Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Stranên Keziya Sor di demek nêz de wê bê pêşandan

Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn, bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat, li ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê fîlmekî muzîkal çêkir.

Fîlmê Muzîkal ê bi nave Stranên Keziya Sor ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya dijî baviksalariyê vedibêje, di destpêka adarê de tê pêşandin.  Fîlmê Muzîkal ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê cara yekem tê çêkirin, bi navê, “Stranên Keziya Sor” hatiye amadekirin.

Endama Hunergeha Berçem a Hîlala Zêrîn Zeyneb Mensûr diyar kir ku kesayet û têkoşîna yek ji damezirînerên PKK’ê û pêşenga têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz ku 9’ê çileya 2013’yan li Parîsê di êrîşa sîxurên tirk de şehîd bû, wekî îlhama navê fîlmê muzîkal hatiye bijartin. Pora Şehîd Sakîna Cansiz sor û keziyên wê badawî bûn; di çanda kurdan de jî kezî xwedî wate û girîngiyekê ne, lewma navê “Stranên Keziya Sor” hatiye diyarkirin.

Filmê muzîkal ji 7 beşan pêk tê; her beşek serdemeke dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya li dijî zîhniyeta baviksalariyê vedibêje û wekî sembol balê dikişînin ser jinên pêşeng ên weke Sakîne Cansiz (Sara), Roza Luksemburg, Jîna Emînî, Zenûbya, Arîn Mîrkan, Leyla Qasim û Zarîfe Xanim.

Zeyneb Mensûr diyar kir ku fîlmê muzîkal di 7 mehan de bi beşdariya 200 kesan hatiye amadekirin. Zeynep Mensûr da zanîn ku mêran jî di lîstikê de cîh girtiye, lê piraniya lîstikvanan jin in. Zeyneb diyar kir ku lîstikvan ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen ên ji Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, perçeyên din ên Kurdistanê û hinek enternasyonalîstan pêk tên. Zeyneb Mensûr anî ziman ku dîmenên ji bo muzîkalê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kişandine hatine kişandin.

Berhema ku senaryoya wê ji aliyê Delîl Mîrsaz ve hatiye nivîsandin, derhêneriya wê Şêro Hindê û muzîka wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye çêkirin û fîlm 20 deqe ye.

Muzîkal wê 3’yê adarê li Hesekê, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Şehbayê bi hemwextî bê pêşandan. Heman rojê wê di Jin Tv’de jî bê weşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar