Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê kurd bibin xwedî yekpeyam û yekcan’

Çavdêr, rûsipî û parêzerên Herêma Germiyanê behsa girîngiya yekitiya neteweyî kirin û dan zanîn ku pêdiviya kurdan bi yekdengî û yekrêziyê heye û bang li hemû hizban kirin dev jê berjewendiyên xwe yên şexsî berdin

Hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya ji bo avakirina yekitiya di nava kurdan de dewam dike. KNK li başûrê Kurdistanê bi partî û aliyên siyasî re ji bo pêkanîna kongreya neteweyî di nav liv û tevgerê de ye. Çavdêr, rûsipî û parêzerên Herêma Germiyanê li ser girîngiya yekitiya neteweyî û astengiyên li ber yekitiyê axivîn.

Çavdêrê siyasî yê bi navê Umer Mihemed bal kişand ser sedema çênebûna yekitiyê û wiha got: “Du sedem hene, ya yekem şoreşên li başûrê Kurdistanê ava bûyîn zêdetirî xwe nerazîbûn û şoreşên çekdarî bûn. Ji bo vê di nav de hestên netewî berfireh nebûn. Sedema duyem jî pişta xwe dayîna welatên derve û dagirkerên Kurdistanê ne. Bi taybet desthilatdariya niha, li ber yekitiya neteweyî astengek mezin e.”

Umer Mihemed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ser hewldanên ji bo yekitiyê û ev tişt anî ziman: “Tevî dîroka kurdan li gel xelkê Herêma Kurdistanê bûye sedema bêhêvitiyê lê gel ji bo ku kongreya neteweyî pêk bê, di nav têkoşînê de ye. Ya cihê hêviyê niha ev e, li hemberî dagirkeriyê têkoşîn e.”

Divê aliyên siyasî dev jê berjewendiyên xwe berdin

Rûspiyê Herêma Germiyan Nîzam Kiwêxa jî li ser heman mijarê da zanîn ku pêwîstiya kurdan bi yekdengî û yekreziyê heye û ev tişt anî ziman: “Divê em hemû dijî komployên dijminê gelê kurd rawestin. Em rê nedin şerê navxweyî, ji ber ku heya niha jî êşa şerê navxweyî maye û êş dide. Pêwîst e hizbên siyasî dev ji berjewendiyên xwe yên hizbî berdin û berjewendiyên gelê kurd pêş bixin. Divê gel li dijî hemû hizbên şerxwaz raweste, niha herî zêde pêwîstiya me bi yekitiya neteweyî heye.”

‘Kurd bibin xwedî yekpeyam û yekcan’

Parêzer Mihemed Nurî jî behsa girîngiya yekitiya neteweyî ya gelê kurd kir û wiha got: “Pêknehatina yekitiyê tê wateya ku dê kurd bibin xwedî yekpeyam û yekcan. Wê bi çêbûna yekitiya neteweyî re kurd bigihêjin armancên xwe. Li gorî min kurd wê tenê bi yekitiyê bikarin li hemberî pirsgirêkên dijmin ji me re çêkirî, rawestin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar