Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Li Bendava Dukan bi awayek cuda masiyan xwedî dikin

Welatiyên Raperîn bi awayê qefesên hilawîstî di nava ava Bendava Dukanê de masiyan xwedî dikin. Tama van masiyan ji yên di hewizan de tên xwedîkirin cudatir û xweştir e. Sedema wê jî ewe ku masî di bendavê de dikevin nav avek xwezayî de.

Araz Resul projeya hewza qefes di nava ava Bendava Dukanê de daniye û di nava her çar demsalên salê de masiyan têde xwedî dike. Salene dikare 150 hezar masî bibe bazarê.

Araz Resul diyar kir ku li Herêma Kurdistanê projeya wan a bi awayê qefes xwedîkirina masiyan, projeya herî mezine û ev 5 salin têde masiyan xwedî dikin.

Proje ji 24 qefesan pêk tê û di her qefesê de cihê 5 hezar masî bi cîh dibe. Li gorî projeyê dikarin di salekê de 150 hezar masî bêxin bazarê.

Araz Resul got: “Xwedîkirina masiyan 6 mehe, lê me bi sîstemekê parvekiriye ku bikarîn tevahiya salê berhemê me hebe û bêxin bazarê. Ev proje projeyên herî xweşik ên xwedîkirina masiyane.”

Herwiha hinek kes jî masiyan di hewizên ji axê û betonê hatîn çêkirin xwedî dikin. Araz got: “Dema xwedîkirina masiyên me ji yên din cudatir e. Ji derveyî alif pêwîst nake, em tu xwarinek din bidinê, lê yên di hewizan de newihane.”

Sebah Osman ê çavdêriya projeyê dike jî got: “Li Herêma Kurdistanê xwedîkirina masiyan, pêşketiye. Eger hikûmet alîkariya me bike, emê bikarin ji sedê sed pêwîstiya welatiyan bi masiyan pêşwazî bikin û pêwîstiya me bi hawirdekirina masiyan nemîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar