Bi tevlêbûna bi sedan şervanan li Reqayê Dewreya Perwerdeyê ya Mihemed Elî Heso ya Hêzên Erka Xweparastinê hate destpêkirin
Akademiya Erka Xweparastinê ya Şehîd Ehmed Elî ya Reqayê, Dewreya Perwerdeyê ya Mihemed Elî Heso ya Hêzên Erka Xweparastinê da destpêkirin. Ciwanên bajarê Reqayê beşdarî dewreyê bûn. Di dewreyê de bi sedan şervanên ji pêkhateyên amade bûn.
Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Reqayê beşdarî merasîma vekirina dewreyê bûn. Di merasîmê de hevseroka Buroya Parastinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Semîra Ehmed axivî û şervan pîroz kirin. Semîra Ehmed piştre jî wiha got: “Hêzên Erka Xweparastinê dê li gel HSD’ê parastina herêmê bikin. Erka xweparastinê erkeke neteweyî, exlaqî û mirovî ye û dikeve ser milê her kesî.”
Di dawiya merasîma vekirina dewreyê de şervanan sonda leşkerî xwar.
Şehîd Mihemed Hiso ku navê wî li dewreyê hatiye kirin, di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû. REQA