Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Germiyan û Xaneqînê 100 gund vala bûne

Li herêma Xaneqîn û Germiyanê ji ber valahiya hêzên ewlehiyê, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûne. Hat zanîn ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, şêniyên 100 gundan dest ji warê xwe berdane

Piştî bûyerên di 16’ê cotmeha sala 2017’an  de, herêmên hatine veqetandin (herêmên binakok) careke din ketin destê artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî. Ji ber vê rewşê jî li herêmê di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de valahiyek çêbû. Ev jî bûye sedema zêdebûna liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê.

Li agahiyên ji çavkaniyên herêmê, ji ber êrîş û metirsiya çeteyên DAIŞ’ê nêzî 100 gundên herêmên Germiyan û Xaneqînê hatine valakirin û şêniyên wan koçberî bajarên din ên başûrê Kurdistanê bûne. Tenê di hefteyekê de gundên kurdan ên Şefîq û Cemîl Beg ên Xaneqînê vala bûn. Di heman demê de welatiyên ereb jî herêmê diterikînin.

Navendên DAIŞ’ê

Niha navendên sereke yên çeteyên DAIŞ’ê yên herêmê, navçeya Xaneqînê ya Selahedîn, Hemrîn û navçeya Xaneqîn a Diyale û herêma Germiyanê yê. Bi taybet jî gundên Baleke, Qurî Çay, Omerbil, Pelkane, Zinane û herêmên derdora Xurmatûyê heta çemê Şêx Bawer û deverên derdora Xaneqînê.

Hema hema rojane êrîş pêk tên

Ev herêma sêgoşe, weke sêgoşeya tevger, xwebirêxistinkirin û xwe komkirina çeteyên DAIŞ’ê tê zanin. Ji ber valahiya ewlehiyê ya li herêmê, hema hema rojane bûyerên weke revandin, wergirtina pereyan ji kargehan, gulebarankirin , kuştina sivîlan û êrîşkirina li ser gundan û danîna kemînan rû didin.

Sedema valahiya xemsariya hêzên Iraqê ye

Têkildarî mijarê fermandarê Lîwaya 3 ya Hêzên Pêşmerge Dilêr Şukir ji Rojnewsê bi Botan Germiyanî re axivî. Şukir got ku wan ji ewil weke hêzên peşmergeyan lijneya navendî li gel hikûmeta Iraqê pêk anî û wiha dom kir: “Ev yek ji bo parastina herêmê, dîtina rêyekê çareseriyê, operasyonên hevbeş û alîkarîdayînê bû. Ji bo her 6 eniyan me 5 lijneyên hevbeş ava kirin. Lê ew li gorî tevnegeriyan. Xemsarin.”

Divê hêzên pêşmergeyan vegerin herêmê

Şukir destnîşan kir ku li herêmê valahiyeke mezin a ewlehiyê heye û wiha derbirî: “Rê nadin ku hêzên pêşmerge vegerin. Hêza wan jî nîne ku van herêman biparêzin. DAIŞ jî ji vê valahiyê sûd digire. Ji ber vê jî berpirsyariya parastina gelê herêmê ya Iraqê ye. Ya rast ew e ku hêzên pêşmerge careke din li vê herêmê vegerin.”

Qeymeqamê Xaneqînê Mihemed Hesen jî bi lêv kir ku sedema bêewlehiya herêmê lawazbûna hêzên ewlehiyê. Hesen got ku tenê bi hemahengî û operasyonên hevbeş û zanyariyên hûr ên îstixbaretî dikarin van herêman ji çeteyan paqij bikin. GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar