Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Germiyanê ziyan bi şînkahî û zebzeyan ketiye

Ji ber baran barîna zêde û sermayê îsal li sinorê herêma Germiyanê gelek ziyan bi zeviyên şînkahî û zebze ketin. Hinek ji zeviyên çandiniyê xirab bûn

Herêma Germiyan hem ji aliyê avhewa hemjî di warê zeviyên çandiniyê de guncawe ji bo çandina zebze û şînakahiyê. Herwiha ev herêm di warê çandiniyê de jî binav û deng e.

Berhemên ji vê herêmê tên bidestxistin tên şandina hemû bazarên bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê. Lê îsal ji ber baran barîna zêde û sermayê ziyan bi zeviyên zebze û şînkahiyê ketine. Cotyarên herêmê û Rêveberiya Çandiniya Germiyanê têkildarî rewşa îsal ya çandiniyê ji Rojnews’ê re axivîn.

Cotyarê binavê Diyar Ezîz xwediyê zeviyekî zebze ya ne. Diyar Ezîz diyar kir ku ji ber baran barîna zêde û kêmaniya tîrêjên rojê îsal ziyanên mezin bi berhemên zebze û şînkahî ket û wiha domand; “Şînkatiya Kelarê ji ber ku bi avhewayek paqij çêdibe binav û denge, ji bo hemû bazarên Herêma Kurdistanê tên şandin. Em salane hemû berhemên sebze diçînin, lê berhemê îsal bi giştî xirab bû. Hinek jinav çû, hinek jî piştî çêdibe nexweşî digre û bi kêrî firotinê nayê û em bi kar naynin.”

Rêvebera Rêvebertiya Çandiniya Germiyanê Şadiye Hisên jî ji Rojnews’ê re wiha axivî û wiha got: “Par baranek zêde barî, berhemê dexlûdan di astek gelek baş da bû. Lê ji ber barana divan mehên dawî de barî, ziyanek mezin gihand berhemên şînkahiyê. Hinek ji cotyarên herêmê dibin serayan de çandiniyê dikin, lê mixabin cardin ziyanên gelek mezin bi wana jî ketin û berhemên cotyarên herêmê bi kêrî karanînê nehatin.”

Di dewama axaftina xwe de Şadiye Hisên destnîşan kir ku her sal cotyarên herêmê di meha Çile de dest bi çandina şitlên zebzeyan dikin û ji beriya werza havînê berhemên wan çêdibin û dikevin bazarê û wiha got: “Lê cardin cotyaran dest bi çandina şitlên zebzeyan kirine ji bo werza havînê. Em jî wekî Rêveberiya Çandiniyê  rojane serdana zeviyên çandiniyê dikin û ji cotyaran re amojgariyan liser çandiniyê didin. Her wiha em derman û kîmyaya ji bo berhemek baş bidestbixin nîşanî wana didin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar