Di van rojên dawî de liv û tevgera balafirên şer û keşfê yên li ser herêmên başûrê Kurdistanê zêde bû. Hat zanîn ku ev sê roj in balafirên şer li ser asîmanê herêmên Raperîn, Qeladizê û Koyeyê difirin. Balafirên ku nizm difirin, gel xistiye nava fikaran
Liv û tevgera balafirên şer yên nenas a li ser gelek herêmên başûrê Kurdistanê bênavber didome. Ev sê rojin ku balafirên şer ên nenas li ser asîmanê navçeya Ranya, Qeladizê û Koyeyê digerin. Her çiqas heta niha van balafiran tu herêmek bombebaran nekiribin jî, gelemperî li ser herêmê nizm difirin.
Têkildarî firîna van balafirên şer a li ser herêmê, hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê tu daxuyanî nedane. Firîna nizm a li ser herêmên Raperîn û Koyeyê, gel xistiye nava fikaran.
Hat zanîn ku heta van kêliyan jî balafirên şer ên nenas li ser van herêman difirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev demeke hem balafirên şer û hem jî balafirên bêmirov ên keşfê ku nayê zanîn bê ka aîdê kîjan dewletê ne, li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî digerin.