Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....
Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Ramanên ekolojîk ên Rêber Apo wê bên nîqaşkirin

Îbrahîm Esad diyar kir ku li ser rêgeza ekolojiyê ya Rêber Apo wê dirûşma "Bi rêgeza ekolojiyê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û çareseriyekê ji pirsgirêka kurd re bibînin" li dar bixin û wiha got: “Peyama konferansê, nîqaşkirina ramanên ekolojîk ên Rêber Abdullah Ocalan û pêşkêşkirina ramanên wî ji cîhanê re ye.”

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê di 26-27`ê nîsanê de bi dirûşma “Bi rêgeza ekolojiyê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û çareseriyekê ji pirsgirêka kurd re bibînin” li Qamişloyê konferanseke jîngehî wê li dar bixe. Tê payîn ku gelek sazî, deste, meclis, akademîsyen û çalakvanên têkildar ên ji hundir û derveyî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê tev lê bibin.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îbrahîm Esad têkildarî girîngiya konferansê de axivî. Îbrahîm Esad diyar kir ku di konferansê de wê li ser rêgeza ekolojiyê ya Rêber Abdullah Ocalan nîqaşan bikin û wiha got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser bingeha ramanên Rêber Abdullah Ocalan ava bû. Rêgez û civaka jîngehî yek ji perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan e ku li gorî felsefeya neteweya demokratîk pêşkêş kiriye. Li cîhanê gelek aloziyên jîngehî hene. Lê mixabin, xwediyê vê ramanê û felsefeyê heta niha di destê desthilatdaran de ye ku di encama siyasetên wan de ev alozî çêbûn.”

Li gorî Esad, tevlêbûna pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, nîqaşkirina ramanên wî der barê jîngehê de, avakirina hişmendiyeke jîngehî li herêmê li gorî rêgeza ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ji armancên konferansê ne. Esad bernameya konferansê aşkera kir ku wiha ye; di konferansê de mijara `jîngeh di şaristaniya demokratîk de ji berxwedanê heta avakirinê` û mijara `qirkirina jîngehî û civakî li Kurdistanê` rojev in.

Esad bi bîr xist ku di konferansê de dê gelek akademîsyen û kesayetên girîng ên têkildarî kar û barên jîngehî li seranserî cîhanê û Kurdistanê bi rêya Zoomê beşdar bibin.

Hin kesên beşdar dibin wiha ne; Prof. Joost Jongerdan ji Hollandayê, Dr. Davide Antonio Grasso ji Îtalyayê, Dr. Gea Picardi ji Îtalyayê, Dr. Lina Eklund ji Swêdê, Prof. Dr. Mahmoud Patel ji Afrikaya Başûr, Prof. Dr. Susana Borràs-Pentinat ji Katalonyayê, Dr. Stephen E. Hunt ji Brîtanyayê, Manshi Asher ji Hindistanê û Alexander Panez Pinto ji Amerîka Latîn.

Esad der barê peyama konferansê de wiha axivî: “Dê nêzî 200 delege li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi dehan jî ji derve tev lê bibin. Peyama konferansê, nîqaşkirina ramanên ekolojîk ên Rêber Abdullah Ocalan û pêşkêşkirina ramanên wî ji cîhanê re ye. Li ser asta hundirîn jî konferans di çarçoveya kar û xebatên jîngehî de li dar dikeve ku em hewl didin karê xwe di vî warî de xurt bikin, nêrînan bi aliyên têkildar re parve bikin ji bo ku pirsgirêkên jîngehî bi rêya bername û planan çareser bikin.”

Her wiha konferans li pêşiya aliyên têkildar vekirî ye û dikarin tev li konferansê bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar