Derket holê ku qeyûm Bîlal Ozkan ê tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin ji bo maşîneya xwe ya zirxî bi 110 hezar lîreyî 4 heb lastîkên taybet kiriye.
Di çarçoveya pêkanîna Rewşa Awarte (OHAL) de bi hejmara 674’an a biryara di hikmê qanûnê de (KHK) di 11’ê îlona 2016’an de qeymeqamê Navçeya Sûrê ya Amedê Bîlal Ozkan li ser fermana wezareta karê hundir wek qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin. Dizî û nelirêtiyên Ozkan ên ji butçeya şaredariyê yek bi yek zêde dibin. Piştî Ozkan wek qeyûm hat tayînkirin, Walîtiya Enqereyê maşîneyek zirxî ya bi marka Mercedes S500 jê re kirîbû. Derket holê ku qeyûm Ozkan bi bihayê 110 hezar lîreyî 4 heb lastîk ji maşîneya xwe re kiriye.
Hat zanîn ku heqê lêçûyînên maşîneya zirxî ya Ozkan ji butçeya şaredariyê hatiye temînkirin. 4 lastîkên taybet ku hatine çêkirin, tê gotin gule derbas nake û li dijî teqînan qewîne bi tevî jantên xwe ve piştî mehan di kargeha girêdayî Miduriyeta Îkmala Makîna ya şaredariyê de derketiye holê. Hat zanîn ku piştî van lastîkan sê mehan bikar anîne danîne embarê.
Şaredarî ya ku van lastîkan niha bikar nayne di embarê de dide sekinandin. AMED