Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Reqayê zêdetirî 18 hezar mayin hatin bêbandorkirin

Şaxa Tîma Endezyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê da zanîn ku ji rizgarkirina bajarê Reqayê heta niha hêzên wan zêdetirî 18 hezar mayin bêbandor kirine

Koma çete ya DAIŞ’ê dema ku li Reqa û gundewarên wê serwer, bi dehhezaran mayin li qadên sivîlan çandin. Mayinên ku ji hêla çeteyan ve hatin çandin li jiyana gel jî bandorekê mezin a neyînî çê kir. Di vê çarçoveyê de di encama teqîna mayinan de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de Buroya Astengdaran jî da zanîn ku ji sedî 70 gaziyên şer, di encama teqîna mayinan de birîndar bûn.

Bi rizgarkirina bajarê Reqayê di cotmeha sala 2017’an de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajar û gundewarên wê dest bi paqijkirina mayinan kir. Di vê çarçoveyê de Tîma Endezyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê 18 hezar mayin, bombe û topên çeteyan bê bandor kirin.

Têkildarî mijarê yek ji endamên rêveber ên Tîma Endezyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Akif Mihemed anî ziman ku hêzên wan jiyana sivîlan ji xetereyê xelas kir. Mihemed wiha domand: “Hêzên me mayinên li mal û erdan hatibûn çandin, bêbandor kirin. Her wiha li avahiyên taybet û giştî yên bejahî û bajarê Reqayê jî hêzên me xebatên xwe didomînin. Çeteyên DAIŞ’ê li pey xwe 18 hezar û 379 mayin û bombe hiştin. Xebatên me hîn didomin. Dema agahî tên, em yekser berê xwe didin cihê bûyerê û teqemeniyan bêbandor dikin.” REQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar