Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Piştî 36 sal an jî xwîn ji bîrînên Raperîna Rewandûzê diniqut e

Şahîdên Raperîna Rewandûzê di derbarê serhildanê de dibêjin armanca ku wan ji bo wê têkoşiyane, nehatiye bidestxistin û wiha didomînin: "Asta hêrsbûna gel ya ji ber nêzîkatiya hikûmetê wiha lê hatiye ku ji qurbanî dayîna poşman bûne.”  

Welatiyên devera Rewandûzê têkildarî 36’emîn salvegera Raperîna Rewandûzê ji Rojnews’ê re axivîn. Di axaftina xwe de dan zanîn ku armanca ku wan ji bo wê têkoşiyane û xebat kirine, nehatiye bidestxistin. Herwiha gotin; “Niha hikûmeta başûrê Kurdistanê welatiyên ku cihê xwe di Raperîna Rewandûzê de girtine, xizmên qurbaniyên raperînê ji mafên serekî û bingehîn yên jiyanê hatine bêparkirin.”

Roja 19’yê Gulana 1987’ê welatî û beşek ji hêzên pêşmergeyên YNK’ê yên ji yekîneyên 12 ya Karox û yekîneya 19 ya Korek, li navçeya Rewandûzê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê, li dijî rejîma Bees raperîn kirin. Pêşmerge û welatiyên vê deverê bi raperînê ev herêmê ji kontrola hêzên Bees’a Iraqê rizgar kirin. Di encama şerê bi hêzên Bees’î re 19 şehîd û 31 birîndar hatin dayîn û ji ber tevlîbûna raperînê fermana darvekirinê ji bo 22 kesan hat dayîn.

Sultane Nawxoş yek ji jinên ku di Raperîna Rewandûzê de mil bi milê pêşmerge xwedî rolek girîng bû. Di heman demê de xwediya sê şehîdane û herwiha wek jineke çalak di nava rêkxistinên veşartî yên YNK’ê rolek girîng hebû têkildarî rojên Raperînê hestên xwe wiha anîn ziman; “Hêzên Bees di êrîşa xwe ya Dolako de şikestin xwar û paşde vegeriyan. Li beranberî paşde vegerînê xwestin xaniyên çend welatiyan birûxînin. Lê welatiyên Rewandûzê bi alîkarî û hevkariya bi hêzên pêşmerge û rêxistinên veşartî yên YNK’ê raperîn li dijî hêzên Bees kirin.  Hemû saziyên hêzên rejîma Bees hatin kontrolkirin.”

Sultane Nawxoş bal kêşand ser rola jinan ya di Raperîna Rewandûzê de û da zanîn ku rola jinan di raperînê de gelek mezin bû. Axaftina xwe wiha domand; “Jinên Rewandûzê di dema raperînê de rijiyan nav bazarê bi dar û ber û çekan hêzên rejîma Bees ji navçeyê derxistin. Di bersivdana vê raperînê de hêzên rejîmê piştî demekê vegerîn û gelek xaniyên welatiyan rûxandin. Di encama êrîşên wan de sê kesên ji malbata min şehîd bûn.”

Beşdarvana jin ya Raperîna Rewandûzê Sultane Nawxoş bal kêşand ser girîngî nedayîna xelkê di Raperîna Rewandûzê de cihê xwe girtine û da zanîn ku hikûmeta başûrê Kurdistanê di hemû aliyan de ew piştguh kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Niha bi giştî welatiyên Rewandûzê û bi taybet jî welatiyên gundên Dola Akoyan bi desthilatdariya hikûmeta başûrê Kurdistanê re pirsgirêkên cidî hene. Ji ber ku hîn jî ava vexwarinê ya Dola Akoyan tuneye. Kesên ku li vê deverê li dijî rejîma Bees qurbanî û bedel dan xizmeta herî kêm ji bo wan hatiye dabînkirin. Asta hêrsbûna gel ya ji ber nêzîkatiya hikûmetê wiha lê hatiye ku ji qurbanî dayîna poşman bûne.”

Berpirsê Komîteya YNK’ê ya Rewandûzê Hejar Şehîd Xalid bi boneya 36’emîn salvegera Raperîna Rewandûzê dîtinên xwe ji Rojnews’ê re anîn ziman û wiha axivî; “Roja 18’yê Gulanê hêzên rejîma Bees li Dolako êrîş birin ser hêzên pêşmerge. Lê pêşmergeyên YNK’ê bersiva vê êrîşê bi tundî dan û di çend aliyan de êrîş birin ser hêzên rejîmê. Di roja 19’yê Gulanê de weke bersiva vê êrîşa hêzên rejîma Bees, xelkê Rewandûzê rabû serhildanê û raperîn kirin. Di raperînê de hemû sazî û cihên rejîma Bees hatin kontrolkirin, bi vî awayî hemû hêzên rejîmê ji Rewandûzê hatin derxistin.”

Hejar Şehîd Xalid di dewama axaftina xwe de wiha got; “Di wî şerî de pêşmergeyek şehîd bû û 7 pêşmerge jî birîndar bûn. Lê piştî raperînê hêzên rejîmê salekê nekarîn vegerin Rewandûzê. Tevayî qeza û herêma Rewandûzê di bin kontrola pêşmerge de bû. Lê piştî salekê hêzên rejîmê bi hêzek mezin ve vegeriya. Bi vegera wan re enfal, kuştin, revandin, girtinan destpê kir. Di encamê de 150 kes hatin girtin ku hemû jî endamên rêkxistinên YNK’ê bûn. Ji bo 22 kesan fermana darvekirinê derket. Lê piştre ber efûya giştî ketin. Herwiha 13 kes jî hatin bêserûşûnkirin. Niha jî tu kes nizane li kuderê hatine şehîdkirin û gorên wan li kuderê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar