Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....
Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Çanda û kevneşopiya Reqayê bi çîrokbêjiyê dide jiyîn

Ciwanê bi navê Fîras Remedan ê ji bajarê Reqayê pîşeya çîrokbêjiyê di meha Remezanê de bi rêbaza xwe vejand. Fîras çîrok û çanda herêmê bi rêbazeke komedî vedibêje. Ciwanekî Reqayê pîşeya çîrokbêjiyê vejand.

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meha Remezanê re geş dibe. Bi tabetî jî li li Reqayê çîrokbêjî hunereke pir kevin e. Di vê hunerê de çîrokbêj (hekewatî) lehengê tekane ye ku kesayetên çîrokê, bi deng û tevgera xwe nîşan dide. Çîrokbêjî beşek ji kultûra Sûriyeyê ye. Cara dawîn ku çîrokbêjî wek pîşeyekê derketiye di 1958’an de li qehwexaneya Nofera ya Şamê bû.

Çîrokbêj destanên dîrokî wek Entere Bin Şedad, Zîr Salim, Qeys û Leyla, kesayet û destanên din vedibêje. Her wiha kurteçîrokên komedî jî vedibêje. Ji ber wê jî şênî bi girseyî berê xwe didin qehwexaneyan da ku li wî guhdar bikin.

Li bajarê Reqayê, ciwanê bi navê Fîras Remedan hewl dide çîrokbêjiyê vegerîne bajêr, lê bi awayekî komedî. Armanca wî ew e ku balê bikişîne ser dîrok, çand û stranên bajarê xwe. Fîras 2 kesayetan bi kar tîne ew jî (Ebû Tenûs û Ebû Zehiye) ew jî wek kesayetên (Kerkûz û Îwaz) ên ku li qehwexaneyên Şam û Helebê dihatin pêşkêşkirin.

Fîras ku li qehwexaneya Feradîs a bajêr çîrokan vedibêje û got: “Min xwest kesayeta çîrokbêj a ku êdî ji bilî li ser televîzyonan em wê nabînin, bi awayekî komedî vejînim. Armanc jî xurtkirina hezkirin û dan û standina di navbera şêniyan de ye nexasim ku medyaya dîjîtal jiyana me têk biriye.”

Fîras wiha domand: “Bi rêya çîrokbêjiyê min fikir û çanda herêmê pêşkêş kir, piştî ku min nêrînên temenmezinan girtin. Min ev kesayet ji bo vegotina kultûra Reqayê û çîrokên xweş ên ku tê de qewimîne bi kar anî. Dema qala Reqayê tê kirin yekser rengê reş ê çeteyên DAIŞ’ê tê bala mirov, lê belê Reqa bajarê evînê, bajarê aştî û bajarê rewşenbîriyê ye.”

Ev karê Fîras bi ser ket û şêniyan jê hez kir û ji bo guhdarkirina li çîrokên Fîras şênî berê xwe didin qehwexaneyê. Yek ji mijarên ku Fîras amade kirine çîroka “Arife” ye. Çîrok li ser dadgerekî ye ku dozên xelkê çareser dike. Her wiha kêfa şêniyan ji çîroka Sandrêla re jî tê, lê ne Sandrêlaya biyanî, ya Reqayî.

Fîras diyar kir ku ew ê vî karî heta piştî Remezanê jî bidomîne û got: “Li gel me mîraseke xweş û tije heye, lê nehatiye belgekirin. Bi rêya çîrokbêj û ragihandinê em ê vê kultûr û mîrasê biparêzin da ku nifşên nû ji çîrokên berê sûdê bigirin.”

Fîras destnîşan kir ku ji bo wî qezenca pereyan bi qasî pêkanîna armancên vî karî ne girîng e û wiha domand: “Her kes dipirse gelo armanca çîrokbêjiyê madî û pere ye? Sûda madî di çîrokbêjiyê de tune ye. Armanc belgekirina kultûrê ye ku ciwan jî kultûra me ya xweş nas bikin. Her wiha armanca me balkişandina ser pirsgirêkên li Reqayê û rexnegirî ye, lê bi rêbazeke komedî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar