PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ji romana ‘Dagirkeriya Tarîtî’: Di faşizma Tirk de cihê Kurdan

Di romanê Bextiyar Elî de qala dîroka bi xwîn a ku nêzî sed sal in nasyonalîstên Tirk bi awayek bêrehm hewil didin nasnameya Kurd û netewên din ên li Tirkiyeyê tine bikin, dike. Qala pêvajoyên siyasî yên Tirkiyeyê dike ka çawan zimanên ji dervey Tirkî sansur dikin

Navenda Nûçeyan

“Saet 20.00’ê şevê bû zenga telefona mala wezîrê tendirustiyê lê xist. Wezîr cilê xwe ji ber xwe dikirin û dixwest bêhna xwe veke. Rêveberê giştî yê nexweşxaneyan li ser xeta telefonê bû û ji wezîr re got, ‘Birêz wezîr divê ez ji we re bêjim ku sê bûyerên din ên ecêb û seyr çêbûne, her yek li bajarek, li cihek û herêmek pêk hatine. Tirkê resen sibehê ji xew rabûye xuda tobe, bi zimanek din axiviye.”

“Dibe teperepa dilê wezîr, xudayê mezin bes ev ji me kêm bû, cenabê Qadir beg niha telefonê bigre, divê ez bi meqamên ji xwe bilindtir re baxivim. Tu ji wan nexweşxaneyan re bêje bila vê bûyerê veşêrin û behsa wê nekin, bila nehêlin kesek ji derve de pê bihese.”

Eva me li jorê diyarkirî, bûyereke şeva 31’ê Tîrmeha sala 1977’an li Tirkiyeyê rû daye. Piştî vê telefonê hikûmet,serokwezîr û serokkomar biryar didin wan nexweşan (kesên ku bi Kurdî axivîne) veguhêzin cihek veşartî. Piştre karmendên nexweşxaneya Enqerê dişînin malê û di cihê wan de tîmên taybet ên MÎT’ê bicih dikin. Zimanê Kurdî li cem Tirkên faşîst bûye kabûsek û hertim wan nerehet dike. Nizanin wê çawan pêşî li axaftina bi zimanê Kurdî bigrin.

Ev serpêhatiya me li jorê vegotî beşeke ji romana Nivîskar Bextiyar Elî ya bi navê ‘Dagirkeriya Tarîtî.’ Nivîskar Bextiyar Elî di vê romana xwe de qala bûyerên li Tirkiyeyê rûdane dike. Herî zêde jî qala serpêhatiyên ku di navbera salên 1940-1979’an de çêbûne, dike. Di romanê de cih dide bûyerên ji piştî şerê cihanê yê duwem ta digihe darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ku ji aliyê Kenan Evren ve pêkhat.

Di romanê de jiyan û serpêhatiya binemala Tariq Akansu vedibêje ku Akansu yek ji profesorên zanîngeha Enqereyê bû û mamostayê beşa Felsefe û deruniya civakê bû. Tariq Akansu kemalîstek tundrewbû û dixwest Tirkiyeyê ji bo qonaxa piştî şerê cihanê amade bike. Ji aliyê serokwezîrê wê demê Îsmet Înonû ve erkek mezin tê xistina ser milê Akansu daku wê erka xwe pêkbîne.

Serpêhatî ji wê derê destpê dike, dema ku hinek Kurd di nexweşxaneyan de bi zimanê Kurdî diaxivin, Axaftina bi zimanê Kurdî di demek zû de di nava saziyên welêt de belav dibe û vê yekê wek nexweşiyek ecêb binav dikin. Wezîrê tendirustî û wezîrê hindirîn tên erkdarkirin daku vê mijarê çareser bikin.

Kesên ku bi zimanê Kurdî di axivîn wekî ku nexweş bin wisan nêz dibûn, ji bo nexweşxaneyan dihatin veguhestin, di jorên taybet de dihatin bicih kirin, li cihê karmendên tendirustiyê, tîmek endamên MÎT’ê dihatin erkdarkirin ji bo bi wan kesan re eleqedar bibin.

Di romanê de cih bi diyaloga du kesên bi navê Elî Ihsan û Dixtor Sînan ya ku li ser kesên bi zimanê Kurdî di axivin daye. Elî Ihsan ji Dixtor Sînan re dibêje; “Dema em çûn rojhilatê anadoliyê bi dizîkî be jî hîna bi milyonan kes bi Kurdî diaxivîn. Ji min re bêje niha ew li kuderê ne? Wisan bizane wê ev nexweşî bibe pandemî, wê bibe derdek mîna Taunê û ji kontrolê derkeve. Wê hejmara nexweşan bibe bi sed hezaran, bi milyonan û pênc milyonan. Ger biryar were dayîn bêjin bikujin, em ê hemuyan bikujin. Wekî çawan ji beriya niha li Ermeniyan hate kirin, niha jî emê bikin.”

Di romanê de Elî Ihsan karekterek wergervanê zimanî Kurdî bo Tirkî ye. Elî Ihsan Kurê Tariq Akansu ye ku profesorê zanîngeha Enqereyê bû, kemalîstek tundrew bû ku dixwest Tirkiyeyê ji bo qonaxa piştî şerê cihanê amade bike. Tariq Akansu di salên 1940’an de pêşengtiyê ji pêvajoya qedexekirina zimanê Kurdî re dike. Ji bo vê yekê jî pêwîstiya wî bi wergervanek dibe daku ‘bi zimanê leklekan, bi leklekan bide famkirin.’ (Mebesta wî kesên bi Kurdî diaxivin bû.)

Tariq ji kurê xwe re dibêj; “Dema vê carê tu çuyî nêçîrê, divê tu nêçîra leklekek bikî, ne giringe bi zindî yan jî mirî be. Ez ji te naxwazim biçî ji min re nêçîra pilingek bikî. Leklekek ji bo min bese. Hemû Tirkek divê bikare gule berde leklekek.”

Di romanê de cih bi diyaloga du kesên din ên bi navê Mehdî û Zekî Riza tê dayîn. Mehdî ji Zekî re dibêje; “Zekî ez cotyarim, cotyar ji her kesê baştir dizanin hemû zimanên cihanê xweşin. Sibehan dema mirov diçe ser zeviyên xwe, mirov dibîne çuk bi zimanê xwe, pişîk bi zimanê xwe, ker bi zimanê xwe dizire, lê tu nikarî bi zimanê xwe sitran bêjî. Wê demê tu hest bi wê yekê dikî ku çiqasî ji heywanek nizimtir li te tê temaşekirin.”

Di dewamê de Mehdî dibêje, “Dema tu diçî ser zeviya xwe û merbêrê hildigrî, dixwazî ji xwere sitranek bêjî lê dema hinek jenderme di ber te re derbas dibin bêdeng dibî. Wê demê tu fam dikî ku pirsgirêk ne ewe ku tu zimanek dizanî yan nizanî. Yanjî pirsgirêk ne ewe ku dizanî bi Tirkî ji erd yan jî ewir re dibêjin çi û bi Kurdî nizanî. Lê ew koletiyeke ku te mil daye ber..”

Mehdî axaftina xwe wiha didomîne; “Ma tu dibêjî ev Tirk hatine ser zevî û avên me, bi zextan, lêdana qamçî û gefa kuştinê zimanê Kurdî qedexe dikin, ewqas di xema zimanê Tirkî de ne? Na bavo.. na. Zimanê ku van ji mere aniye tenê ji bo wê yekê ye dema ku zeleyek li me xistin û gotin, ‘fahîşenin oxlu’ daku em fambikin çi dibêjin. Yan jî ji mere gotin, ‘kapat çeneni’ em fambikin çi dibêjin û em xwe bêdeng bikin. Di rastiyê de ew naxwazin ne bi zimanê Tirkî, ne bi Kurdî nejî bi ti zimanekî cihanê biaxivîn. Dema ku Kurdî li me qedexe kirin, ne ji bo wê yekê ye ku Tirkî fêrî me bikin. Tenê ji bo wê yekê ku me fêrî bêdengiyê bikin.”

Zekî pênûs û deftera xwe xist ber xwe û got: “Mamosta di zarokatiyê de dema ku min di hindirê refê de bi Tirkî diaxivî wekî ku beniştek tehl didevê min de be, Min di hemû jiyana xwe de wisan hîs kiriye wekî ku beniştek tehl di devê min de ye.

Tu dibînî ez baş dikarim bi Tirkî baxivim, lê dema Tirkî bikartînim wisan hest dikim ku kesek heye bi kefçikek pîs xwarin dixwe. Ti pirsgirêkek zimanê Tirkî nine, ew jî wek hemû zimanên din ên cihanê ciwane. Ger Tirka zimanê xwe ne bi zela û zorê li ser me daba ferzkirin, dibe ku gelek kesan bi kêfxweşî xwestiban xwe fêr bikin. Lê dewleta Tirk zimanê xwe wisan li ser me da ferzkirin, mîna ku kefçikek di nava pisiyê te hilîne û bide destê kesek û bibêje tuyê hertim bi vî kefçikî xwarinê bixwî. Dewleta Tirk bi vî rengî nêzî me dibe.”

Bi kurtî nivîskar Bextiyar Elî xwestiye di romana xwe ya bi navê ‘Dagirkeriya Tarîtî’ de ji me re wê yekê bêje ku faşizma Tirk bi hemû awayek ziman, hebûn û nasnameya Kurdî red dike. Her wiha hemû rêbazek bikartîne ji bo tinekirina pêkhateyên cûda yên di nava Tirkiyeyê de hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar