Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

MÎT li noqteyên kontrolê yên li Til Aferê bi cih bû

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê der barê liv û tevgera dewleta tirk a dagirker a li Iraqê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de ev tişt hatin parvekirin: “Piştî ku di 16’ê cotmeha 2017’an de li ser fermana PDK’ê hêzên pêşmerge vekişiyan sînorên Herêma Kurdistanê, MÎT bi rêya Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) ku girêdayî wê ye, bi aşkera lez da çalakiyên xwe yên li herêmên Kerkûk, Kifrî û Tel Aferê. Komara Tirk a dagirker li herêmê, li noqteyên kontrolê yên Til Aferê bi cih bûne.

Li gorî agahiyên Lekolin.org bi dest xistine, hat hînbûn ku di destpêka meha Adarê de yekîneyên taybet ên girêdayî MÎT’ê bi nasnameya hêzên girêdayî Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) li noqteya kontrolê ya Til Aferê hatine bicihkirin.

Gelo artêşa Iraqê xeta Til Aferê ji dewleta tirk re hiştiye?

Li gorî agahiyên welatiyê bi navê D.A.K ê ku ji bo kar çûye Til Aferê, diyar kir ku di 23’yê Adara 2024’an de ji xwediyên wesayîtan û rêwiyên ku li noqteya kontrolê ya Til Aferê yên Eniya Tirkmen a Iraqê tên rawestandin di lêpirsînê de tên derbaskirin. D.A.K anî ziman ki pirsên wekî, “Tu kurd î, Sûriyeyî, têkiliya te bi Tevgera Azadiya Kurd re heye?” jê pirsîne. Piştî pirsên wiha got ku gefên wekî “dewleta Komara Tirkiyeyê berpirsyarê van deran e, eger kesên girêdayî Tevgera Azadiya Kurd di wesayitên we bên girtin dê wesayîtên wan bên desteserkirin. Dê wan bişînin zindanên Tirkiyeyê û êdî nikaribin malbatên xwe jî bibînin.”

Hate hînbûn ku di 15’ê Adara 2024’an de dema ku Wezîrê Karên Derve yê dagirker Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li Iraqê lûtkeya ewlehiyê pêk dianîn, personelên MÎT’ê yên li qadê bi awayekî hemwext çalakî pêk anîn. Çavkaniyên Lêkolîn.org ên ji herêmê diyar kirin ku hikûmeta Iraqê ya ku xwe nêzî dewleta tirk a dagirker dike û ketiye nava muzakereyên cuda, di heman demê de çavê xwe ji xebatên nû yên avahî û rêxistinkirina MÎT’ê re girtiye.

Di van salên dawî de noqteya kontrolê ya ku ji aliyê hêzên Lîwa ya 50’emîn a Firqeya 14’emîn ve hatiye avakirin, pêkhateyên Eniya Tirkmen a Heşdî Şebî ku li ser navê MÎT’ê li herêmê tevdigere, bi cih kiribû. Hate ragihandin ku ev personelên li noqteya lêgerînê ya hatiye avakirin nehiştin şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê derbas bibin û di dema derbasbûnê de rastî lêpirsînên tund hatin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar