Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê Reqayê berxwedana xwe ya li ser sînor didomîne

Çalakiya gelê Reqayê ya li ser ser sînor berdewam e. Çalakvanan bertek nîşanî bêdengiya hêzên navdewletî ya li hemberî êrîşên dewleta tirk dan û gotin ku dê heta dawiyê li kêleka şervanên xwe bin

Şêniyên bajarê Reqayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên wan ên çete yên li dijî rojavayê Kurdistanê, li navçeya Silûk a Girê Spî dest bi çalakiyê kir. Çalakî îro di roja duyemîn de jî dom kir. Di çalakiyê de li dijî êrîşên dagirkeriyê bertekên mezin hebûn.

Di çalakiyê de li ser navê Meclisa Sivîl a Reqayê Lûy Îsa axivî û êrîşên dewleta tirk şermezar kir. Îsa anî ziman ku ew ne şer, aştiyê dixwazin û wiha dom kir: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira azadiya xwe de bi hezaran şehîd dan. Dê hê bidin jî. Di êrîşên dewleta tirk de bi dehan sivîlên bêguneh hatin qetilkirin lê dewletên navdewletî bêdengin. Em vê helwesta wan şermezar dikin.”

‘Dewleta tirk ji bo hemû cîhanê xetere ye’

Her wiha bi navê Buroya Ewqafan a Reqayê jî Mihemd Alî El Alî axivî û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk ji bo hemû cîhanê xetere ye. Bi hebûna xwe ya leşkerî re aramî û ewlehiya herêmê têk dibe. Van kiryarên wê em ji Efrînê dizanin. Kiryarên li Efrînê jî encama bêdengiya cîhanê bû. Tevî ku dewleta tirk alîkariyê dide komên terorîst jî, civaka navdewletî alîkariyê dide dewleta tirk.”

Bêdengiya civaka navdewletî

Li ser nava Edaleta Civakî ya Reqayê jî Îsmalîl Mistefa axivî û bal kişand ser bêdengiya hêzên navdewletî ya li dijî êrîşên dewleta tirk. Mistefa got ku wan ji bo axa xwe bi hezaran şehîd dan lê dewleta tirk dixwaze dagir bike. Mistefa bêdengiya hêzên navdewletî şermezar kir û wiha derbirî: “Em weke gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyey xwedî ruhekî berxwedanê ne. Hêj fikra netewaya demokratîk armanca me ye. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî û siyasî.”

Çima hemû cîhan bêdeng e?

Herî dawî jî li ser navê Meclisa Jinên Reqayê Meryem Îsa axivî û ev tişt anî ziman: “Sedema bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî êrîşên dewleta tirk çi ne? Gelo destekdayîna ji rêxistinên terorîst re ye? Gelo ji ber ku HSD’ê ew ji terorîzma DAIŞ’ê rizgar kirin û di vê oxirê de bi hezaran şehîd dan vê alîkariyê didin dewleta tirk?”

Çalakiya li ser sînor a şêniyên Reqayê berdewam e. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar