Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên Germiyanê fêrî xweparastinê dibin

Komek ji jinên navçeya Kelar a Germiyanê xwe fêrî hunera parastinê dikin û diçin fêrbûna hunera kîk boksingê. Jinên ciwan ên Kelarê bang li jinên ciwan kirin ku astengiyên li pêşiya xwe bişikînin û tev li dewreyan bibin

Li navçeya Kelar a Germiyanê tevî hemû astengiyên civakî, komek jinên ciwan grûbek ava kirine û ji bo xweparastinê dest bi fêrbûna hunera parastinê ya kîk boksingê kirine. Cara yekem e li Kelarê jin beşdarî dewreya fêrbûna kîk boksingê dibin. Berê tenê zilaman dikarîn vê werzîşê bikin û li navçeyê tU caran jinan hewla fêrbûnê nedane.

Hejmara grûba keçan a kîk baksingê ya Germiyanê nêzî 10 jinên ciwan in û diyar kirin ku bi derbasbûna demê re dê hejmara wan zêdetir bibe û jin bi coş beşdarî grûbê dibin. Ev grûb ji bo fêrbûnê heftane 3 rojan nêzî 2 saetan perwerdeyê li Hola Kîk boksing a Pêşmergeyê dibînin.

Astengiyên li pêş werzîşê

Yek ji endama grûbê Esma Ezîz wiha qala xwe ya beşdarbûna grûbê kir: “Ji zarokatî ve xwesteka min a werzîşkirinê hebû. Bi taybet hunera parastinê. Lewma bi rêya tora civakî facebookê re, min grûba kîk boksingê nas kir. Min li gel perwerdekarê wan axivî û min daxwaza beşdarbûna dewreya ji bo keçan kir. Wî ji pejirand. Piştre ez li gel çend havalên xwe axivîm û ji bo beşdarbûnê ew jî kêfxweş bûn.”

Esma Ezîz bal kişand ser astengiyan û wiha domand: “Ji ber hişmendiya cudakarî ya civakê, beşdarbûna jinan a li vê werzîşê hinekê zehmet e. Lê bi kêfxweşî me karî vê bişikînin û berdewam bîn. Roj bi roj keç bi coş û xuroş zêdetir tên nava grûbê. Her wiha gelek keç hene ku hezkirina wan li ser vê werzîşê heye, lê ji ber dewamê û karkirinê nikarin beşdar bibin.”

Fêrbûna hunera parastinê

Şine Mihemed jî ji bo fêrbûna hunera parastina kîk boksingê beşdarî grûbê bûye, wiha qala hunera parastinê kir: “Hunera parastinê ya kîk boksingê, yek ji hezkirinên min bû. Berê ez gelek geram, lê gotin ku ji bo jinan nîne. Lê bi kêfxweşî îsal vekirin û min karî beşdar bibim. Ez girîng dibinim ku jin ji bo bihêzkirina laş û derûniyê beşdar bibin.”

Her wiha Şine Mihemed diyar kir ku dema ji kesûkar an ji hevalên re qala kîk baksingê dike jê re dibêjin ‘çi karê te ji vî şerî re heye’ û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vê werzîşê ji bo jinan xerîb dibînim. Ji ber ku li gorî wan erka jinan tenê karê nava malê ye. Lê em guh nadin van axaftinan û berdewam dikin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar