PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Têkoşîna azadiyê “Li welatê Rojê Vejîn”

Sê cîldên pêşî yê romana ''Li Welatê Rojê Vejîn'' ku têkoşîna azadiya Kurd a 100 salî vedibêje çap bû

Navenda Nûçeyan

Yek ji nivîskarê rêze romanê Mehmet Saît Uçlu têkilî romanê ji Medya Haber TV re axivî.

Uçlu got projeya rêze romanê ya ku têkoşîna azadiyê ya 100 salî ya Kurdan vedibêje ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Uçlu got, ”Rêber Apo, sala 2001’ê bû, pêşniyaz li hevalan kiribû ku hin pirtûkan binivisin. Xwestibû ku bi navê Klana Apo romaneke were nivîsîn, dîroka azadiya Kurd, dîroka azadiya PKK’ê, têkoşîna azadiyê bibe romanek. Proje bi vê çarçoweyê bû.”

Uçlu got li ser pêşniyaza Ocalan wan komeke ji 7 kesan pêk tê çêkirine, dest bi xebatan kirine, roman bi rengê 7 cîldan sêwirandine, di rêze romanê de têkoşîna Ocalan, damezirandina PKK’ê û lêgerîna azadiyê ya Kurdan hatiye vegotin.

Uçlu diyar kir armanca nivîsîna romanê ew e ku têkoşîna azadiya Kurdan berbiçav bikin û got, ”Me xwest ku vê dîroka ku tê jiyîn bikin xwedî bîreke civakî, bîreke civakî ya hevpar a mirovahiyê. Me xwest ku vê heqîqeta ku hatî jiyîn berbiçav bikin.”

Uçlu her wiha diyar kir wan honake romanê nedanîn, rastiya ku hatî jiyîn li gorî taybetmendiyên romanê vegotine.

Uçlu wiha domand: ”Em neçûn, nerûniştin û bi fikra em romanê binivisin me honaka wê nedanî. Bi honakekê heqîqeta ku hatî jiyîn me yê nekarîbûya bîninin ser zimên. Ev nîv sedsal e ev gel li ser piyan e. Ev nîv sedsala e li ber xwe dide, têkoşîna azadiyê dide. Rêbertî ev ji 20 salan zêdetir e li zindanê ye. Ji bo ku em vê heqîqetê derxînin meydanê me lêkolîn kirin û di encama lêkolînan de bi honaka heqîqetê me roman nivîsî.”

Uçlu her wiha diyar kir pêşxebata romanê salekê domandiye, li Libnan, Sûriyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê û li Tirkiyê salekê lêkolîn kirine û got, ”Me Rêbertî esas girt û xebat kir. Bi sedan kesî re me hevdîtin kir. Me hevalên zaroktî yê Rêbertî dîtin, me mamosteyên wî dîtin, çi mirovên ku Rêbertî dîtibûn me ew dîtin, me bi wan re roprtaj kirin. Me hewl da ku dema bihurî were bîra wan. Weke arkeologan me xebateke kolanê kir.”

Uçlu diyar kir ji bo ku romanê binivisin xebata ku kirine jî mijara romanê ye, got di rêze romanê de têkoşîna Ocalan li ber xwe esas dîtine û domand, ”Hemû analîzên Rêber Apo, hemû nivîsên wî ji nû ve xwendine, lê hûr bûne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar