Di 5’emîn festîvala şanoya kolanan a li Bexdayê ya di 14’ê adarê destpêkirî û 3 rojan berdewam kirî de, Lîstikvana Şanoyê Mujde Cewher a ji Germiyanê xelata herî baş bi dest xist
Di 14’ê adarê de li paytexta Iraqê Bexdayê 5’emîn Festîvala Şanoya Kolanan a navneteweyî bi beşdarbûna 7 welatan pêk hat. Komên şanoyê ji Tunis, Misir, Cezayir, Lubnan, Îran, Sûriye û Libya hatibûn. Herwiha ji Herêma Kurdistanê û bajarên cuda yên Iraqê ji beşdar bibûn. Festîvalê sê rojan berdewam kir.
Di dawiya festîvalê de lîstikvanên yekemîn hatin hilbijartin. Şanoya ‘Kiçe Azake’ ya berhemê Peymangeha Hunerên Ciwan a bajarokê Kifrî ya navçeya Kelarê ya Germiyanê yek ji berhemên beşdarî festîvalê bibû. Ji şanoya Kiçe Azake lîstikvan Mujde Cewher xelata herî baş a lîstikvanên jin a festîvalê wergirt. BEXDA