Partiya Çepên Kesk di kongereyê de navê xwe wekî Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) guherand. Dadgeha Bilind bi hinceta ku dişibe Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) ku berê hatibû girtin, kurtkirina navê partiyê HEDEP red kir.
HEDEP dê li ser vê biryarê yan wê kurte navê xwe biguherîne yan jî serî li Dadgeha Bilind bide. Li gorî vê, HEDEP piştî hevdîtina bi parêzeran re wê biryara xwe bide.
Her wiha Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan jî wê sibe têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.