Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Kordû: Divê hemû kanên zêr bên girtin

Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû daxuyand ku berpirsê karesata kana madenê ya Licikê desthilat e û wiha got: “Anku bi aşkera rê li ber vê karesatê vekirin. Ji ber her yek di nava xwe de karesatekê dihewîne, divê hemû kanên zêr werin girtin.”

Desthilata AKP-MHP’ê xwezaya Kurdistan û Tirkiyeyê pêşkêşî şîrketên kurewî dikin. Li ser hezaza li bajarokê Çopler a navçeya Licika Xarpêtê ku girêdayî Lidya Madencîlîk û SSR Mining a navenda wê Kanada ye, hefteyek derbas bû. 9 karkerên ku ji 13’ê sibatê ve di bin axê de mane hêj jî nehatine dîtin. Gerînendeyê SSR Madencîlîkê yê Tirkiyeyê, piştî hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan. Her wiha destûrê nadin ku rêxistinên hawîrdorê û ekolojiye têkevin navçeyê.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dêrsimê Ayten Kordû ku di 18’ê sibatê roja yekşemê de çûbû herêmê, têkildarî mijarê axivî.

Kordû destnîşan kir ku ew bi rêveberên navendê yên Xarpêt û Dêrsimê re çûne li herêmê û wiha axivî: “Nehiştin ku em têkevin li qada xebat lê tê kirin lê belê derbarê xebatê de agahî dan me. Hat gotin ku ser îhtîmala ku karkerên di bin axê de hêj dijîn tevdigerin û dan zanîn ku ji ber vê yekê li qadê xebateke berfireh tê kirin.” Kordû diyar kir ku qedexekirina têketina qadê gumanan dide avakirin û got: “Çima têketina rêxistinên ekolojiyê tê astengkirin?”

Kordû astengkirina têketina navçeyê rexne kir û anî ziman ku ew serdana du malbatên karkerên ku di bin axa hezazê de mane kirine. Kordû bi bîr xist ku ew berî du mehan, mijarê xistiye rojeva Meclisê û wiha pê de çû: “Ez bi ser kareseta li herêmê tê jiyîn û bandora vê ya li ser tenduristiya civakî, axivîm. Gelek kes û rêxistinên hawîrdorê jî mijarê anîn rojevê. Lê tiştên hatin gotin piştguh kirin.”

Kordû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku berpirsyarê karesata ku berbiçav hatiye jiyîn desthilat e û ev tişt gotin: “Tevî ku me gelek caran li dijî vê yekê têkoşîn da meşandin, em hatin piştguhkirin. Li wê derê sûcê qirkirina ekolojiye heye. Bi sûcdarkirina 4-5 kesan nikarin xwe jê xelas bikin. Diviya tevdîrên pêwîst bihatana girtin. Di hevdîtinên budçeyê de min bi taybet ji Wezîrê Hawîrdor, Bajêrvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî û Madenvaniya Mûnzûr û Anagoldê pirs pirsîn. Gotin ku ew 16 milyon lire ceza li wan birine lê belê ji ber tu bandor li ser tenduristiya civakî çênebûye, şîrketê careke din dane vekirin. Anku bi aşkera rê li ber vê karesatê vekirin. Divê hemû kanên zêr werin girtin ji ber her yek di nava xwe de karesatekê dihewîne. Mixabin herêm bûye herêma madenvaniyê. Ev kanên madenê, polîtîkayayeke ku rasterast mudaxileyê jiyana me dike, mirovan dide koçkirin û xizan dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar