Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ciwanên Germiyan xwe fêrî hunera karate dikin

Keç û xortên Germiyan xwe fêrî hunera karate dikin. Armanca wan a vê şêwazê werzîşê ewe ku fîzîka xwe xurt bikin

Navenda Nûçeyan

Mamostayê wan diyar kir ku ew dixwazin li şûna ciwan berê xwe bidin kafe û torên civakî berê xwe bidin werzîşê.

Li navçeya Kelar a Germiyanê nêzî 5 salene Hîdayet Kerîm ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku 32 sale karate dike navendek a perwerdekirina keç û xortan vekiriye û wan fêrî hunera karete dike.

Karate yek ji hunerên xweparastina kesî ye. Yên ku xwe fêrî vê hunerê dikin, pêwîste asta  wan a rewşenbîrî û ehlaqî bilind be.

Li Navenda Karate ya Germiyan sibehan ji bo keçane û dane êvaran jî ji bo kuran e. Kesên ku xwe fêrî karate dikin, ligel fêrbûna hunera karate fîzaka wan jî bi hêz dibe.

Ji bo hunera karate sînorê temen nehatiye diyar kirin. Ji heftanî ve mirov dikare fêrî hunera karate bibe. Ew kesên ku karate dikin, dibê ti pêşbiniya wan di nava civakê de şer bikin nebe. Ji ber ku nabe xwe fêrî karekê bikin ku ziyanê bigihînin xelkê.

Mamostayê wan, wan fêrî teknîka karate û riyên xwe parastinê dike.

Mamostayê wan Hîdayet Kerîm diyar kir ku keç zêdetir fêrî hunera karate dibin û hewla xwepêşxistinê didin.

Karateyê hinek pîvan û mercên xwe heye. Weke mînak, ew kesên ku karate dikin, divê cilên spî li ber wan bin. Piştre li gorî ezmûna fêrbûnê kemberên renga reng didin wan. Ji rengê zer despê dike û rengê herî bilind rengê reş e. Herwiha rengê reş jî ji çend pêngavên weke, navend, baş û gelek baş pêk tê.

Çîmen Mihemed a fêrî karate dibe got,”Min ji bo bihêzbûna beden û dûrketina ji hinek tiştên lawaz sûd ji vê werzîşê dît. Divê jin ji bo parastina xwe û pêwîstiya wan bi ti kesê nemîne berê xwe bidin vê werzîşê.”

Hîdayet Kerîm diyar kir ku armanca wî ewe ku ciwanan ji kafeteriya, çayxane û torên civakî dûr bixe û berê wan bide werzîşê û got;”Li vir ji derveyî werzîşê ji wan re qala ehlaq dikim. Ka çawa nêzî xelkê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar