Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Şaredariya Reqayê dê 100 hezar daran biçîne

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kirin, bi awayeke hovane nêzî xwezaya bajar bûn û vê jî kir ku şînkahiya li bajar ber bi tunebûnê ve biçe. Lê piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 17’ê cotmeha 2017’an de bajar ji çeteyan paqij kir, li bajar xebatên geşkirina xwezaya Reqayê hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de Daîreya Baxçeyan a Şaredariya Gel a Reqayê dest bi çandina daran kir.

Di çarçoveya zêdekirina şînkahiya bajar de daîreyê ji bo çandina daran şitilgehên taybet vekirin. Nexasim jî şitlên darên xemilandinê çandin da ku li kêleka rêyan û baxçeyên giştî biçînin. Kesên şareza li şitilgehan dixebitin, tovê dixin hingaran, kesên pispor û serpereştên ji Şaredariya Gel çavdêriyê dikin.

Rêveberê Şitilgeha Reqayê Abdullah Mudhî têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ji destpêka vekirina şitilgehan ve, hewldana bedewkirina bajarê Reqayê dikin. Mudhî got ku darên xemilandinê li baaxçeyên giştî, kêleka rêyan, têketin û derketina bajar diçînin.

Daîreyê par jî 100 hezar şitilên daran çandin. Dê îsal jî 100 hezar dar li Reqa û gundewarên wê bên çandin. REQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar