Karmendên Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê ji berî ku vê mehê bêyî paşekevta meaşên xwe bigirin, hemû meaşên wan ku milyarek dînarê Iraqê dikir hat dizin
Ji Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê çavkaniyekê ji Rojnews’ê re aşkera kir ku îro tîmekî Nexweşxaneya Şar çûn li Banka Goyije ya li Taxa Tûwî Melik a Silêmaniyê meaşên karmendên Nexweşaneya Şar bigirin, piştî ku milyarek dînar meaşên karmend û bijîşkan ji bankê girtin, dema ku vegeriyan ji aliyê wesayîtekî ku çend çekdar têde bûn, rê li wan girtin û hemû pere birin.
Rêveberê Ragihandin û Peywendiyên Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed aşkera kir ji bo dîtina wan kesan dest bi lêkolînê kirine.
Piştî 4 salan dê îro cara yekemîn karmendan bêyî sîstema paşekevta meaşan, meaşên xwe bigirtiyan, lê tevahiya mûçeyê wan çû. SILÊMANÎ