Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Aşkera bû ku cenazyê li Sûrê hat dîtin ê Hakan Arslan e

Hat tespîtkirin ku hestiyên piştî 5 salan di dema kolandina li Sûrê de hatin dîtin aydê Hakan Arslan e

Cenazeyê ku piştî 5 salan ji navçeya Sûrê Amedê ku cihê şer di dema qedexeyên derketina derve yên navbera salên 2015-2016’an de rû dan, hatibû derxistin, hat teşhîskirin. Tîmên ku di navbera Dera Katolîk û Mizgefta Hasirli yên Taxa Hasirliyê kolandin, di 7’ê sibata 2021’an de rastî hestiyên ku di bin axê de hatibûn veşartî, hatin. Hat diyarkirin ku hestiyên birine Saziya Tiba Edlî (ATK) dibe ku aydê Hakan Arslan ê ku di 22’ê Çileya 2016’an de jiyana xwe ji dest dabû be. Hin agahî hebûn ku Arslan li cem Mizgefta Hasirli hatibû veşartin.

Malbata Arslan a li Erziromê dijî, bi hêviya ku cenaze aydê zarokên wan be serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dabûn û bav Alî Riza Arslan ji bo testa DNA’yê xwîn dabû. Xwîna ku di sala 2016’an ji bav Arslan hatibû girtin û mînaka DNA’ya Arslan ji sedî 60 hev girt. Lê ji bo tespîtkirina nasnameya teqez di çarçoveya fermana serdozgeriyê di serê meha cotmehê de ji dayik Melîke Arslan jî ji bo testa DNA’yê xwîn hatibû girtin.

Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku hestiyên hatine dîtin aydê Hakan Arslan in.

Piştî tespîtkirina nasnameyê, hat hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ji ber hebûna berkê fîşekê ya di serê Hakan Arslan de daxwaza otopsiyê kiriye. Piştî otopsiyê dê hestiyên Arslan radestî malbatê bê kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar