistane, dagirker her dagirkere. Dewleta tirk bi hinceta ‘PKK heye’ êrîş dike. Lê armanca wê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Bêdengiya gelê başûrê Kurdistanê û aliyên siyasî, hêz dide dewleta tirk ku êrîşî gund, baxçe û gelê me bike. Ger ku kurd di bin sîwanekî de bibin yek, wê demê tu kes nikarê êrîşî me bike û axa me dagir bike.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar