Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Boykot çekekê li dijî dagirkeriya dewleta tirk e’

Rêveber û mamosteyên perwerdeyê yên Germiyanê diyar kirin ku divê boykotkirina malên tirkî ji bo hemû berhemên dewleta tirk bê kirin. Mamosteyan destnîşan kir ku boykotkirina malên tirkan, çekekê gelê kurd ê li dijî dagirkeriyê ye

Li başûrê Kurdistanê pêngava boykotkirina malên tirkî her ku diçe berfirehtir dibe. Rêveber û mamosteyên perwerdeyê yên Germiyanê têkildarî armanc û pêşxistina rêbazên boykotê ji Rojnewsê bi Hawrê Kirêkar re axivîn.

Der barê mijarê de rêveberê Perwerdeya Navendî Dilêr Kerîm diyar kir ku ev boykot divê berfireh bibe û wiha domand: “Hewceye ku hemû berhemên dewleta tirk yên weke cilûberg, kelûpelên nav malê, avahîsazî û fîlman bên boykotkirin. Jixwe fîlm û rêzefîlmên tirkan li ser çanda gelê me xetereyeke mezin e.”

Dilêr Kerîm daxuyand ku hewceye di hemû astan de berhemên navxweyî bên pêşxistin û ev tişt anî ziman: “Li zanîngeh û navendên xwendinê têkildarî vê mijarê divê civîn û semîner bên lidarxistin. Li dijî neyaran bibe çekek.”

Boykotê bandorekê mezin kir

Têkildarî mijarê mamosteyê Zanîngeha Germiyanê Yasîn Aşûr jî der barê boykota ji aliyê gel ve tê domandin wiha got: “Bêguman bandoreke aborî ya zêde li ser wî welatî çêkir. Ji ber bazirganiya kelûpelan a ji bo herêmê gelekî zêde ye. Ev îrade xebateke sivîl û mafekî xwezayî ye. Li dijî dewleta tirk a faşîst nerazîbûn û hêrsa gelê kurd e.”

‘Berhemên navxweyî divê bên zêdekirin’

Herî dawî jî Aşûr ev tişt destnîşan kir: “Têkiliya boykotkirina malên tirkî çi qas di destê gel de be, bi qasî wê jî di destê bazirgan û siyaseta hikûmetê de ye. Divê li hemberî malên tirkan derfetên nû bên peydakirin. Kelûpel û tiştên din an divê ji welatên din bînin an jî bi pêşxistina berhemên navxweyî aboriya Başûr bê xurtkirin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar