Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Şêniyên Raperînê xwestin ku pêşmerge ji Zînî Wertê vekişin

Bertek û nerazîbûnên li dijî şandina hêzên pêşmergeyan a li herêma Zînî Wertê her ku diçe zêdetir dibin. Têkildarî mijarê welatiyên Raperîn a Silêmaniyê bi Rojnewsê re axivîn. Welatiyan şandina hêzên pêşmergeyan weke planeke dijmin bi nav kirin û xwestin ku ew hêz ji wir vekişin.

Ji welatiyan Necmedîn Qadir ku diyar kir ku weke kesûkarên şehîdan, wan gelek êş û azar dît û wiha got: “Bila ew êş, azar û şer careke din rû nedin. Heta ew hêzên li Zînî Wertê bi cih bûne wê derê terk bikin, em ê zexta xwe bidomînin. Divê xelkê her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya me bike. Xelkê li sînorê Raperîn û Balekayetî di têkoşîna kurdayetiyê de pêşeng bûn. Ji bo niştiman gelek qurbanî dane. Niha dîsa metirsiyeke şerê navxweyî dubare dibe. Divê haya rêveberên kurd ji vê metirisiyê hebe û bi berpirsiyarî tevbigerin. Di şandina hêzan a li Zînî wertê de tiliya hêzên derve heye. Em dikarin bi yekgirtina xwe planên qirêj ên dijminan binax bikin.”

‘Şerê birakujiyê malwêranî ye’

Ji endamên şandeya ku di 19’ê nîsanê de ji bo ku pêşmerge ji Zînî Wertê vekişe bi rayedarên PDK’ê re civiya bûn, Hemed Hacî Mela jî wiha got: “Çend roj beriya niha me peyama xelkê gihand hêzên li Zînî Wertê da ku wir terk bikin. Kîneke me li hemberî tu aliyekî nîne. Em hemû dizanin ku şerê navxweyî ezmûnekî tehl e. Di van şeran de ji bilî malwêranî û şewitîna kezeba dayik û bavan, tiştek nehate bidestxistin. Di her cure aloziya de hem hêz û hem jî xelkê sînor dê zerarê bibîne. Lewma daxwaza me ew e ku di demeke herî nêz de ew hêz vekişin û ji aloziyan dûr bikevin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar