Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Piştevaniya ji bo gerîla karek pêwîst û rewa ye’

Dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê dewam dike. Roj bi roj nerazîbûna xelkên Başûr a li hemberî dagirkeriyê dewam dike. Li ser dagirkeriya dewleta tirk welatiyên bajarokê Serqala ya ser bi navçeya Kifrî a ser bi Herêma Germiyanê axivîn.

Welatiyê bi navê Dawid Mihemed destpêkê bê helwestiya hikûmet û aliyên siyasî ya li hemberî dagirkeriya dewleta tirk rexne kir û wiha got: “Ev bê helwestiya hizbên desthilatdar xwe dispêre berjewendiyên bi Tirkiyeyê re, bi taybet jî berjewendiyên PDK’ê. Divê li ser asta hikûmet, parlamento û şeqaman yekdengiyek hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê hebe. Ji ber ku tu serkeftina kurdan li xweşa Tirkiyeyê nayê. Bi awayek zordariyane li hemberî serkeftinên gelê kurd rawestiya ye.”

Welatiyê bi navê Azad Hesen jî daxuyakirin ku tenê armancek dewleta tirk heye, ew jî dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê ye û bicihanîna xeyala dewleta osmaniyan e lê ev xeyala Tirkiyeyê dê çênebe û wek sedem jî wiha got: “Ji ber ku gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê li Qendîlê parastinek bê wêne li xaka başûrê Kurdistanê dikin. Piştevaniya gerîlayan karek pêwîst û rewa ye. Divê em xelkê Başûr, dijî Tirkiyeyê piştevaniya şoreşa gerîlayan bikin.”

Herî dawî welatiyê bi navê Bextiyar Mihemed jî nêrînên xwe bi van hevokan anî ziman: “Ez dagirkeriya dewleta tirk şermezar dikim. Di wê hêviyê de me ku wê xewna dijminê hatî ser xaka Başûr bi cih neyê û wê bişikê. Dewleta tirk tenê PKK’ê ji bo xwe dike hincet. Yan di rastiyê de armanca Tirkiyeyê dagirkirina Başûr e. Tirkiye dixwaze xewna Osmaniya zindî bike.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar