Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Messiyê Bexdayê’ dirêj dibe

Kurtefilma bi navê ‘Messiyê Bexdayê’ ya derhêner Sehîm Omer Xelîfe, heta niha 60 xelatên sînemayî bi dest xistine. Niha jî biryar e ku weke filmeke dirêj a sînemayî were derhênan. Dewleta Belçîkî jî xwe daye ber fînanskirina mesrefên çêkirina filmê

Kurtefîlma “Messiyê Bexdayê” sala 2012´an li cihanê de deng veda û 60 xelat di festîvalên cihanî de wergirtin û yek ji 10 filmên kurtelîsta filmên berbijêr bû ji bo wergirtina Xelata Oskar weke baştirîn kurtefilmê.

Bi xêra vê filmê, aktorê sereke yê filmê yê zarok, karî lîstikvanê tîma Barcelona ya Katalanyayê û Lionel Messi yê Arjantînî bibîne, navendeke Brîtanî alîkariya maddî bo wî kom bike û li Îranê jî lingekî protez ji bo wî bê çêkirin.

Sala 2017´an de Rêveberiya Sînemayê ya Belcîkayê, ji bo nivîsîna senaryoya vê filmê û ji bo ku weke filmeke dirêj bê amadekirin, budceyek terxan kir û îsal budceya berhemanîna wê diyar kir. Belçîka salane bi tenê piştevaniya 6 heta 8 berhemên sînemayî dike.

Di juriya Oscarê de ye

Derhêner û beşek ji ekîba filmê amadekariyan ji bo berhemanîna vê filmê dikin û biryar e îsal havînê cihê dîmengirtinê û beşek ji aktor û aktrîstên wê bên diyarkirin.

Dîmengirtin jî wê destpêka 2020´an dest pê bike.

“Messiyê Bexdayê” behsa zarokekî dike ku her çend xwedî pêdiviyên taybet e, lê gelekî ji futbolê hez dike û alîgir û şopînerên futbolvanê Barcelonayê, Lionel Messi ye.

Xelîfe beriya niha filma xwe ya yekem a dirêj “Zagros” çêkiribû û 9 xelatên sînemayî pê bi dest xistibûn. Sehîm Omer Xelîfe bi rêya kurtefilmên xwe yên weke “Xaka Pehlewanan”, “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xirab”, zêdetirî 100 xelat wergirtine û niha yek ji endamên jurî ya filman e di Akademiya Oskarê de ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar