Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çîroka strana “Vaye PKK rabû”

Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, her kurdekî li strana "Vaye PKK`ê rabû" bihîstiye û nifş bi nifş vê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku bi pêşengtiya rêber Abdullah Ocalan hate damezirandin, ji hemû Kurdan re bû hêvî

Navenda Nûçeyan

Gelê Kurd ku wekî dareke hişk bibû û kesî bawer nedikir ku ji nû ve şîn bibe, bi damezirandina PKK`ê re dîsa zindî bû. PKK`ê di nava dilê Kurdan de cih girt û gel jî bû dildarê wê. Hin kesan jî ji ber hezkirina PKK`ê, bi helbest û stranan PKK`ê gihandin gel.

Yek ji wan kesan jî, Tacidîn Hisên e ku di sala 1953`an de li gundê Gir Mêr yê di navbera bajarê Hesekê û navçeya Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê de ji dayîk bûye. Hisên ji bo debara jiyana xwe bike, li Lubnan, Îmarat, Şamê û herî dawî jî li Erebistana Siûdî kar kiriye.

Di sala 1973`an de dema ku Hisên li Sûriyê leşkerî ji hikumeta Şamê re dikir, li ser qenala BBC hat gotin ku li Bakurê Kurdistanê gel rabûye ser piyan. Dema Hisên dîmenî temaşe dike,  ji eşq û şadbûnê hevoka “Va ye xortên kurdan rabûn, deşt û çiyan belav bûn” ji nava hinavên wî derdikeve.

Hisên di sala 1980`î de li Erebistana Siûdî endamekî tevgera azadiyê nas kir. Ew kes ji Tacidîn Hisên û hevalên wî yên karker re behsa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike û bi wê yekê hezkirina PKK`ê di dilê Hisên de şîn dibe.

`Vaye PKK rabû`

Hisên li Siûdiyê wêneyê rêber Ocalan li ser dîwarekî dibîne û li wir rûyê rêbertiyê nas kir. Piştî demekê ji wê bûyerê dixwaze vegere Rojava, dema ku digihêje Şamê diçe mala mirovekî xwe û bi tesadufî  rêber Ocalan li wir dibîne.

Piştî ku Tacidîn Hisên rêber Ocalan dibîne yekser nivîsa wî tê bîra wî, ji xwe re dibêje: “Va ye xortên Kurd bûn PKK`ê, va ye PKK`e rabû”. Ew di sala 1981`an de vê hevoka xwe temam dike û dike helbest.

Helbest wiha ye:

Va ye PKK`e rabû

Deşt û çiyan belav bû

Kulîlkên welat sor bû

Bilbil bi gulan şa bû

Wek şêran daketin şer

Hesinin dil û ceger

Bi şev pêde ranazin

Ta ku rojê bînin der

Hemû karkerên cîhan

Xortên rindî xwendevan

Dil şabûn bi şerê wan

Teva destê xwe da wan

Va bilbil dike fîxan

Mizgîn dide hevalan

Pîroz dike cejna wan

Sed her bijî Kurdistan

Keça Kurdî rojhilat

Xemla xwe daye welat

Mizgîn li te hevalê

Roja şadî va ye hat

Helbest bû stran

Ji eşqa dîtina serokatî û ji eşqa partiye ku wê çaxê gelê kurd li hêviya rêxistinekê bû ku karibe wan bi hev ve girê bide û wan ji bindestiyê xilas bike, baweriyeke mezin li gel Tacidîn Hisên çêbûbû ku PKK`ê wê gel ji zordestiyê rizgar bike.

Tacidîn Hisên di sala 1982`an de ew helbest nîşanî hunermend Xelîl Xemgîn kir ku wê demê bi hev re li Erebistana Siûdî kar dikirin. Xelîl Xemgîn li tembûra xwe dide û Hisên jî helbestê bi lêv dike, bi wê yekê biryarê didin ku wê helbest û awazê tomar bikin. Bi wê rengî ew helbest dibe stran.

Hisên ew kaset bi xwe re anî Rojavayê Kurdistanê û li malbat û dostên xwe belav kir, kesên dihatin cem wî jê ew kaset dixwestin. Heta gihaşt astekê ku kaset li cem wî bi xwe neman.

Yekemîn strana ku li ser PKK’ê hatiye derxistin

Hisên li Rojavayê Kurdistanê şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) nas dike. Şehîd Mizgîn bihîstibû ku Tacdîn ew helbest nivîsiye. Şehîd Mizgîn rojekê di civatekê de wê stranê bi dengê xwe yê xweş dibêje.

Ew helbest di sala 1983`an de bi dengê şehîd Sefqan û Mizgîn û bi awazekî din hate tomarkirin. Wê demê ew stran dengveda û heta niha tevî ku gelek stran hatine derxistin jî, lê belê ev strana herî zêde ye ku gel jê hez dike û bi coş û heyecan lê guhdarî dike. Strana “Va ye PKK`e rabû” yekemîn stran e ku li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatiye derxistin.

Hisên da zanîn ku PKK`ê ji bo miletê kurd hêvî ye û wiha got: “Dema ku PKK`ê hat damezirandin milet pir pê kêfxweş bû, hêviyek da gel. Heta roja îro jî baweriya milet xurt e ku ev partî wê me re azadî û serkeftinê bîne.”stranê guhdar dike. Lê gelo hûn dizanin çîroka gotinên vê stranê çawa derket û kê çêkiriye?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar