Li Germiyanê komek civan bi navê ‘Şitlek daran biçîne û pirtûkekê diyarî bistîne’ dest kampanya çandina daran kirin
Ji ber ku li herêma Germiyan ji sedê 4.4 keskehiye, 4 ciwanên Germiyan bi awayekî dildarî bi navê ‘Şitlek daran biçîne û pirtûkekê diyarî bistîne’ dest kampanyaya çandina daran kirin. Her kesekî ku darekê biçînin wê pirtûkek diyarî wê/wî were kirin.
Rêveberê kampanyayê Peywend Omer li ser kampanyayê agahî da û diyar kir ku kampanya ji bo hişyarkirina jîngeh û rewşenbîriyê ye û wiha got: “Armanca me ew e ku bajarê xwe kesk bikin ku rêjeya keskahiyê gelek kêm e. Her wiha dixwazin bi rêya dayîna pirtûkan asta xwendina kurdan bilind bikin.”
Ako Mihemed ê ku beşdarî kampanyayê bûye jî ev tişta anî ziman: “Ez weke ciwanekî beşdarî vê kampanyayê bûme. Min darek çand û pirtûkek diyarî wergirt. Daxwazê ji hemû kesê dikim ku beşdarî kampanayê bibim. Ji bo ku bajarê me kesk û xweşik bibe.”
Her wiha Awrêz Ezîz jî aşkera kir ku kampanyayên wiha gelek girîng in û got ku rêjiya keskehiya herêma wan gelek kêm e û bang li ciwanan kir ku beşdarî kampanyayê bibin. GERMIYAN